Zimanê dayikê mafekî bingehîn û rewa yê mirovî ye!

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî

Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. 68 sal berê polîsên Pakistanî, êrişî komek xwendekarên zanîngehê yên Bengalî yên ku li dijî qedexekirina zimanê xwe derketibûn qadan kirin û di encamê de gelek kes qetil kirin. Ev roj, wek berxwedaneke navneteweyî li dîroka berxwedana gelan hat nexşandin. Li Bangladeşê ji sala 1971an vir ve ev roj ji bo bîranîna wan xwendekaran wek Roja Şehîdên Zimanê Dayikê tê bibîranin. Rêxistina Zanist, Çand û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 21ê Sibata 1999an de ji bo piştgiriya pirzimanî û pirçandiyê ev roj wek Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ragihand û mafê perwerdehiya zimanê dayikê misoger kir. 

Têkoşîna ji bo zimanê dayikê ya gelê Bengalî îro ev roj wek Roja Zimanê Dayikê da qebûlkirin û diyarî hemû gel û zimanên bindest kir. Ev roj îro bûye hêvî ji bo hemû ziman û gelên bindest. 

Ji serê sedsala 20emîn heta niha, li cîhanê gelek netewe-dewlet bi hişmendiya xwe ya yekparêz rê li ber parastin û pêşvebirina zimanên curbicur girtin û ji wan re mafê jiyanê nehiştin. Li Tirkiyeyê jî di encama polîtîkayên bişaftinê yên sîstematîk de, gelek ziman hatin hêrandin û transfera zimanî di navbera nifşan de hat qutkirin. UNESCO, di “Atlasa Zimanên Di Bin Xetereyê Ya Cîhanî” de aşkera dike ku li Tirkiyeyê di encama polîtîkayên bişaftinê de heta niha 18 ziman an hatine tunekirin an jî di bin xetereya nemanê de ne. 

Polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê yên sîstematîk ên ji serê sedsalê heta niha tên meşandin, îro jî ji aliyê desthilatiya AKP-MHPê ve tê domandin. Nemaze piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmeha 2016an, êrişeke mezin li dijî zimanê kurdî hat meşandin; rojname, kovar, ajansên nûçeyan, radyo, weşanxane, komele, enstîtû, kanalên TV, pêşdibistan bi KHKyan hatin girtin. Bi destê rejîma qeyûman êrişên li ser zimanê kurdî hatin gurkirin, xizmetkariyên pirzimanî û pirzaravayî yên di bin banê şaredariyan de, ji aliyê qeyûman ve hatin tunekirin; welatiyên kurd ên li bajarên tirkan dijîn, ji ber ku bi kurdî axivîn, ji aliyê nijadperestan ve hatin qetilkirin. Wek berdewama vê ferasetê îro jî li Meclisê zimanê kurdî wek “zimanê nayê zanîn/fehmkirin” di zabitan de bi cih digire. Ev yek nêzikatiya li zimanê kurdî bi awayekî zelal aşkera dike. 

Qedexekirina zimanê dayikê û bişaftina zimanan sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku ev nêzî 100 sal in bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Îro jî ziman nayên parastin û pêşvebirin, li şûna wê di Qanûna Bingehîn de, mafê jiyanê ji tu zimanan re nehatiye hiştin. Desthilatiya AKP-MHPê, xwedî li mîrasa asîmîlasyonîst û qedexeparêz derdikeve û wan polîtîkayan bi xwe dimeşîne.   

Di Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de em hemû zar û zimanên ku li dijî qedexe û bişaftinê li ber xwe didin û hemû qadên jiyanê ji xwe re kirine qadên berxwedanê, silav dikin. Me soz daye gelên xwe, heta ku hemû ziman, çand, gel, bi awayekî yeksan bijîn, em ê tu carî ji vê berxwedana pîroz venegerin. Bi vê boneyê, em Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li hemû gel û zimanên cîhanê pîroz dikin û bangî hemû gelan dikin da ku li zimanê xwedî derkevin.

Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî

21 Sibat 2020