Rakirina Abîdeya Robozikê sûcdariyekê dihewîne û qebûleke psîkolojîk pesend dike.
Di sala 1937an de di dema şerê navxweyî yê li Spanyayê de li ser asîmanên bajarokê Guernicayê firokeyên komkujiyê difirrîn. Firokeyên Elmanyaya Naziyan, li wî bajarokî bi sedan mirov qetil kirin. Picasso, tabloyeke bi navê Guernicayê ya ku hayraza navê xwe ji wî bajarokî werdigire çêdike û tê de wê trajediyê dinexşîne. 

Generalekî Elman, wê tabloyê dibîne ji Picasso dipirse: “Te ev tablo çêkiriye?”
Picasso lê vedigere û dibêje “Nexêr, te çêkir.”

Ez, piştî Komkujiya Robozikê çûm bajarokê Guernicayê yê li devera Baska Spanyayê ji bo ku behsa vê komkujiyê bikim û min li gel Şaredarê Guernicayê û rêvebirên komeleya malbatên qurbaniyan dît û ez wê demê serencama navê vê çîroka navdar hîn bûm. Di rastiyê de, hin reftarên faşîst ên vê dawiyê em tûş bûnê, dişibe vê çîroka Picassoyê. 

Abîdeya Robozikê ya ku ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ya Amedê li Parka Rojava hatî çêkirin, bi destê peykersazekî hêja hatibû çêkirin. Lê esas mîmarê vê abîdeyê, ew ên ku komkujî pêk anîbûn bixwe ne. Di encama vê komkujiyê de ya ku bi xelkeya fermanan ên gewremirovên dewletê hatî pêkanîn de, 34 mirovên sivîl hatin qetilkirin. Niha jî ew qeyûmê ku bi derbeya Hikûmetê wek Şaredarê Kayapinarê hatî tayînkirin, Abîdeya Robozikê bi makîneyan ji cihê wê rakirin. 

Li Amedê rakirina Abîdeya Robozikê ya ji aliyê qeyûm ve, di rastiyê de beyana îradeyekê ye. Ev îrade xwe aşkere dike û sûcê xwe eyan û beyan dike. Ev xemnexurî û bêwijdaniyê ye. 

Ji destpêka komkujiyê ta îro, ew îradeya ku di nav dewletê de xwedanê hikmekê ye, hê jî neguheriye û berpirsyariya wê komkujiyê li xwe girtiye. Piştî komkujiyê, Serokwezîrê wê demê û Serokkomarê niha Recep Tayyip Erdogan, spasiya xwe pêşkêşî Serfermandariya Giştî kir. Ev gotin jî aîdî wî ye ku hincet bo komkujiyê digeriya: “Hebûna komeke 40 neferî, êrîşênMêrgesav û Xantepeyê tînin bîra me ku çek li qantiran hatibû barkirin. Wê demê jî digotin çima mudaxeleyî van nekirine.” 

Piştî vê komkujiya ku gellek jê zarok 34 mirov hatî kuştin, heta niha kesekî jî ceza nexwariye. Lê piştî vê rûdanê zext û fişareke mezin li ser Gundê Robozikê û xelkê Robozikê hat meşandin. Ez gellek caran hatim derdestkirin, niha wek rehîne hatime girtin, gundiyên min gellek caran hatin derdestkirin, li ser gund rêveberiyeke awarte heye, Komeleya Roboskiyê hatiye girtin û herî dawî jî Abîdeya Robozikê hatiye rakirin… 

Qeyûmê ku li Şaredariya Kayapinarê hatî tayînkirin, bi rakirina wê abîdeyê ve, sûcdariyeke psîkolojîk pesend kiriye. Xuya ye, ji bo ev komkujiya ku di mesûliyeta Hikûmetê de ye were jibîrkirin, abîde ji cihê wê hatiye rakirin. Lê bila bizanibin ku em kujeran nas dikin û dizanin. Û heta ku ew kujer lêborînê nexwazin û cezaya nekêşin, di hişûbîra me de Abîdeya Robozikê dê ti carî neyê jibîrkirin. 

Ferhat Encu
Parlementerê Şirnexê
17 Rebendan 2017 
Girtîgeha Kandirayê