Riya me riya siyaseta demokratîk û riya aştiyê ye

Hevserokê me yê Giştî Selahattin Demirtaş di nameya xwe de bal kişand ser rewşa girtin û desteserkirina parlementerên me û got: 

Di van rojên dawî de li ser rêvebir û endamên HDPê yên bajar û navçeyan muameleyên wek desteserkirin û girtinê zêdetir bûn. Di serî de ez dixwazim aşkere bikim, ev muamele ne hiqûqî ne. Divê hevalên me werin berdan. 

Desthilatî, bi operasyonên li dijî HDPê ve, dixwaze ku tengavbûna xwe veşêre. Em ê ti carî nehêlin ku ew vê mesûliyetê biavêjin stûyê me û em vê yekê qebûl nakin. 

Derbarê şermezarkirina êrîşan û vekolana ronîkirina wan çalakiyan de amade ne. 

Desthilatî me hedef nîşan dide û bi desteserkirin û girtina me ve dibêje “me failên wan êrîşan girtin”. Eger desthilatî vê yekê îspat bike, em jî amade ne ku demildest îstîfa bikin. 

Berpirsê siyasî yê êrîşên bombeyî AKP bi xwe ye û divê hesab bidin gel. Divê li parlemanê jî li her derê jî hesabê vê yekê bidin. Divê rê li ber van êrîşan bigirin. Ew vî welatî bi vî awayî bi rê ve dibin. 

Em derbarê meşandina siyaseta demokratîk de bibiryar in. Pirsgirêk bi rêbaza siyaseta demokratîk têne çareserkirin. Divê siyasetvan Meclisê karîgertir bikin da ku pirsgirêkan çareser bikin. Bi bêfonksiyonkirina Meclisê ve ti kêşe nayên çareserkirin. 

Riya me riya siyaseta demokratîk û riya aştiyê ye, em di vê riyê de bibiryar in. Em ê vê helwesta xwe bidomînin.

Selahattin Demirtaş

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan

13 Kanûn 2016