Zimanê dayikê mafê herî serekî yê mirovan e

21ê Sibatê ji aliye Rêxistina Perwerde, Zanist û Kulturê  (UNESCO) ya Neteweyên Yekgirtî ve wekî “Roja Zimanê Dayikê” hate qebûlkirin. Bikaranîna zimanê dayikê û mafê zimanê dayikê bi gelek peyman û rêkeftinan hatiye misogerkirin.

Bi vê wesîleyê, em 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya gelên vî welatî, vê deverê û ya cîhanê pîroz dikin û banga me li wan kesên ku xwedî li zimanê xwe derdikevin ew e ku bila rêzê ji zimanên dayikê yên cuda re jî bigirin.

Mixabin em li welatekî wisa dijîn ku di sedsala 21em de hê jî mafê perwerdehiya zimanê dayikê nehatiye misogerkirin û di sazî û dezgehên fermî û girseyî de astengî û qedexeyên li ser zimanan nehatiye rakirin. Ev eybeke mezin e. Feraseta desthilatî û dewleta “tekparêz”, êdî bi xwe vê polîtîkaya “yek-zimanî” dimeşîne. Lewre di van demên dawî de, proseyeke zimankujî û çandkujî tê meşandin.

Bikaranîna zimanê dayikê di meydana girseyî de wekî tawanekê tê qebûlkirin. Li bajarên kurdan, di nav şaredariyan de saziyên pirziman/zarave; dezgehên ku bi têkoşîna jinan li gorî perspektîfa yeksaniya cinsiyeta civakî hatî avakirin û zarokxaneyên ku bi zimanê dayikê perwerde didan, bi temamî hatin girtin. Îbareyên pirziman/zarave yên li ser tabelayan ji aliye qeyûman ve hatin rakirin.

Bi OHAL û KHKyan hemû rojname, kanalên TVê, ajansên nûçeyan, kovar, radyo, weşanxane, komale û enstîtuyên kurdî hatin girtin, xebatên medyaya civakî hatin qedexekirin.

Di zabitên Meclisê de û kurdiya ku li ser kursiyê tê axaftin, di sala 2018an de jî wekî “zimanê nayê zanîn”, “zimanê nayê fehmkirin” bi cih digire, ev yek jî her tiştî eşkere dike. Lê dîsa jî ligel hemû astengî û qedexekirinan, li ser vê xakê li dijî wê feraseta ku zimanên qedîm wek gefekê dibîne, têkoşîna me dê bidome. Ji bo xizmetguzariyên girseyî yên pirzimanî û ji bo ku hemû zimanên dayikê yên li Tirkiyeyê tên axaftin wek yasayî bêne misogerkirin, têkoşîna me dê her bidome.

Em careke din 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin û em dibêjin, “zimanê dayikê mafekî serekî ye û rûmeta mirovan e.”

 

Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
21 Sibat 2018