Tirkiye bi talîmatname, rêzikname û biryarnameyan tê birêvebirin.

Parlementera me ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, di Komcivîna Budçeya 2017an de axivî û derbarê muameleyên derqanûnî de ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirsî:

Di lêkolînan de ji %97ê hemwelatiyan baweriya xwe bi têgeha “edalet”ê naînin. Hesta edaletê di nav civakê de tarûmar bûye. Nexasim kî rexneyan li AKPê bike û bîatî AKPê neke, ew rastî muameleyên “qanûna sizayê ya dijminane” tên. 

Tirkiye bi talîmatname, rêzikname û biryarnameyan tê birêvebirin

Wextê em rastî polîsan tên talîmatnameya Wezareta Karê Navxwe li me nîşan didin û “fermana wezîrê xwe” li ser me ferz dikin û ti hikmên huqûqê nas nakin. Biryarname ji bo bêedaletiyê wek rizgarker tê bikaranîn. Carna dadwer henekan li hevdu dikin û dibêjin “ez ê te bidim girtin ha”. Li hin dadgehan dozger û dadwer têne girtin. 

Niha şaredar, parlementer û gellek girtî û mehkûm hene û di cihên tek kesî de, di bin tecrîdê ne. Tecrîd îşkence ye û îşkence sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Di sûcên dijî mirovahiyê de maweborî nîn e. Zû yan dereng, kî biryara van neheqiyan dabe, ew dê rojekê bêne darizandin. 

Madem Wezîrê Dadê li vir e, ez jê bipirsim: Gelo te talîmat daye ku Yuksekdag, Demirtaş, parlementer û şaredarên me, di cihên tek kesî de dimînin? Ku eger te ev biryar dabe, tu yê wek wezîrekî îşkenceperest, di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigirî. Dîrok dê hesabê vê bipirse û di qanûna îlahî de maweya ti tiştî nabore. 

Hûnê çawa li rûyê Baluken binihêrin? 

Zindanîkirina parlementeran berî her tiştî problema vê Meclisê ye. Rasterast îradeya gel hatiye binpêkirin, nasname û karûbarê Meclisê hatiye astengkirin. Ev wiha dom nake. Sibe û dusibe Birêz Baluken dê vegere ser wezîfeya xwe û birêz Demirtaş û Yuksekdag dê werin û derbarê budçeyê de biaxivin. Hûn ê çawa li çavên wan û rûyên wan binihêrin. 

9 Kanûn 2016