Temel: Divê ev berxwedan li hemû meydanên hilbijartinê û Newrozê belav bibe

Parlementerê me yê Wanê Tayîp Temel û Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz, li Amedê derbarê grevên birçîbûnê de daxuyaniyek dan çapemeniyê:

Dayika Aştiyê Kudret Eryılmaz: 

Ev berxwadana bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir li hemû girtîgeha û dinyayê belav bû. Em vê berxwedanê silav dikin, înşala dê bigihêje encamê û bi ser bikeve. Ez dayika girtiya me. Em bang li hikûmetê dikin û dibêjin "êdî bes e vê zilmê bi dawî bikin". Em bang li wezîrê dadê dikin da ku ew tecrîd li ser serokê me bê rakirin. Me van zarokan xwedî nekir da ku zarokê me di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin. 

Ez bang li Emîne Erdogan dikim. Emîne tû jî dayik î. Tu zarokê xwe nebînî tu yê çi bikî? Tu çima halên me dayikan nabînî? Rewşa zarokên me ne baş in, em naxwazin şehadet ji girtîgehan derkeve. Rebê min, tu kezeba dayikan neêşîne. Em li pey zarokên xwe ne û bi îzna Xwedê em ê bi ser bikevin.  

Em soz didin dê ev berxwedan bi ser bikeve

Parlementerê me yê Wanê Tayip Temel: 

Me dengê dayikê bihîst. Em jî li ser navê çalakvanên Amedê hemû berxwedêrên zindanan, yên Ewropayê, dîlên azadiyê ji dil û can, bi baweriya serkeftinê û bi rihê Newrozê silav dikin. Dayikên me 2 roj e ji bo ku encamek xirab dernekeve holê li vir rûdinên. Em li vir dîsa di hîzura dayikan soz didin ku dê ev berxwedan bigihîje encamê. Ev berxwedana ku bi tevlîbûna bi hezaran didome bû destaneke berxwedanê. Em sozê li ber dayikan didin ku ev berxwedan dê bi ser bikeve û dê tecrîda li ser birêz Ocalan û hemû civakê bişikê. Dê dengê birêz Ocalan bigihêje hemû civakê. 

Divê ev berxwedan li hemû meydanên hilbijartinê û Newrozê belav bibe  

Îro 17’ê Gulenê ye duh salvegera komkujiya Helepçe bu. 3 roj şunde Newroz e. Em bang li hemû civakê dikin ku bi rihê newrozê li berxwedana zindanan xwedî derkevin. Guh bidin dengê dayikan. Ev berxwedan meşrû û rewa ye. Em dubare bang dikin. Ew bi hemû hêza xwe bi ser me de jî bên, bi darê zorê bi ser avahiyên me de bigirin jî me dît ku tirsa dixwazin biafirînin têk çûye. Ji ber ku ev gel evîndarê azadiyê ye. Azadî bi tirs û xofê bi ser nakeve. Em jî van hevalên ku hatine vir û dayikan silav dikin û spas dikin. Ev berxwedana ku li Amedê dest pê kiriya divê li hemû meydanên hilbijartinê û Newrozê belav bibe. Em bi hestên şoreşger ya zindanan hemû gelê xwe silav dikin dayikên ku hatine vê derê bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin.

 

17 Adar 2019

Etiketler: #tayîp temel