
Li Amedê derbarê encamên hilbijartinê de, bi tifaq û pêkhateyên me re daxuyaniyeke hevpar hate dayîn. Daxuyaniya hevpar ev e.
Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî
Dewleta Tirk ji ber karakterê xwe yê tekparêz yê qedîm, di nav krîzeke mezin de ye. Ev krîz di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de, qonaxeke nû ye. Dewleta Tirk an wê bi nêrîneke demokratîk tevbigere û ji vê krîzê xwe biparêze, an jî wê li ber bayê zemên têk biçe û têkeve nav krîzeke hîn kûrtir û hîn tarîtir.
Hilbijartinên 31’ê Adarê, ne wek hilbijartineke normal bû. Tifaqa AKP-MHPê, bi hemû hêza dewletê, xebatên hilbijartinê di nav atmosfereke şer û pevçûnê de derbas kir. Tifaqa AKP-MHP’ê xwest ku feraseta xwe ya tekparêz bi rêya şaredariyan li herêman jî ava bike. Loma, di seranserî bernameya wan a hilbijartinê de dijminatiya Kurdan hebû. Ji ber wê jî, hemû şert û mercên demokratîk ji holê hatin rakirin, dek û dolab, zext, dizî hatin normalîzekirin.
2 heb bloken îktîdarê wek “Tifaqa Cumhur” û “Tifaqa Milet” ketin hilbijartina 31’ê Adarê. Lê partiya me xeta 3’yemîn ava kir û Tifaqa Kurdistanî bi pêş xist. Tifaqa AKP-MHP’ê ev hilbijartin wek hilbijartina “man û nemanê” formule kir û bi hemû îmkan û hêza xwe dijberiya HDP’ê kir. Tenê ne ew, bi nifûsa hin derên Kurdistanê re lîst û mudaxeleyî wir kir. Li dijî HDP’ê hemû propagandayên kirêt hatin pêkanîn. Tifaqa AKP-MHP’ê xwest ku netewa Kurd bitirsîne û îradeyê wê teslîm bigire, lê bi ser neket. Gefên qewirandin û koçberkirinê li Kurdan hatin kirin. Piştî ku dîtin bi dengên Kurdan, li Rojavayê Tirkiyeyê desthilatiya wan ji dest diçe, vê carê zêdetir êrîş kirin. Roja hilbijartinê li Tirkiyeyê û Kurdistanê gelek îxlalên hilbijartinê derketin meydanê, hemû rêyên demokratîk û adil hatin girtin.
Tifaqa AKP-MHP’ê hebûna Kurdan, destkeftiyên Kurdan û îradeya Kurdan nas nake û dijminatiyê lê dike. Lê em baş dizanin yên ku Kurdan nas nakin û dijminatiya Kurdan dikin, bi xwe têk diçin. Li gel hemû zext û zorê, dîsa jî li deverên ku ruhê Kurdayetiyê lê zindî ye, teslîmî koletiyê nebûn û nêzî ji % 10 rêjeya dengên partiya me zêde bû. Ev bersiv bersiveke dîrokî û neteweyî ye û ji aliyê gelê me ve hatiye dayîn. Gel li dijî wêrankirin û koçberkirinê, li îradeya xwe, li dîrok û hafizeya xwe xwedî derket.
Li devera Botan-Behdînan û sînorê Rojava jî projeyeke dewletê hate meşandin, çalakiyên muhendisiya nifûsê hate pêkanîn. Li Şemzînan, Çelê, Elk, Qilaban, Bajêrgan û li sînorê Rojava, bi awayekî sîstematik polîtîkayeke dewletê hate meşandin. Li Pirsûs, Xelfetî, Wêranşar û Hewenga navçeyên Rihayê yên ku berê me şaredariyên wir bi rê ve dibir jî bi heman rengî polîtîkayeke taybet hate meşandin û hin encam hatin bidestxistin. Lê serkeftina me ya li Pirsûsê, serkeftineke gelek girîng bû.
Dîsa li Şaxa Wanê û li Hênêya Amedê jî ji ber polîtîkayên taybet yên dewletê û kêmasiya me ya ku me ruhê tifaqê zêde neda fehmkirin, em bi ser neketin. Divê em li ser van herdu navçeyan jî bi awayekî taybet bixebitin, kêmasiyên xwe tesbît bikin. Divê em bi hişmendiya bipêşxistina tifaqa Kurdistanî tevbigerin û hemû aliyên din ên Kurd û Kurdistanê jî têxin nav tifaqa xwe û yekîtiya xwe bi hêztir bikin. Divê bi vî ruhî em hebûna xwe, armanca xwe zêdetir bi gelê xwe bidin fehmkirin. Berpirsyariya me ya dîrokî ev e. Em vê yekîtî û hevgirtina xwe tenê ne ji bo hilbijartinan ava dikin. Berovajî wê, em bi tifaqa xwe yekîtiya xwe, bi yekîtiya xwe siberoja xwe ava dikin.
Li gel hemû kêmasiyên me û zextên dewletê, li gelek bajarên Kurd û Kurdewar, em bi ser ketin. Di şert û mercekî wiha dijwar de, ku dewletê bi hemû hêza xwe êrîşî me kir, em dîsa jî bi ser ketin û politikaya qeyiman têk çû. Ev bersiva gelê me bersiveke dîrokî û neteweyî bû. Em baş dizanin ku, di şert û mercên hilbijartineke demokratîk de em ê zêdetir şaredariyan bi dest bixin. Loma, em ê ji îro şûnde kêmasiyên xwe zêdetir bibînin, tesbît bikin û xwe bispêrin heqîqeta gelê xwe û têkoşîna xwe bînin asteke nû. Tifaqa AKP-MHP’ê çiqas bi zext û zor, bi dek û dolaban tevgeriyabe jî, ew ji aliyê netewa Kurd ve wek meşrû nehatiye dîtin.
Tifaqa Hilbijartinên Herêmî ya Kurdistanî, wê ji hilbijartinên herêmî dest pê bike û li temamî Kurdistanê ji xwe re avakirina yekîtiya neteweyî û siberojeke azad a gelan bixe armanc. Armanca me ya nîhaî, domandina tifaqa hilbijartinê, berfirehkirina tifaqa Kurdistanî, bihêzkirina xebatên yekîtiya neteweyî û avakirina siberojeke demokratîk ya gelên Kurdistanê ye. Ew gava ku me avêtiye, divê bê mezinkirin û mayîndekirin.
16 Nîsan 2019