Sala 2017an dê bibe sala demokrasîxwazan, ne ya desthilatxwazan
Di sala nû de, Hevserokên me yên Giştî, parlementerên me, hevşaredarên me, rêvebir û endamên me û gellek kesên ku têkoşîna ji bo demokrasiyê didin, di girtîgehan zindanîkirî ne. 

Di serî de Hevserokên me yên Giştî û gellek hevalên me ji ber ku li dijî “rêveberiya tek mirovî” derketin, wek rehîne hatin zindanîkirin. 

Hevalên me ji ber ku;

-Ji ewên ku digotin ‘an serokatî an kaos’ re gotin ‘herdu jî na’; 
-Li dijî ewên ku dixwestin geh li nav Tirkiyeyê geh li derveyî Tirkiyeyê ‘konsepteke ewlehiyê ya netewî ya nû’ ava bikin derketin;
-Têkoşîna ji bo aşitî, demokrasî, yeksanî, prensîbên dadmendiyê yên gerdûnî û azadiya jinê didan wek rehîne hatin girtin. Em û hemû civak vê rastiyê pirr baş dizanin. 

Hevserokên me yên giştî û parlementerên me, bi awayekî derqanûnî û li dijî qaîdeyên Qanûna Bingehîn a heyî ya derbeyê û bi hevkariya darêzgêrî û hikûmetê hatin zindanîkirin û li Meclisê bi rêkeftina AKPê-MHPê ve, “rêveberiya tek mirovî” tê avakirin û bilezûbez ji bo “desthilatiya mutleq” guherandina Qanûna Bingehîn kete rojevê. 

Em ê têkoşîna xwe ya li dijî guherandina Qanûna Bingehîn a ku li Meclisê bi piraniya rayan, di şertên derveyî meşrûiyeta demokratîk de hatî derxistin, di sana nû de, di Komcivîna Meclisê de jî berdewam bikin. Em ê li dijî “desthilatiya mutleq” û “rêveberiya tek mirovî”, muxalefeta xwe ya demokratîk û daxwazên xwe li gorî pêdiviyên civakî bînin ziman. 

Di sala 2017an de rê û rêbaza avakirina welatekî demokratîk, rawestandin û astengkirina vê ferasetê ye. Ji bo bidestxistina zêdetir demokrasî, maf û azadiyê; ji bo bergirîkirina van bêedaletiyan; ji bo têkoşîna aşitî, yeksanî, ked û azadiya jinê, divê em vê helwesta xwe bibiryar bidomînin.

Em dikarin sala 2017an bikin saleke serkeftî ya nirxên mirovahiyê, mafên gerdûnî, yeksanî û têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê. Di sala 2017an de hêza sereke ya ku dikare rê li ber “rêveberiya tek mirovî” bigire, îradeya kesên ku têkoşîna edalet û demokrasiyê dimeşînin bi xwe ye. 

Em bi van raman û hestan, em hêvî dikin ku sala 2017an ji bo gelên me û hemû cîhanê bibe sala “hêvî”yê. 

Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDPê
31 Kanûn 2016