Yildirim: Eger aqlê hikûmetê hebe divê bi Federasyona Bakurê Sûriyeyê re dostaniyê bi pêş bixe
Cîgirê Serokê me yê grûbê Ahmet Yildirim, li meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê saz kir û rojev nirxand. Yildirim li ser operasyonên Hikûmetê yên li El-Babê pêk tîne axivî. Yildirim hikûmet rexne kir û got ku hikûmet agahiyeke zelal li ser leşkerên ku tê îddîakirin li Suriyeyê hatine şewitandin nade. 
Yildirim di axaftina xwe de derbarê mijarên li jêr axivî;

Hikûmet hewl dide ku li ser dijberiyan û vekêşanên civakî û li ser kombûnan welêt bi rê ve bibe. Kêmareke biçûk a şad bi vê yekê dilxweş e lê kêmara neşad jî ji vê yekê gellek bigazin e. Digel ku me nerehetiya xwe ya ji bo êrîşên li Beşiktaş û Kayseriyê bilêv kir, hin kesên xwedîmewkî partiya me hedef girtin û operasyonên siyasî dan destpêkirin. Ev yek veguherî lîncê û ji 20ê zêdetir avahiyên me yên navendê û navçeyan hatin tarûmarkirin. Lê belê digel vî aqlê îktîdarê, hişasayiya civakê bû serwer û civakê digel hemû bangên provakatorî tenezûl nekir, tenê çend çeteyên paramîlîter partiya me hedef girtin. Di nav 2-3 rojên dawî de bi taybetî rêxistinên me yên Beykoz û Bursayê bi beşdarbûna girseyeke fireh ji nû ve hatin vekirin, ji bo vê piştgiriyê jî ez sipasiyên xwe tînim zimên.

Aqlê desthilatiyê bi rebazên nemeşrû dixin pêş

Operasyonên komkujiya siyasî didomin. Îro Cîgira Hevseroka me Aysel Tuğluk a ku ji mafên mirovan û ji hiqûqê berpirsiyar e, û Hevserokê me yê Navendê û du hevalên me yên ku berê rêveberiya KCDê kiribûn, hatin desteserkirin. Tenê sedemeke wan operasyonên siyasî heye, sedemeke vê tundiyê heye: aqlê desthilatiyê ku rêbazên nemeşrû pêş dixe.

Agir dikeve mala hin kesan lê hinek jî dewê vedixwin û kezeba xwe hênik dikin

Welatê me di dîroka komarê de, li hundir û li derve di pêvajoyeke herî zehmet û tengijî de ye. Welat ji ber şadiya hinekan hatiye perava agirekî. Girseya gelê belengaz di nava vî agirî de dişewite. Welatê me mecbûrî vê yekê nebû, ev çarenûseke misoger nebû. Mirad, hêvî û tatêla 80 mîlyon însanan bi van polîtîkayên Rojhilata Navîn girêdayî nebû. Ev 4-5 salên dawî ne em her dibêjin ku ji vê litava ku Rojhilata Navîn tê de ye divê yekcar bê derketin. Em amade ne ku hemû rîsk û berpirsiyariyê bigirin ser milên xwe. 

Kezeba me dişewite, li pey sînoran zarokên me jiyana xwe ji dest didin, agir dikeve mala van zarokan, hin kes jî dewê vedixwin û dilê xwe hênik dikin.  Ev jî nîşan dide ku rojeva welêt û a desthilatdariyê ne yek e. Desthilatdariya siyasî xwe ji rojeva gel bi dûr xistiye. Desthilat dek û dolaban digerîne û tê de digevize. 

We înternet ji ber kîjan sedema siyasî asteng kir?

Ev çend rojên dawî ne astengî li ser înternetê heye. Digel ku ti sedema teknîkî nîne, we ji ber kîjan sedemê înternet asteng kir? Sedema sekinandina torên wek Youtube, Twitter û Facebookê çi ye? Hûn dixwazin bi awayekî bêdeng pergala serokatiyê ku em nikarin bi gel bidin fahmkirin, derbas bikin û pêşiya muxalefeta civakî bigirin? Yan jî hûn dixwazin wê operasyona ku hûn jê re dibêjin “Firat Kalkanı” û bîlançoya wê veşêrin? Hûn nikarin hisaba vê bîlançoyê bidin ji ber vê we înternet asteng kir?

Malbatên leşkerên ku di destê DAIŞê de ne, daxuyaniyeke zelal dixwazin

Dîmenên ku du leşker tên şewitandin ku em jê re dikarin bibêjin Dimenên Wehşetê hatin servîskirin û li ser vê yekê daxuyaniyên neciddî hatin dayîn. Wezîrê Parastina Netewî dibêje; “em biguman in ku di destê wan de ne”. Lê belê malbat û gel ji gumanan wêdetir daxuyaniyan dixwazin. Em ne dikarin bibêjin Xwedê silametiyê bide ne jî sersaxiyê bidin wan. Em dixwazin bawer bikin ku ev leşker sax in. Em dixwazin ku ew dîmen ne rast bin ji bo hêviyekê bidin malbatan; lê ew li ser gumanan dipeyivin. Ev nayê pejirandin. Li cîhanê xwîn ji pozê leşkerekî were ev sedema îstîfakirinê ye, li vir hikûmet dixwaze van dîmenan bidewisîne. Ev leşker ji ber peywira ku dewletê dabû wan li wir bûn. Desthilatdariya siyasî berpirsiyar e ku gotinên zelal li malbatan bike. 

Polîtîkayên Sûriyeyê ket nava qula reş

Bîlançoyên operasyonên Sûriyeyê aşkera ne; lê digel vê yekê aqlê desthilatdariyê hê jî dixwaze li Şingalê xwe biavêje serencamên nû. Em dibêjin bila vê hewlê deynin aliyekê û li ser rewşa li Sûriyeyê serî biêşînin. Êzidî di dîroka xwe de 72 car hatin qetilkirin. Wan ev yek wek “ferman” bi nav kirin. Qetla ku di sala 2014an de hat serê wan Fermana 73yem bû. Hin kes dibêjin em ji siberoja gelê Şingalê hewl didin, em dixwazin ji wan bipirsin; di sala 2014an de dema ku Êzidî hatin revandin, keç li bazarên Misûlê hatin firotin, we çima heman dilxwazî nîşan nedan? We çima tiliyeke xwe nelivand?

Em aşitiyê dixwazin

Bi gotinên şer hûn nagihêjin cihekî. Em ê her tim vê gotinê red bikin. Em ê bileks bi zimanê aşitiyê bipeyivin. Me şer erê nekir, me ji tezkereyan re got “na”. Lê belê ev nayê wê wateyê ku em bibêjin “ji kuştina wan zarokan de berpirsiyariya me nîne”. Biqasî wan kesan ku tezkere erê kirin û bûn sebeba kuştina van zarokan em ê xwe jî berpirsiyar bibînin. Lewre hin kes neşad in em ê jî şad nebin. Em ê ji bo siyaseteke demokratîk israr bikin.  

Em dizanin, federsyona li Bakurê Sûriyeyê hew bi Kurdan pêk nayê, bi hemû gel û baweriyan pêk tê. Ji sînorê Tirkiyeyê ne fîşekek, ne kevirek nehatiye avêtin, vê yekê îktîdar jî biqasî me dizane. Eger hûn dixwazin berê gefên ji Sûriyêyê bigirin, divê hûn têkiliya xwe bi Federasyona Bakurê Sûriyeyê Bakur xurt bikin. 

Fikra makezagona nû ji MHPê ye, AKP bi cî tîne

Aqlê serdest niha MHP ye, AKP vî aqlê bi cî tîne. Îktidarê fikrî MHP, sepînerê vî fikrî AKP jî ye. Banga min li vê partiyê ku li ser hîsên welatperweriyê siyasetê dike; we demeke fireh digot “em ê silavê jî li wan kesan ku hesabê 17-25ê Berfanbarê nedane nekin”. Niha jî tam di salvegera 17-25ê Berfanbarê hûn dixwazin makezagona nû ava bikin. Haya we jê heye ku hûn welatperweriyê difiroşin zilamekî?