Temel: HDP mîrasa têkoşîna siyaseta Kurd û rêxistinên Tirkiyeyê ye

Cîgirê Hevserokê me yê Giştî Tayîp Temel, derbarê geşedan û zext û fişarên dawî yên li ser partiyê me de, ji Politic Press'ê re axivî:

Politic Press: HDP wek partiyeke siyasî, sîwaneke piralî ye, di nava xwe de nêrînên gelek rêxistinan dihewîne. Ev demeke dirêj e HDP wek partiyeke siyasî her bi êrîş û girtinan re, bi operasyona hikumeta AKP’ê ve tê rojevê, gelo hûn vê nêzikatiyê çawa dinirxînin?

Tayîp Temel: HDP partiyeke 8 salî ye, lê ew li ser mîrasa têkoşîn û tecrûbeyeke mezin ya bi salan hatiye avakirin. Hem serboriya têkoşîna siyaseta Kurd, hem jî tecrûbeya têkoşîna partî û rêxistinên Tirkiyeyê yên çep, demokrat, azadîxwaz û sosyalîst, fikriyata HDP’ê pêk tînin. Ev karakterê pirreng û pirdeng ê HDP’ê, tesîrê li ser çêbûn, nûbûn û belavbûna bernameya polîtîk û taybetmendiya rêxistinî ya HDP’ê jî dike. Lewma jî nêrînên gelek rêxistinan di nav HDP’ê de tên hewandin. Ev nêrîn hem HDP’ê dewlemend dikin hem jî bihêz dikin. Ji ber ku karakterê sosyolojîk û siyasî yê Tirkiyeyê zêde kozmopolît û cur bi cur e, lewma HDP jî dixwaze bibe navenda têkoşîna wan cudahiyan û di navbera wan hêzan de ahengêkê pêk bîne û pirekê ava bike. Ev rola HDP’ê li dor prensîbên siyasî û etîkê hatine diyarkirin.

Politic Press: Tirkiyeyê, di van rojên dawî de êrişel li dijî endamên HDP’ê kir, heta niha çend endamên HDP’ê hatine destgîrkirin û zindanîkirin?

Tayîp Temel: Ji ber ku HDP siyaseteke piralî dimeşîne, hemû cudahiyên azadîxwaz, aştîxwaz û demokrat di nav xwe de dihewîne, lewma nemaze piştî wê pêvajoyê her tim rastî êrişan hat. Ji wê demê heta niha nêzî 17 hezar HDP’yî hatin binçavkirin, jê nêzî 7 hezar kes hatin girtin. Ev operasyonên hikûmetê ne operasyonên hiqûqî lê yên siyasî bûn ku hiqûq jê re wek maske hatibû dîtin. Ji wê rojê heta niha bi gelek hincetan HDP her tim rastî operasyonan hat.

Operasyona siyasî ya dawî ku biryara destgîrkirina 82 kesan hatibû dayîn jî di nav vê çarçoveyê de bi awayekî zelaltir tê fêmkirin. Piştî têkbirina maseya aştiyê, AKP bi nijadperestên Tirk ên wek MHP, Ergenekon û Ötükeniyan re hevkarî kir û programeke nijadperest û Tûranî danî ber xwe. Îro jî li gorî wê bernameyê tevdigere. Ew operasyon jî hem bi vî karakterê hikûmetê re têkildar e, hem jî bi geşedanên siyasî yên navxweyî re. Ji ber ku hem li nav Tirkiyeyê hem jî li derveyî Tirkiyeyê (Kurdistan; Iraq, Sûriye, Lîbya, Behra Spî, Ege û Kafkasya) di nav aloziyeke mezin de ye û rewşa aborî her ku diçe xerabtir dibe, ew dixwazin vê yekê bi êrişeke nû ya li dijî HDP’ê temam bikin.

Politic Press: Îro li gorî rêjeya dengan li hemberî operasyonên hukumetê gel dernakevin qadan, sedema vê çi ye?

Tayîp Temel: Rast e îro çalakiyên kuçe û kolanan li Tirkiyeyê qels bûne. Lê derketina qadan, xwepêşandan û protesto mafekî esas û demokratîk e. Li welatên demokratîk, ev maf tu carî nayê nîqaşkirin. Lê li welatên totalîter ev maf, ji aliyê rejîmên faşîst ve tê qedexekirin. Tirkiye jî di nav wan welatan de ye ku ev mafê rewa û demokratîk ji aliyê rejîmê ve hatiye qedexekirin. Kî derkeve derve, kî daxwaza mafekî bingehîn bike, ji aliyê hêzên rejîmê ve rastî zext û fişarên mezin tê. Kî daxwaza mafên xwe bike, an tehde lê tê kirin, an ji kar tê derxistin an jî tê girtin. Ev polîtîka piştî teşebisa derbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê bi awayekî sîstematîk hat meşandin. Ev karakterê rejîmên totalîter e. Lê ev nayê wê maneyê ku gelan dev ji daxwazên xwe, ji mafên xwe yên demokratîk û rewa berdane. Û bi ser de her ku diçe hêrs û kîna gelan zêdetir dibe. Hikûmet dibêje qey bi zext û zor û qedexeyan gel wê ji daxwazên xwe vegerin, lê di dîrokê de tu gel bi vî awayî ji mafên xwe yên sereke venegerîne. Ev muamele tenê pirsgirêkan aloz, tevlihev û taloq dike.

Politic Press: Li Tirkiyeyê li gor rêjeya 7’ê Hezîranê, HDP niha li ku dere ye û hêza wê çiqas e?

Tayîp Temel: 7’ê Hezîrana 2015’an, di dîroka Kurdan û Tirkiyeyê û di serboriya têkoşîna demokratîk de teqabûlî serdemeke giring dike. HDP’ê wê demê bi rêjeyeke mezin meşrûiyet û temsîliyeteke mezin bi dest xist. Lê em dizanin ku potansiyela HDP’ê ji rêjeya 7’ê Hezîranê wêdetir û zêdetir e. Em 7’ê Hezîranê û encamên wê pir giring dibînin û ji bo pêşerojê dinirxînin, lê di şert û mercên îro de tenê bi nostaljiya 7’ê Hezîranê em nikarin tevbigerin. 7’ê Hezîranê di têkoşîna me ya demokratîk de tenê rawestgehek e, em dizanin ku di şert û mercên asayî de hêza me, potansiyela me ji wê rêjeyê zêdetir e. 

Di 7’ê Hezîranê de HDP’ê ji %13,12 deng wergirt. Piştî wê hilbijartina ku ji aliyê AKP’ê ve nehat qebûlkirin anku di hilbijartina 1’ê Mijdarê de HDP’ê ji %10, 76 deng wergirt. Lê di wê navberê de tu rewşereke asayî tunebû û encamên ku derketin holê tabloya rastîn a Tirkiyeyê nîşan nade. Lê di hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an de ligel hemû zext û fişaran HDP’ê rêjeya dengê xwe zêdetir kir û ji %11, 7 deng wergirt.

Ev tablo nîşan dide ku, her çend zext û fişar zêde bin û hikûmet bi hemû hêz îmkanên xwe, li dijî têkçûna HDP’ê plan û hesaban bike jî, HDP hêza xwe xurttir dike û alternatîfa herî mezin a opozîsyonê bi xwe ye. Em baş dizanin ku di şert û mercên asayî de ev rêje dê zêdetir bibe û hêza HDP’ê wê zêdetir derkeve pêş. Lê di vir de divê em aşkera bikin ku hêza HDP’ê tenê bi rêjeya hilbijartinan nikare bê pîvandin. HDP ji bilî vê rastiyê, dînamîzma herî mezin û hêviya herî xurt ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ye. HDP ji hilbijartina wêdetir, navenda têkoşîna hevpar a gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ye.

Politic Press: Li hemberî van girtin û binçavkirinan HDP bi dij derketineke girseyî difikire, ger difikire bo vê dixwaze bi çi rengî biçe nav gel?

Tayîp Temel: Dîroka gelê Kurd û têkoşîna demokratîk bi gelek nimûne û serboriya binçavkirin, girtin û zilmê ve tije ye. Ne tenê HDP, heta niha gelek partiyên din jî rastî her celeb zext û reftarên zordariyê hatin. Lê di dawiya dawî de ev têkoşîn û berxwedan didome û heta bigihêje qonaxa serfiraziyê dê tu carî raneweste. Lê di şert û mercên îro de, em derneketina derve û kêmbûna çalakiyên girseyî bi tenê bispêrin zext û zorên hikûmetê, ev yek dê me bixapîne. Lewma jî em hemû opsiyonan di nav hevdu de difikirin û ji bo veçirandina vê atmosferê amadekariyên xwe dikin û ji bo bilindkirina asta berxwedan û têkoşînê danûstandinê ligel hemû pêkhate û hêzên demokratîk ên Kurd û Tirkiyeyê dikin.

Politic Press: Gel, civak wekî berê pistgirî didin HDP’ê, ger nadin sedema vê çi ye?

Tayîp Temel: Piştgiriya gelan û civakê ya ji bo HDP’ê ne tenê piştgiriyeke demborî ye. Li gorî nêrîn û çavdêriya me ev piştgirî ligel zext û fişarên hikûmetê ne qels dibe, lê her ku diçe zêdetir û bihêz dibe. Em têkiliya xwe ya gel û civakê ya berê û niha bi çavekî rexneyî dinirxînin, lê bi nêrina me, di warê piştgiriya HDP’ê ya gel de tu qelsî û kêmasî tune. Em piştgiriyê tenê bi derketina derve û kuçe kolanan nanirxînin. Hin aloziyên konkonkturel hene ku em li ser wê difikirin û riyên çareseriyê jê re peyda dikin. Ez dikarim bibêjim ku di nav vê atmosfera şer û pevçûnê de, di nav bernameya dewlet û hikûmetê ya ku dixwaze HDP’ê ji kokê ve tune bike de, hebûna HDP’ê, têkneçûyîna HDP’ê wek mûcîzeyekê ye. Her çend Kurd zêdetir destekê bidin HDP’ê jî, îro li hemû der û deverên Tirkiyeyê, gelên Tirkiyeyê jî piştgiriyê didin HDP’ê. 

Pilitic Press: HDP wek partiyeke siyasî li parlementoya Tirkiyeyê bi dengê gelan cih digire, gelo wek partiyekê çiqas dikare rola xwe bilîze?

Tayîp Temel: Îro ligel vê tabloya ku me li jor behs kir, HDP hem li parlementoyê hem li derveyî parlementoyê rola xwe dilîze. Çimkî ji bo HDP’ê parlemento jî qadeke giring e di riya çareserkirina pirsgirêka Kurdan û ya temamî gelên Tirkiyeyê de. Ji ber ku HDP mane û roleke wiha li parlementoyê bar dike, lewma jî koma me ya parlementoyê hemû derfetên parlementoyê bi kar tîne. Di vê atmosfere de jî bi çalakiyên xwe yên cur bi cur rojevê jî diyar dike û bandorê li ser hikumetê jî dike. Ji ber ku HDP rojeveke xweser diyar dike, kar û çalakiyên cur bi cur pêk tîne, li hemberî polîtîkayên hikûmetê deng derdixe, lewma îro rastî zext û fişarên hikumetê te, derbarê parlementeran de lêpirsin, doz û fezleke tên amadekirin.

Politic Press: HDP li gor bername û projeyên xwe dikare xizmetê civakê bike?

Tayîp Temel: Bername, rêzikname û projeyên HDP’ê ji bo xizmeta civakê hatiye avakirin. Civakparêzî, di bernameya HDP’ê de xaleke sereke û bingehîn e. Tecrûbeya HDP’ê ya rêveberiyên herêmî bi gelek nimûneyên giring yên xizmetguzariyê ve tije ye. Her wekî din polîtîkaya navendî ya HDP’ê jî dîsa li ser van esasan ava bûye. HDP bi çi awayî xizmeta civakê dike? HDP li dijî şer aştiyê diparêze, HDP li dijî zordestiyê, wekheviyê diparêze, HDP li dijî faşîzmê demokrasiyê diparêze, HDP li dijî yekdengî û yekrengiyê, pirdengî û pirrengiyê diparêze. Parastina van nirxan jixwe bi tena serê xizmeta civakê ye. Bernameya aboriyê ya HDP’ê jî li ser esasên civakparêziyê hatiye avakirin. Her çend bi zext, zor û krîmînalîzasyonê bixwazin rê li ber vê bernameya HDP’ê bigirin jî, HDP tu carî xwe civakê dûr naxe. Çimkî HDP ji bo civakê heye, berjewendiya civakê di ser her tiştî re di hişmendiya HDP’ê de.

13 Cotmeh 2020