Riya rast riya diyalog, demokrasî û aştiyê ye, ne operasyon û şer!

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî: 

Tirkiye ji sala 1983’yan vir ve, li ser axa Herêma Kurdistanê, bi hinceta “ewlehiya sînor” operasyonên asmanî û bejayî pêk tîne. Ji wê salê heta niha di encama wan operasyonan de şer û pevçûn girantir bûn û riyeke çareseriyê nehat peydakirin. Di ser re 38 sal derbas bûn lê îro jî ew operasyon bi heman şeklî tên berdewamkirin. 

Di encama wan operasyonên asmanî û bejayî de, gelek sivîl hatin qetilkirin, gelek gund hatin valakirin û şewitandin, xisareke mezin li ser siruşt û civakê hat çêkirin. Lê hikûmetan heta niha bi reşkirin û manîpulasyonan, rastiya şer û binpêkariyên mafê mirovî û têkçûna aboriyê veşartin. 

Hikûmeta îro jî vê polîtîka û xeletiyê ji bo berjewendiyên xwe didomîne. Aştiyê di nav gelan de ava nake û li şûna wê bi heman armancî operasyonên asmanî û bejayî li axa Herêma Kurdistanê pêk tîne. Herî dawî jî di 24’ê Nîsanê de hate ragihandin ku operasyoneke nû hatiye destpêkirin. Gelê Herêma Kurdistanê van operasyon û êrişên ku mal û milk û canê wan dike armanc qebûl nake û ji bo ku ev operasyon bên rawestandin dengê xwe bilind dike.

Operasyonên asmanî û bejayî yên ku bi hinceta “ewlehiya sînor” tên kirin, beriya her tiştî êrişa li dijî riya çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd e. Serwerkirina hikm û nêzikatiya polîtîkayên şer û pevçûnê ye. Ev rêbaza ku 38 sal in bi israr tê domandin pirsgirêkan girantir dike û rê li ber çareseriyê jî digire.

Li Tirkiyeyê her ku diçe qeyrana aborî, civakî û siyasî kûrtir dibe. Gelek kes bêkar hatine hiştin û her roj gelek kes ji ber vê qeyranê xwe dikuje. Hemû çavkaniyên ku ji bo şer hatine terxankirin, civak ber bi xizanî û qeyraneke mezin ve biriye. Ev rêbaza ku 38 sal in tê domandin, wek doh îro jî xisareke mezin dide gelan.

Li hindur û li derve, kengî hikûmet tengav bibe, her tim bi operasyonên asmanî û bejayî rojevê diguherîne. Serokê Banka Navendî bi awayekî zelal aşkera kir û got “balafirên me bêpere nafirin”. Ev yek jî nîşan dide ku hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo şer tên terxankirin û “128 milyar dolar” li ku ye. Hikûmet polîtîkayên şer û pevçûnê bi israr didomîne û qeyranan mezintir û girantir dike.

Di 38 salan de aşkera bû ku polîtîkayên ewlehî, şer û pevçûnê, tu tiştî çareser nakin û giriftiyan mezintir dikin. Ji bo wê jî em careke din dibêjin riya rast riya aştiyê ye, riya diyalog û çareseriya demokratîk e. 

Wek HDP, em ji bo rawestandina şer û avakirina aştiya civakê amade ne û careke din banga diyalog û danûstandinê dikin. Wek doh em îro jî dibêjin riya rast riya diyalog, demokrasî û aştiyê ye, ne operasyon û şer!

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

2 Gulan 2021