Şandeya PEN Internationalê anku Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî serdana partiya me kir

Şandeya PEN Internationalê anku Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî, serdana Navenda me ya Giştî kir û li gel Berdevkê Partiyê me Ayhan Bîlgen, Cîgirên Hevserokên Giştî Fatma Kurtulan, Saruhan Oluç û Sezaî Temellî civînek pêk anî.

Şandeya PEN Internationalê, nemaze derbarê zext û fişarên li ser nivîskaran û azadiya fikr û derbirrînê û lêpirsînên derbarê rojnamevanan de metirsiyên xwe anî ziman. Şandeyê bal kişand ser rewşa Hikûmetê ya ku OHALê (Rewşa Awarte) îstîsmar dike, azadiya derbirrîn û medyayê sînor dike, rê li ber rexneyê digire û di meydana girseyî de perspektîf û nêrînên cuda mehdûd dike. Şandeyê destnîşan kir ku, li Tirkiyeyê sînorkirina medyayê ne tiştekî nû ye, lê ew kiryar piştî teşebisa derbeyê zêdetir bûne.

Şandeyê destnîşan kir ku derbarê van geşedanên li Tirkiyeyê de, dê li qada navneteweyî de, xeteke palpiştiyê ava bikin û ji ber êrîşên li ser HDPê û parlementerên HDPê, dê her piştgiriya xwe ragihînin.

Nûnerên HDPê derbarê geşedanên li Tirkiyeyê yên berî OHALê û piştî OHALê de dosya û raportên berfireh arasteyî şandeya PEN Internationalê kirin. Her wisa, derbarê arîşeyên HDP û muxalefata demokratîk û qedexe û êrîşên li ser wan de ew agahdar kirin.

Şandeya HDPê piştî civînê, wergera kurteçîroka Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş a bi navê Halep Ezmesî (Mehita Helebê) da şandeya PEN Internationalê.