Şerê Birakujiyê xiyanet e ji bona şehîdên Kobaniyê

Berdevkê Partiya me Osman Baydemîr, li Meclisê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişande ser şerê di navbera YBŞ/YŞJ û Pêşmergeyên Roj û axaftina xwe wiha temam kir:

Şerê Birakujiyê heram e. Ji kê tê bila bê, şerê Birakujiyê nayê qebûlkirin. Ji Nemir Mela Mistefa Barzanî heyanî îro, ji Şêx Seîdê Kal, ji Seyîd Riza heyanî îro, şerê Birakujiyê xiyanet e ji bona hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê. Şerê Birakujiyê xiyanet e ji bona şehîdên Pêşmergeyên qehreman. Şerê Birakujiyê xiyanet e ji bona şehîdên Kobaniyê.

Ji bona vê yekê banga me li hemû biraderên me û li hemû xwîşk û birayên me heye, gerek şerê Birakujiyê îro û vê saetê raweste. Çi mişkulat, çi kêşe hebin, gerek bi danûstandin û bi îstişare û bi muzakere werin çareserkirin.

Ji şerê Birakujiyê hemû gelê Kurd û Kurdistanê ne razî ye û ne mimkun e ku razî be jî. Li Kobanî, li Şengal, li Kerkuk, li Mexmûr, keç û xortên vî welatî, vê axa pîroz jiyana xwe ji dest dan. Ji bo çi? Ku îro xwîn bête rêtin, ev fermana Kurdan e.

Banga me ya HDPê ew e ku rojek beriya rojekê, deqeyek beriya deqeyekê ev şerê Birakujiyê were rawestandin. Banga me li hemû siyasetmedarên Kurd û Kurdistanî ew e ku, wan bi xwe jî daxuyanî dabûn ji bona ku şerê Birakujiyê pêk neyê. Em bang dikin ku xweyî li gotinên xwe derkevin, xweyî li sozê xwe derkevin.

3 Adar 2017