Sirri Sureyya Onder: Davutoglu got ‘Rojava ne xeta me ya sor e’

Parlementerê me yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, di axaftina xwe ya Komcivîna Budçeya 2017an de li ser proseya çareseriyê gotinên girîng anî ziman. Onder behsa Deklarasyona Dolmabahçeyê kir û got Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu jê re gotiye ‘Sirri Beg ji kerema xwe peyama me bigehînin. Rojava ne xeta me ya sor e’.

Beşek ji axaftina Onder ya li Komcivînê wiha ye:

Eva ku hûn dibînin wêneya Deklarasyona Dolmabahçeyê ye. Birêz Balûkenê ku niha girtî ye li pêş rûniştiye. Me bi du wezîr û serokê koma we re deklarasyona dîrokî îmze kiriye. Me dê banga kongreya berdana çekan bikira. Heyeta dewletê û ya hikûmetê ji Birêz Ocalan rica kirin da ku Ocalan pêşiya vê deklarasyonê banga kongreya berdana çekan bike.

Beyanata yekem a Birêz Serokkomar jî erênî bû û got “Hêviya me zêdetir bû, lê hevalên me li ser dixebitin”. Birêz Ocalan jî – ku heyeta li Îmraliyê jî wisa bang lê dikir – piştî ku deklarasyon hat xwendin got “bila heyeta çavdêriyê were. Li Îmraliyê li qata jor bi sîstema konferansê, li maseya ku li vir hatiye danîn û di hizûra heyetê de ez ê dîroka kongreya berdana çekan diyar bikim”. Heta ji bo dîrokê jî mutabakatek hebû, hewl didan bigehînin Newrozê.

Dema gotin “bila were qeydkirin” nîqaşa li ser heyeta çavdêriyê sekinî

Hikûmetê piraniya navên ku dê di nav heyeta çavdêriyê de bûn pêşniyar kiribû: Ji Ahmet Taşgetiren bigirin heta Hilal Kaplan gelek kes hebûn. Dema gotin “bila ev axaftin were qeydkirin” nîqaşa li ser heyeta çavdêriyê sekinî. Ev nav ji aliyê medyayê ve hat zanîn û ragihandin. Hikûmetê ji bo vê jî em sûcdar kirin. Me bi hev re ji RTUKê tespît kir ku ev nav ji aliyê kanaleke nêzikî hikûmetê hatine ragihandin. Loma pirsa me ya “kîjan dewlet” derbarê vê meseleyê de girîng e. Dewleta ku aştiyê dixwaze yan dewleta ku aştiyê pûç dike? 

Balûkenê ku herî zêde ked daye niha di zindanê de ye

Birêz Ocalan, dê banga berdana çekan li PKKê bikira. Hikûmet jî ji vê yekê memnûn bû û bi vî awayî ev wêne li Dolmabahçeyê hat kişandin. Birêz Îdris Balûkenê ku herî zêde ked da îro girtî ye. Heyeta me ya ku Birêz Balûken jî tê de bû 117 caran bi heyeta dewlet û hikûmetê re hevdîtin kir. Hemû ked ji bo xatirê peydakirina zimanekî hevpar û sekinandina xwînê bû.

Davutoglu got “Rojava ne xeta me ya sor e”

Birêz Davutoglu, di hevdîtineke bi Heyeta Îmraliyê de ji min re got “di destpêkê de Rojava ne di rojeva proseya çareseriyê de bû. Çi çêbû ku niha em her li ser Rojava nîqaş dikin û nikarin pêngavekê pêş de biçin?” Min jî jê re got “Rojava ne mifteya proseya çareseriyê ye, lê îmkana vekirina deriyê çareseriyê dihewîne”. Her wiha min jê re got “ti qîmeta mudaxelekeye eskerî ya dewleta Tirkiyê li Rojhilata Navîn nîn e, lê em dikarin ya ku hûn navê Misak-ı Milli (Sonda Netewî) lê dikin bi sînorên sistkirî veguherînin “mala gelan”. Tenê helwesta me ya ku projeyeke demokratîk pêşkêş bike dê bikaribe piştigiriya gelên herêmî bigire”. Davutoglu jî got “Birêz Önder, ji kerema xwe re ji wan re bibêjin ku ji bo dewletê û burokrasiya ewlehiyê Rojava ne xeta me ya sor e” 

Eger wezîrek, serokê koma AKPê yan jî Davutoglu bibêje “Önder rastiyê nabêje”, ez ê lêborînê bixwazim.

10 Kanûn 2016