Şopa li pey heqîqetê didome; Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be!

22’ê Nîsana 1898’an di dîroka rewşenbîrî û çalakiyên çapemeniya Kurdî de rojeke dîrokî û girîng e. 122 sal berê li Qahîreya paytexta Misrê, ji aliyê Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve yekem car rojnameyeke bi navê Kurdistanê hat derxistin. Rojname 15 rojan carekê dihat çapkirin û bi tevahî 31 hejmarên wê hatin derxistin. Her çend Rojnameya Kurdistanê ji ber zext û fişaran li diyasporayê hatibe derxistin jî, tîrêjên wê her tim Kurdistan geş kiriye û îro riya hezaran rojnameger û rewşenbîrên Kurd ronî kiriye. Ji ber vê taybetmendiya wê ya dîrokî, ew roj ji sala 1973’an heta niha wek Roja Rojnamegerên Kurd tê qebûlkirin û pîrozkirin. 

Dîroka çapemeniyê Kurdî, dîroka xwedîderketina zimanê dayikê, nasname û welat e. Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din, dîroka rewşenbiriya Kurdî û serencama berxwedaneke domdar e, ku xwe li ber bayê her cure zext û zordestiyê wergirtiye û di riya şopandina heqîqetê û ronahiyê de hêjayî pesn û payeyên qedirbilind e. 

Rojnameya Kurdistanê 122 sal berê li sirgûniyê dest bi çalakiyên xwe yên rewşenbîrî û rojnamageriyê kir, lê di ser re ewqas sal derbas bin jî, çalakiyên rewşenbîrî û rojnamegeriya Kurdî her tim rastî zilm, zor, qedexe û fişarên giran hat. Di tarîtiya salên 90’an de ji ber ku pabendên heqîqetê û dilsozên rastiya gelê xwe bûn, gelek rojnamegerên Kurd hatin qetilkirin, revandin û di zindanan de hatin cezakirin, lê baweriya wan bi tu awayî nehate şikandin. Ev berxwedan, şanaziya rojnamegerên Kurd, rûreşiya rejîmên faşîst e ku li rûpelên dîrokê hatiye nexşandin. 

Ji 1898’an heta tarîtiya salên 90’an, ji salên 90’an heta 2020’an, çalakiyên Rojnamegeriya Kurdî tu sînorên barbariyê û bariyerên faşîzmê nas nekiriye. Her çend piştî derbeya 15’ê Tîrmehê hemû rojname, ajans, kovar, çapxane û kanalên TV’yê hatibin girtin û gelek Rojnamegerên Kurd di zindanan de hatibin cezakirin jî, îro ew alaya Mîqdat Mîdhed Bedirxan û Mûsa Anteran li erdê neketiye û şopa heqîqetê bi serbilindî didome. Rojnamegerên Kurd ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemînin îro jî, li ber xwe didin, lewre tên girtin, cezakirin û rastî zext û fişaran tên. 

22’ê Nîsanê, Roja Rojnamegerên Kurd û çapemeniya Kurdî û 122’yemîn salvegera damezrandina Rojnameya Kurdistanê li temamî kedkarên çapemeniya Kurdî pîroz be! Bi boneya vê rojê, em hemû şehîdên çapemeniya Kurdî bi rehmet, bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînin. 

Tayîp Temel
Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê

22 Nîsan 2020