Sebir û sersaxî ji bo civata Amedsporê

Nameya sersaxiyê ya Berdevkê Partiya me Ayhan Bilgen ji Serokê Klûba Amedsporê Nurullah Edemen re ya derbarê kaptanê Amedsporê yê ku di qezaya trafîkê de wefat kiribû. 

Birêz Nurullah Edemen

Serokê Klûba Amedsporê

Kaptanê tîma we Sehmus Ozer di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Em bi vê xeberê dilxem bûn. 

Xwedê rehma xwe li Şehmus Ozer bike û serê malbat û xizm û hevalên wî û civata Amedsporê sax be û Xwedê sebirê bide we. 

Amedspor hem di nav futbolê de hem jî di nav burokrasiya sporê de li dijî cudakerî û vederkirinê hewldana fair play dide û Şehmus Ozer jî sembola vê hewldanê yê girîng bû. Alîgirên Amedsporê û civata sporê dê wî her bi van taybetmendiyên wî yad bikin.

Ayhan Bilgen

Partiya Demokratîk a Gelan

Berdevkê Partiyê

Parlementerê Qersê