
Şırnak Milletvekilimiz Leyla Birlik'in İçişleri Bakanı Süleyman Soylu'ya, anadili hakkı ve Kürtçeye yönelik baskılara ilişkin sorular yönelttiği Kürtçe ve Türkçe önergeler:
Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya Perwerde û Zanist û Kulturê (UNESCO) bi wê biryarê ku di sala 1999an de da, roja 21 Sibatê wekî “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” diyar kir û ev roj cara pêşîn di sala 2000î de wekî “Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê” hate pîrozkirin da ku li çar aliyê dinyayê piştevaniya pirkulturî û pirzimaniyê bê kirin.
Çendîn salan li Tirkiyeyê zordestî û zexteke sîstematîk li dijî zimanê kurdî hate meşandin û meşandina vê assîmîlasyonê ji aliyê vê desthilata li ser kar ve jî hate diyarkirin, lê tevî vê yekê jî Kurd îro hê jî nikarin li welatê xwe zimanê xwe bi her awayî bi kar bînin û ji mafên perwerde û tenduristî û pêgihandinê sûd wergirin.
Ew “Qedexekirina Kurdî” ku piştî kûdetaya Leşkerî ya sala 1980î piştî destûra nû bi qanûna bi hejmara 2932 hate danîn, di 12ê Nîsana sala 1991ê de hate rakirin, lê ji ragihandina sîstema Komarê heta roja îroyîn qedexeyên li ser zimanê Kurdî her berdewam in. Di serdema desthilata hikumeta AKPê de çendîn caran hate gotin ku dawî li siyaseta înkarkirin û assîmîlasyonê hatiye, lê li aliyê din dam û dezgehên zimanê kurdî têne girtin û peykerên kesayetiyên dîrokî yên Kurd têne hilweşandin.
Di vê çarçoveyê de;
1- Zimanê Kurdî ku zimanê zikmakî yên çendîn mîlyonan e çima hê wekî tiştekî krîmînal tê hesibandin?
2- Çi polîtîkayên hikumeta we hene ji bo qebûlkirin û parastina zimanên cur bi cur yên li Tirkiyeyê?
3- Gelo wezareta we xebatekê dimeşîne ku zimanê Kurdî li welatê me statûyeke qanûnî peyda bike?
4- Axaftinên bi Zimanê Kurdî yên li Desteya Giştî ya Meclîsa Mezin ya Tirkiyeyê ku ev ziman zimanê çendîn mebûsên vê meclîsê ye, çima hê wekî “zimanekî nenas” li zabitnameyên meclîsê tê tomarkirin.
5- Li gorî “ Etlesa Zimanên Li Ber Nemanê” ku UNESCOYÊ berî 21ê sibata sala 2017an belav kiriye, hatiye diyarkirin ku 18 ziman li Tirkiyeyê li ber nemanê ne. Gelo ji aliyê wezareta we ve planekî zimanparastinê tê meşandin?
******************
Birleşmiş Milletler Eğitim, Bilim ve Kültür Örgütü (UNESCO) Genel Kurulu, 1999 yılında aldığı bir kararla 21 Şubat gününü, “Uluslararası Anadili Günü” olarak kabul etmiş ve ilk kez 2000 yılında, dünya çapında kültürel çeşitliliği ve çok dilliliği desteklemek amacıyla “Dünya Anadili Günü” kutlanmaya başlamıştır.
Türkiye’nin geçmişte uzun yıllarca, Kürtçe’ye sistematik olarak baskı uygulandığı ve asimilasyon politikalarının geliştirildiği, mevcut iktidar tarafından da dile getirilmiş olmasına karşın, Kürtlerin hala kendi topraklarında kendi dilini konuşamaması, eğitim, sağlık ve ulaşım gibi haklarından yararlanamaması durumu devam etmektedir.
12 Eylül 1980’deki askeri darbe sonrasında oluşturulan yeni Anayasa’nın ardından 2932 sayılı yasa ile konulan “Kürtçe yasağı”, 12 Nisan 1991’de kaldırılmıştı ancak Cumhuriyetin ilânından günümüze Kürtçe yasakları halen devam etmektedir. AKP döneminde sıklıkla inkâr ve asimilasyonun sona erdirildiği ifade edilmesine rağmen Kürt dili kurumlarının kapatıldığı, tarihsel Kürt şahsiyetlerinin anıtlarının yıktırıldığı bilinmektedir.
Bu bağlamda;
1-Milyonlarca insanın anadili olan Kürtçe dili neden suç unsuru olarak görülmektedir?
2-Türkiye’de farklı dillerin tanınması, korunup geliştirilmesi için hükümet politikalarınız nelerdir?
3-Kürtçenin ülkemizde yasal statüye kavuşması için bakanlığınızca yürütülen herhangi bir çalışma var mıdır?
4-Anadili Kürtçe olan onlarca milletvekilinin yasama faaliyetleri yürüttüğü Türkiye Büyük Millet Meclisi Genel Kurulu’nda yapılan Kürtçe konuşmaların tutanaklara hala “bilinmeyen dil” notuyla geçmesinin sebebi nedir?
5-UNESCO 21 Şubat 2017 Dünya Anadili Günü öncesinde yayımladığı "Tehlike Altındaki Diller Atlası’na göre, Türkiye'de 18 dilin tehlike altında olduğunu belirtmiştir. Söz konusu dillerin korunması için Bakanlığınızca yürütülen bir dil koruma planı var mıdır?”
21 Şubat 2018