Şoreşa gelan, jinan, ciwanan; Şoreşa Rojava pîroz be!

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Di sala 2011’an de piştî şerê navxweyî gelên li Sûriyeyê, li dijî cîhadî û çeteyên wek DAIŞ, El Qaîde û rejîma BEES’ê, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de riya sêyemîn dan ber xwe û çarenûsa xwe tayîn kirin.

Riya sêyemîn, Şoreşa Rojava ya ku li Kobaniyê hat avakirin, piştre belavî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Kurdan, her wekî din, ji bo Ereb, Tirkmen, Ermen, Siryan û gel û baweriyên Sûriyeyê bû hêviya jiyaneke nû. Şoreşa Rojava, di nav rejîmên totaliter, dewletên cîran ên emperyalîst û hêzên cîhanî yên ku Sûriye ji xwe re kiribûn qada şer de, ji bo gel û baweriyan, ji bo jinan, ji bo ciwanan hêviya azadiyê geş kir.

Li dijî dorpêçkirina Rojava, li dijî êrişên bi destê cîhadiyan hatî kirin, li dijî koçberkirin, wêrankirin û dagirkirinê, gelên Bakurê Sûriyeyê, li îradeya xwedî derketin û têkoşîna ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, wekhev bi pêş xistin. Veguherîna civakî ya li Bakurê Sûriyeyê, îro baştir tê fehmkirin. Pêdiviya siberojeke ronak û demokratîk piştî 8 salên borî, îro zêdetir aşkera bûye.

Di 8’emîn salvegera wê de, em çirûska têkoşîna azadî û wekheviyê, mîlada azadiya gelan, Şoreşa Rojava silav dikin. Şoreşa Rojava li gelê Kurd, li temamî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li gelên bindest ên cîhanê pîroz be.

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

19 Tîrmeh 2020