Serdana Ebadî plana şerekî nû li dijî kurdan e

Parlamenterê me yê Mûşê û Cîgirê Koma me ya Parlamenê Ahmet Yildirim ragihand ku serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî bo Tirkiyeyê, serdana dijminatiya kurdan û planên leşkerî bû.

Îro Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî ji bo hevdîtinên fermî çûbû Tirkiyeyê û bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anîbû. Parlamenterê bajarê Mûşê yê HDPê Ahmet Yildirim li ser serdana Ebadî bo Tirkiyeyê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku ev serdana planên nû yên şer in. 

‘LI DIJÎ KURDAN POLÎTÎKAYÊN MIRIN Û KUŞTINÊ BIRÊVE BIRINE'

Yildirin destnîşan kir ku, "Ev serdan ji bo aştiya, biratî û aramiya Rojhilata Navîn pêk nehatiye. Di naveroka vê serdanê de dijminatiya kurdan, rageşî û planên leşkerî hene. Em dizanin ku li Rojhilata Navîn ev 100 salên pirsgireka kurdan heye, hertim xwîn hatiye rijandin û hertim li dijî kurdan polîtîkaya mirin û kuştinê hatiye birêvebirin. Ji îro şûnda tiştên ku em lê bawer dikin; ax û erdnîdariya Rojhilata Navîn bi taybetî jî Kurdistan ji xwînê têrbûye. Pêdiwiya Rojhilata Navîn ne şer e, ne xwîn rijandine, ne jî pevçûne, pêdiwî bi aştiyê, aramiyê heye."

Yildirim wiha pê de çû: "Nenaskirina gelê me yê Başûr, di serî de nenaskirina referandûmê dide nîşandan ku dîsa li dijî kurdan tiştên qirêj pêk hatine. Tiştên ku ez derbarê serdana Ebadî de bibêjim; dîsa li hev kirina şer e. Lê pêdiwiya Rojhilata Navîn ne şer e, aştî û aramiye."

‘JI ALIYÊ RÛMETÊ VE ME ŞIKAND'

Parlamenterê HDPê got: "Biryara rawestandina encama referandûmê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê de şaş e. Yan dive di 25ê Îlonê de referendûmê pêk nehata an jî ev êdî dive nayê rawestandin. Lewre ev referendûm encama biryara gelê kurd e û kurdan îradeya xwe dan nîşandan. Hûn dikarin encamên nivîskî bidin rawestandin, lê hûn dê çawa helwest û îradeya gelê Kurdistanê dê bidin rawestandin. Evqas bêpolîtîkabûyîn û pêşeroj nedîtî bi rastî min şaş û metal hiştiye û ji aliyê rûmetê ve jî me şikandine."

‘PIŞTÎ KU BASKÊ KURDISTANÊ ŞKANDIN, BEHSA DIYALOGÊ DIKIN'

Yildirim diyar kir ku, "Yên kesên li wê derê tifaqa xwe yê neteweyî bikar neyne û berjewendiyên şehsî bide beriya netewa xwe, ev encamp dertên beriya wê. Me ji roja eşkere kirina encamadana referandûmê ji aliyê birêz Barzanî ve, piştgiriya xwe eşkere kir û balkişand ser tifaqa neteweyî. Heta niha kes vê yekê guhdar nekir, piştî ku gelê kurd şkandin bê rûmet kirin, radibin dibêjin em encamê didin rawestan an jî em dixwazin bi rê û rêbazên diyalogê çareser bikin. Belê 20 roj berê vê yekê pêk banîtina gelek bihêz bûn. Piştî ku baskê Kurdistanê şkandin behsa diyalogê dikin. Wan bê bergal, bê siyaset gav avêtin. Windakirina mafê gelê me yê başûr, windakirina 4 parçeyên Kurdistanê ye."

 

25 Cotmeh 2017

Etiketler: #ahmet yildirim , #kerkûk