Têkoşîn û bîreweriya Denîz, Huseyin û Yusuf, riya me ronî dike û hêz dide têkoşîna me ya azadiyê

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Di ser îdamkirina Denîz Gezmîş, Huseyin Înan û Yusuf Arslan re 49 sal derbas bûn. 49 sal berê di 6’ê Gulana 1972’yan de hersê şoreşger hatin îdamkirin. Bi îdamkirina van hersê şoreşgeran xwestin ku daxwaza azadî, wekhewî û şoreşê ya gelên Tirkiyeyê tune bikin. 

Îdamkirina 3 şoreşgeran, tu carî daxwaza şoreşê tune nekir û bi ser de jî bîr û bawerî, xîret û xebata ji bo azadî, wekhevî û şoreşê ya gelan bi hêztir kir. Loma jî îro têkoşîn û bîreweriya Denîz, Huseyin û Yusuf di dilê milyonan de ye. Îro jî ew daxwaza ku li ser mîrasa têkoşîna Denîz, Mahîr, Mazlûm û Îboyan berz û bilind bûye, riya me ronî dike û hêz dide têkoşîna me ya ji bo azadiyê. Di nav zext, zor, faşîzm, gendelî û talana ku îro derketiye meydanê de, têkoşîn, daxwaz û xeyala wan şoreşgeran îro baştir tê fehmkirin û zêdetir digihêje wateya xwe ya dîrokî. Ji bo wê jî em li ser wê mîrasê îro jî ji bo gelên xwe wê têkoşînê mezintir dikin. 

Wextê ku ew şoreşger hatin îdamkirin, wan li ser sêdareyê gotibû “Bijî biratiya gelê Kurd û Tirk”. Ew xewn û xeyala wan, ew xebat û xîreta wan îro jî li dijî şer, pevçûn, berberî û zordariyê riya herî rast a siberoja gelên me ye. Ew daxwaza wan ji bo me îro bûye banga “têkoşîneke hevpar” û bingeha têkoşîn û hebûna me ya siyasî. 

Şoreşger tu carî serî li ber desthilatdaran natewînin û çok venadin. Loma jî ferqeke wan a mezin heye ji berjewendperestên ku pişta xwe dane gel. Zihniyeta ku ew hersê şoreşger îdam kir, îro jî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, dixwazin gelan neçar bihêlin û textê yê desthilatiyê qayîm bikin. Loma jî her kesê ku dengê xwe derdixe û hemû azadîxwazan diavêje zindanan, planên derbeyan dike, îradeya gel desteser dike û dixwaze siyaseta demokratîk bifetisîne. 

Di 49’emîn salvegera îdamkirina wan de, em di serî de Denîz, Huseyin û Yusuf û hemû têkoşer û şoreşgerên ku di riya azadî, şoreş û demokrasiyê de canê xwe feda kirine, bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Nav û dengê wan, têkoşîna wan dê her tim di dilê gelan de bijî. Ji bo avakirina jiyaneke azad û yeksan, em ê li wê mîrasa berxwedanê xwedî derkevin û wê têkoşînê bilindtir bikin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

6 Gulan 2021