Qeyrana Kapîtalîzmê dê veguhere û bibe azadiya gelan!

Meclisa Partiya me, di 16'ê Tebaxê de civîna xwe bi online pêk anî, geşedanên siyasî û rojane nirxand û encamnameyek bo raya giştî ragihand: 

ENCAMNAMEYA CIVÎNA MECLISA PARTIYÊ YA 16’Ê TEBAXA 2020’AN

Qeyrana Kapîtalîzmê dê veguhere û bibe azadiya gelan!

Di dema pandemiyê de careke din aşkera bû ku pergala kapîtalîzmê di nav qeyraneke mezin de ye û nikare hebûna xwe bidomîne. Di vê dema ku qeyranên aborî, siyasî, ekolojîk, çandî û civakî her ku diçe kûrttir dibe de, her qeyranek bandorê li hev dike û encamên wan jî bi hev ve girêdayî ne.

Pergala kapîtalîzmê ji bo ku xwe ji vê qeyranê rizgar bike, her ku diçe zêdetir amûrên zext û zor û tundiyê bi kar tîne. Lîderên popûlîst ên rastgir û otorîter û amûrên tehdeyê yên netewe-dewletan her cure zordariyê li ser gelan ferz dikin û dixwazin wisa xwe ji wan qeyranan rizgar bikin.

Li dijî vê yekê, gel, jin, kedkar, bindest û ciwan îradeya xwe ya azadî û yeksaniyê her roj bi awayekî xurttir nîşan didin. Ji Rojhilata Navîn heta Amerîkaya Latîn û Behra Spî, ji Afrîkayê heta Ewropa û Amerîkayê, li her derê cîhanê berxwedana li dijî zext û tundiyê, didome. Di vê têkoşînê de gel wê bi ser bikevin, ew desthilatiyên kapîtalîst ên kedxwar ên ku dixwazin bi zextê li ser piyan bisekinin dê di rûpela reş û tarî ya dîrokê de bên qeydkirin.

Dixwazin bi şer û dagirkeriyê li ser piyan bisekinin!

Di nav vê qeyrana navneteweyî de desthilatiya tekparêz û otorîter a li Tirkiyeyê jî ji bo berdewamkirina desthilatiya xwe, wekî her caran şer, dagirkerî û talanê didomîne. Li hindur piştî ku maseya Dolmabahçeyê hat xerakirin, plana “têkşikandinê” ya berê hatibû amadekirin kete meriyetê û cardin pêvajoya şer hat destpêkirin. Di vî şerî de hemû dewlemendî û çavkanî ji bo şer hatin dabînkirin û erdnîgariya Kurdan hate şewitandin. Her wisa şer ne tenê li hindur, li derveyî Tirkiyeyê jî hat gurkirin û hemû qaydeyên navneteweyî tên binpêkirin ji bo ku konsolidasyona navxweyî bê kirin.

Bi taybetî di pêvajoya dawî de, ev desthilatî çiqas qeyranên wan ên navxweyî kûr bibe, ewqas destê xwe dirêjî der û deverên din jî dike. Lewma jî li Egeyê û li Behra Spî ragêşî û pevçûnan xurt dike û pêkvejiyana gelan dixe xetereyê û li şûna dîplomasiyê zimanê şer û êrişkariyê bi kar tîne. Li aliyekî dibe parçeyekî pevçûna di navbera Azerbaycan û Ermenistanê û li aliyê din cîhadiyên ku ji Sûriyeyê kom dike dişîne Lîbyayê û li pey armancên Neo-Osmanî û emperyal dikeve.

Armanca me ya nîhaî ew e ku em li dijî van polîtîkayên şer û wêrankirin û pevçûnê bisekinin û ji bo aştiyê têkoşîneke hevpar ava bikin.

Ji bo pirsgirêka Kurd, pêdivî zêdetir bi çareseriya demokratîk heye!

Di nav vê qeyrana kapîtalîzmê ya gerdûnî û rengvedana wê ya li devera me de ku bi şer û pevçûn û koçberkirin û dagirkeriyê hatiye hilweşandin, tenê çareseriya demokratîk û adil a pirsgirêka Kurd dikare Tirkiye û Rojhilata Navîneka Demokratîk ava bike. Çimkî Kurd hem di warê cografîk, hem di warê siyasî û hem jî di warê stratejîk de li navenda Rojhilata Navîn in û hemû pirsgirêkên li deverê hema hema bi pirsgirêka Kurdan ve girêdayî ye.

Li Rojhilata Navîn rejîmên ku tundiyê diafirînin û îxracî deverê dikin, dixwazin pirsgirêka Kurd jî bi zext û zorê çareser bikin. Lê rewşa Kurdan û çareserkirina pirsgirêka Kurd li temamî deverê bingeha jiyana demokratîk e. Ev yek beriya her tiştî bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan ve girêdayî ye ku pêkanîna aştiyê li ser vî esasî ye. Çimkî pergala ku li Îmraliyê tenê ji bo Birêz Ocalan hatiye avakirin, îro li temamî Tirkiyeyê û li ser gelên herêmê hatiye belavkirin û bûye pergaleke faşîst. Desthilatiya otorîter, populîst, li deverê tecridê, cudakariyê, binpêkirina mafên mirovî û reftarên derhiqûqî esas digire vê yekê dike rêbazeke birêvebirinê û rejîmeke faşîst ava dike. Her wisa daxuyaniya derengmayî ya CPT’yê ku piştî serdana Îmraliyê dabû, vê Pergala Îşkence û Tecrîdê ya Îmraliyê teyîd û aşkera dike. Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan, dixwazin rê li ber bandora wî ya li ser gelan û hewldana wî ya ji bo çareseriyeke demokratîk û pêkanîna aştiyê bigirin. Lewma jî têkoşîna li dijê vê rejîmê û li dijî Pergala Îmraliyê, îro erkeke sereke ya hemû hêzên demokratîk û şoreşger e.

Em ji tecrûbeya xwe ya dîrokî îro baş dizanin ku pirsgirêka Kurd tenê bi daxuyaniyan û bi soz û gotinan nikare bê çareserkirin. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke dîrokî, civakî ye, lewma jî çareserkirina wê jî bi pêşxistina projeyên çareseriyê, bi wêrekî, bi berxwedaneke li dijî rejîma zordar dikare bê çareserkirin. Em wek HDP berpirsyariya xwe dizanin û amade ne ku bi hev re pirsgirêka Kurd çareser bikin. Em hemû rîsk û zehmetiyên vê pirsgirêkê baş dizanin. Lewre jî, em dubare ji raya giştî re radigihînin ku em hemû hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd erênî dibînin û bi xwe jî amade ne û dikarin rola xwe bilîzin. Her wisa em bangî hemû aktorên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen û temamî raya giştî dikin da ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rola xwe bilîzin û înîsiyatîfê wergirin.

Li dijî xizanî û bêkariyê em ê hilberînin û bi xwe bi rê ve bibin û aboriya gelan ava bikin!

Di pêvajoya pandemiyê de rewşa aborî ya gelên Tirkiyeyê her ku diçe xerabtir dibe. Encamên pandemiyê bandora xwe zêdetir li ser aboriya gelan dike. Rejîma Serayê ji bo ku ev tabloya xizaniyê dernekeve holê, rojevê bi mijarên portatîf diguherîne ku bêkarî, xizanî neyê dîtin, neyê axaftin. Heta bi îstatîstîkan dixwaze vê rewşê berovajî bike, lê rewşa hatiye wê radeyê ku êdî nikare bi tu tiştî bê niximandin. Desthilatî û sermaye wek her tiştî pandemiyê jî wek “Xêra Xwedê” dibîne û kedkaran di şertên dijwar de wek kole dide xebitandin, di kampan de kar û xebatê li ser wan ferz dike. Ji bo alîgirên xwe, ji bo berjewendiyên sermayedaran tenduristiya gel tê îxlalkirin û riyên hovane tên ceribandin.

Ev pergal alîgirên rejîma Serayê û sermayedaran dewlemend dike, ji % 99’ê gel xizan û mihtac dike. Li dijî vê pergalê riya çareseriyê ya esas a rizgariya gelan, têkbirina desthilatiya AKP-MHP’yê û hilweşandina nîzama kedxwariyê ya neolîberal e. Îro bi awayekî lezgîn, divê bêkarkirin bê qedexekirin, daxwaza destûra bi destheq bê qebûlkirin û dahata nîzamî/mehane ji bo her kesê ku ketiye ber lepê pandemiyê û di rewşeke zehmet de ye bê misogerkirin. Em dizanin ku xizanî û bêkarî ne qeder e, ev encamên pergala kapîtalîzmê û polîtîkayên tifaqa AKP-MHP’yê ne.

Li dijî vê qeyrana aborî û pirsgirêkên siyasî, çandî, ekolojîk, civakî, li dijî şer û pevçûnê, riya çareseriyê ya yekane em HDP ne. Em ê bi feraseta xwe ya ku xwe dispêre hilberînê û yeksaniyê esas digire, van qeyranan çareser bikin. Em ê aboriya gelan a li ser esasên hilberandin û birêvebirinê ava bikin.

Peymana Stenbolê xeta me ya mor e!

Li dijî feraseta desthilatiyê ya ku tundiya li ser jinê teşwîq dike, em wek pergala xwe ya hevserokatiyê, Peymana Stenbolê jî ji xwe re wek “xeta mor” dibînin. HDP partiyeke jinan e. Hem di nav partiyê de hem jî li her cihê ku em lê dijîn, em têkoşîna yeksanî û azadiyê ya jinan diparêzin. 

Em ê li dijî pratîkên tundî û zext û zorê ya desthilatiyê, berxwedana HDP’yê bilind bikin. Çawa ku em xwedî li hemû destkeftiyên jinan derdikevin, em ê piştgiriya Peymana Stenbolê jî bikin û bi îradeya xwe têkoşîn û berxwedana jinan biparêzin. Em desthilatiyê hişyar dikin ku bila ji niyet û emelên xwe yên qirêj ên li dijî Peymana Stenbolê biterikîne!

Li dijî desthilatiya mêran, em ê di nav xwe de jî li derve jî têkoşîna xwe bilind bikin!

Her wisa, em ê hem di nav feraseta dewletê de, hem di nav nêzîkatiya desthilatiyê de hem jî di nav xwe de li dijî vê hişmendiyê her tim têkoşîna xwe bidomînin. Ev rêgez, bingeha hebûna me ya siyasî ye û berpirsyariya me ya li dijî dîrok û gelên me ye. Helbet ev feraseta mêrane ya bi salan, wisa bi hêsanî nikare bê tunekirin. HDP di nav xwe de jî vê yekê wek qadeke têkoşînê dibîne û di her qadên partiyê de jî dê rê nede ku ev çand, ev nêzikatî bi pêş bikeve, belav bibe.

Partiya me piştevanê jiyana azad û yeksan e û dê bi perspektîfa “Jin Jiyan Azadî” li Tirkiye û cîhanê têkoşîna li dijî hişmendiya mêrane bilind bike.

Em ne berjewendiyên şirketan, em tendurista gel diparêzin!

Gelên Tirkiyeyê îro bi qasî gefa vîrûsa koronayê, her wekî din di bin xetereya polîtîkayên AKP-MHP’yê yên ku tenduristiya gel esas nagire û tenduristiyê wek bazirganiyê dibîne de ye. AKP-MHP, nikare bi encamên tenduristî, aborî, civakî re serederiyê bike û bi ser navê “normalîzasyonê” ne tenduristiya gel lê berjewendiyên sermayedaran diparêze. AKP-MHP rê li ber belavbûna vîrûsa koronayê nagire. Guh nade pêşniyaz û hişyariyên kedkarên tenduristiyê û bi awayekî şefaf vê pêvajoyê bi rê ve nabe, rastiyan ji gel vedişêre û her ku diçe nikare serederiyê bi belavbûn û encamên pandemiyê re bike. Lewma jî tenduristiya gel dixe bin xetereyê û ewlehiya jiyînê ya kedkarên tenduristiyê misoger nake.

Li dijî pandemiyê, jiyana me hemûyan bi hev ve girêdayî ye! Em çiqas xwe biparêzin, em ê ewqas civakê biparêzin. Em ji gelên xwe re dibêjin ku werin EM BI HEV RE tedbîrên xwe bigirin, torên xwe yên piştgirî û piştevaniyê ava bikin û tenduristiya xwe, siheta xwe biparêzin. Divê desthilatî mafê tenduristiyê û debara gel misoger bike. Divê ne li gorî berjewendiyên sermayedaran û şirketan, li gorî tenduristiya gel tevbigere û xizmetên tenduristiyê yên bêpere, yeksan û bi zimanê dayikê ji bo her kesî qebûl bike û bi cih bîne.

Em ê mafên xwe yên hatine xesbkirin û azadiya xwe bi dest bixin!

Desthilatî çiqas nikaribe bi rê ve bibe ewqas zext û zora xwe zêde dike, esasên hiqûqî binpê dike û normên gerdûnî nas nake. Hemû daxwazên demokratîk û mafên bingehîn bi riyên antî-demokratîk tên tepeserkirin û dewleteke polîsan tê avakirin. Ev tifaqa faşîst, ji bo bekaya desthilatiya xwe Baro, Ode û Sendîka jî di nav de, êrişî civaka sivîl dike.

Desthilatî her dewlemendiya welatê me û deverê pêşkêşî şirketên alîgir dike û hemû çavkaniyên sererdê û binerde talan dike. Der û deverên ku bi hezar sal in li ser piyan mane, îro ji aliyê desthilatiyê ve tên wêrankirin. Desthilatî rewşa pandemiyê ji xwe re wek fersendekê dibîne.

Li dijî vê rewşê HDP dê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê bernede û tu qadên demokratîk dê neterikîne. Partiya me mafê her zindiyê ku li wî welatî dijî diparêze û têkoşîna ekolojîk û talana li ser dewlemendiyên me ji xwe re wek bingeha hebûna xwe ya siyasî dibîne.

Em ê qeyûmên dagirker û zihniyeta dagirker a li pişt wan tu carî qebûl nekin!

Îro şaredariyên me bi rejîma qeyûman tên birêvebirin. Em dibînin ku di yekemîn salvegera dagirkeriya qeyûman de êdî ev pergal bûye pergaleke îdarî û li temamî Tirkiyeyê tê belavkirin. Di nav salekê de, hemû reftarên rejîma Serayê, mafên hemwelatiyê yên gelê Kurd bi awayekî fîîlî nas nake û binpê dike. Zimanê Kurdî, çanda Kurdî û nasnameya Kurdî û statûya wê nayê qebûlkirin û mafên jirêzê yên gelê Kurd bi awayekî aşkera tê binpêkirin. Îro bi awayekî aşkera, mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Kurd hatiye xesbkirin.

Salek berê şaredariyên me yên ku bi îradeya gelê me hatibûn hilbijartin, ji aliyê desthilatiya siyasî ve hate dagirkirin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Lê em îro dibînin ku ew qeyûm şaredariyan talan dikin û bi skandalên gendeliyê tên rojevê. Qeyûmên ku li şûna îradeya gel hatine tayînkirin, tên parastin, gendeliyên ku derbarê wan de derketin meydanê wek “propagandaya rêxistina terorî” tê tawanbarkirin. Lê em îro dibînin ku rezaletên wan û reftarên wan aşkera bûne û loma desthilatî mecbûr maye ku qeyûman li qeyûman tayîn bike.

HDP, xwedî li îradeya sindoqan derdikeve û berpirsyariya xwe ya li dijî îradeya gel a ku ji sindoqan derketiye baş dizane. Em qeyûmên dagirker û feraseta li pişt wan qebûl nakin û em ê tu carî qebûl nekin û em ê bi riyên hiqûqî her tim hesabên van reftaran ji wan bipirsin.

Em 1’ê Îlonê bi şîara “Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî” pêşwazî dikin!

Me hêvî bi Bernameya xwe ya Têkoşîna Demokratîk mezin kir û em wê hêviyê di 1’ê Îlonê de tînin qonaxeke nû.

Li dijî êrişên kapîtalîzmê û hêzên otorîter ên li devera me, em hêviya aştiyê gur û geş dikin. Em ê têkoşîna demokratîk bilind dikin û di 1’ê Îlonê de bi şîara “li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî” pêşwazî dikin û wê bi Meşa Demokrasiyê û Hevdîtinên Demokrasiyê ve dikin yek.

Dem dema xurtkitina têkoşîna demokratîk, dem dema bihêzkirina têkoşîna jiyaneke yeksan û avakirina aştiyê ye. Dem dema ronîkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn a bi meşaleyên aştiyê ye.

Mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax, bajar bi bajar… Em bangî hemû gelên xwe dikin: Werin em zincîra aştiyê ava bikin û bi meşaleyên aştiyê BI HEV RE têkoşîna xwe bilind dikin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Meclisa Partiyê

18 Tebax 2020