Sibel Yiğitalp: Peykerê dayika ku şîna zarokên xwe digire, kî aciz kir?
Parlementera me ya Amedê Sibel Yigitalp pêşniyaznameyek da Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û xwest ku hîn bibe gelo kî, çima û çawa Abîdeya Roboskiyê xera kiriye.

“Di 28ê Kanûna 2011an de balafirên şer ên Hêzên Çekdarî yên Tirk li gundê Roboskiyê ya ser navçeya Qilebanê ya Şirnexê êrîşî gundiyan kir û di encamê de 22 jê zarok, bi tevahî 34 welatî hatin kuştin. 4 sal berî niha ji bo bîranîna qurbaniyan, li Parka Rojava ya li navçeya Kayapinarê ya Amedê Abîdeya Roboskiyê hat çêkirin. Peykertiraş Suat Yakut di vê abîdeyê de 8 maketên fuzeyê û peykera jineke ku destê xwe vekiriye û şîna xwe digire çêkir û navên 34 gundiyên Roboskiyê li ser mermeran nivîsand. Di 8ê Çileya 2017an de di berbanga sibê de û bi çavdêriya polîsan ev abîde bi tevahî hat xerakirin û navên 34 qurbaniyên li ser mermeran nivîsandî jî hat parçekirin. 

Her ji ber vê, em wek Partiya Demokratîk a Gelan dixwazin bizanin gelo; 

1) Abîdeya Roboskiyê ji bo çi hat rakirin?

2) Beriya ku Abîdeya Roboskiyê were xerakirin fikra gel hatiye pirsîn?

3) Peykerê dayika ku şîna xwe digire kî aciz kiriye?

4) Hikûmeta we digot ku “em ê dewaya Qetlîama Roboskiyê bêencam nehêlin”, lê niha çima tehemmulê abîdeya vê qetlîamê jî nakin?

5) Abîde, ji bo ku êş û şermên divê neyên jibîrkirin tên çêkirin da ku di hefizeyê de her hebe. Bi xerakirina Abîdeya Roboskiyê we xwest em Qetlîama Roboskiyê ji bîr bikin?


9 Rêbendan 2016