Taşdemir: Hersê jinên ji Komara Domînîkê îro bûne Sêvê, Sara û Hevrîn Xelef

Berdevka Meclisa Jinan a HDPê Dîlan Dîrayet Taşdemir, li Wanê di 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinê de axifî. Taşdemir axaftina xwe wiha domand.

Çapemeniya hêja, jinên delal hûn hemû bi xêr hatine. Em îro li Wanê, li qadan tundiya li ser jinê şermezar dikin. Lê mixabin îktîdara AKPê îro ji bo ku em dernekevin qadan çi ji destê wan hat, kir. Ne tenê li Wanê, ji bilî vir li Stenbolê, li Batmanê, li Şirnexê jinan xwestin derkevin qadan û tundiya li ser xwe şermezar bikin, lê mixabin derketina wan a qadan hatiye qedexekirin.

Îktîdara AKPê naxwaze dengê jinan bibihîze, loma derketina qadan qedexe dixe

Hûn jî dizanin, îro 25ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser jinê ye. Li hemû dinyayê jin derdikevin qadan û tacîz, tecawîz û tundiya li ser jinan rexne dikin û dixwazin polîtîkayên îktîdaran ya li ser jinan şermezar bikin. Lêbelê îro li her derê derketina jinan a qadan hatiye qedexekirin. Îktîdara AKPê jî îsal li gelek deveran naxwaze dengê jinan bibihîze û dixwaze vê meşa jinan û dengê jinan bibirre.

Jin dixwazin bijîn

Hevalno, bi rastî jî jin, ev demeke dirêj e di dîrokê de rastî her cure tundiyê tên. Lê jin li hemberî vê tundiyê her ku diçe berxwedana xwe zêde dikin. Lêbelê em dizanin ku ev hevdeh sal e, tundiya li ser jinan, tacîz û tecawiza zarokan her ku diçe zêdetir dibe. Li her derê xwesteka jinan ew e ku mafê wan ê jiyanê hebe û ew bijîn. Jin bang dikin û dixwazin bibêjin “em dixwazin bijîn”. Ji ber ku êdî jin bi awayekî curbicur têne qetilkirin. Li qadan, li nav malan, li her derê rastî êrişa tundiya dewletê, rastî hişmendiya mêran tên û têne qetilkirin.

Di sala 2019an de 300 jin hatine qetilkirin

Li gorî sala par ji %24 tacîz û tecawîza li ser zarokan zêdetir bûye. Di sala 2019’an de 300 jin hatine qetilkirin. Ev ne tesadûf e, ev hemû encamên polîtîkayên AKPê ne. AKP dixwaze ku jin li hemberî tundiyê dengê xwe bilind nekin, îradeya xwe dernexin holê û tenê rizayê nîşanî vê tundiyê bidin. Ji ber wê jî çi ji destê wan tê, li hemberî jinan ew pêk tînin. Îro derketina qadan tê qedexekirin. AKP polîtîkayên li hemberî tundiyê naxe meriyetê. Saziyên jinan yên ku li hemberî tundiyê derdikevin, tundî li ser wan tê kirin. Em wek jinan dikarin bibêjin ku îktîdara AKPê bi tunditiyê li ser piyan dimîne. Ji ber ku îro li hemberî wan muxalefeta herî mezin jin in û ji ber wê tundiya li hemberî jinê xurt dikin.

Zihniyeta qeyûm hemû saziyên jinan girtin

Yekemîn dixwazin jinan bêparastin bihêlin. Bi rêya, bi zihniyeta qeyûm, saziyên jinan hatin girtin. Di nav şaredariyan de sîstema jinan, daîreyên jinan hebûn lê dest dane ser hemûyan û ew vala kirin. Piştra jî jinên ku derdiketin qadan û tundiya li ser jinan şermezar dikirin hatin girtin û ew avêtin zindanan. Em bala xwe didinê îro li zindanan, ji dayikan bigire heta ciwanan, ji parlementeran bigire heta hevserokên jin hemû di zindanan de û berxwedana xwe mezin dikin. Naxwazin tundî derkeve holê, dixwazin îradeyê bişikînin. Bi vî avayî dixwazin rejîma xwe li ser tundiyê ava bikin û wisa li ser piyan bisekinin. Îro zihniyeta AKP ya qeyûm ev yek xistiye meriyetê. Naxwaze jin bi îrade li ser piyan bisekine.

Ji ber ku jin civakê vediguherîne, loma dixwazin rejîmeke yekzilamî biafirînin

AKP vê polîtîkayê ne tenê di nava Tirkiyeyê, her wekî din li derveyî welat jî vê polîtîkayê dimeşîne. Li Rojava, têkoşîna jinên Rojava, têkoşîna jinên Bakurê Sûriyeyê, dixwazin bi zihniyeta DAIŞê ji holê rakin û sîstema DAIŞê ya ku jinan dike kole, derxin pêşiya jinan. Dîsa li her derê dixwazin dest bidin ser destkeftiyên jinan. Dixwazin Peymana stenbolê feremoş bikin. Dixwazin mafê nefeqeyê ji ortê rakin û hemû serkeftinên jinan binpê bikin. Em dixwazin ew ji hemû jinan gelekî ditirsin, ji ber ku ew dizanin têkoşîna jinan têkoşîna azadiyê ye têkoşîna wekheviyê ye. Ji ber ku jin civakê jî ji aliyê demokrasiyê ve vediguherîne, ew jî dixwazin rejîmeke yekzilamî biafirînin. Jinan ji bo xwe wek tehdîd dibînin. Loma ewqas êrişî jinan dikin.

Hersê jinên ji Komara Domînîkê îro bûne Sêvê, Sara û Hevrîn Xelef

Lêbelê, bila baş bizanibin, çawa 60 sal berê li Komara Domînîkê, 3 jinan li hemberî tundiya dewletê û ya zilaman îro li çar aliyê dinyayê belav bûye. Li Şîliyê heta Libnanê, ji Libnanê heta Amerîkaya Latînê, ji Amerîkaya Latînê heta Kurdistan û Rojavayê, jin li ser piyan e. Hersê jinên Komara Domînîkê îro bûye Sêvê, Sara, Hevrîn Xelef û ev meş û ev serhildan mezin bûye. Jin tu carî li hemberî zilaman, li hemberî polîtîkayên dewletê serî natewînin. Jin wê tu carî nesekinin û wê AKPê ji îktîdarê bixînin. Ew jî vê yekê dizanin loma ewqasî tûj êrişî jinan dikin. Em careke din hemû bi hev re bibêjin: JIN JIYAN AZADÎ