Peyama sersaxiyê ya Hevseroka me ya Giştî Figen Yuksekdag ji bo Hikûmeta Rûsyayê û Gelên Rûsyayê

Ez sersaxiyê li gelên Rûsyayê dikim.

Balyozê Federasyona Rûsyayê Andrey Karlov di encama sûîqesteke siyasî de hate kuştin. Ev tawan nîşan dide ku pêwendiyên tarî cardin di meriyetê de ne. Ev yek rasterast encama nakokiyên şer ên herêmî û atmosfera şer aşkere dike. 

Ez vê tawanê şermezar dikim û sersaxiyê li Hikûmeta Federasyona Rûsyayê, gelên Rûsyayê û malbata Andrey Karlov dikim. 

Mixabin, ev karesat ji ber xemnexurî, xemsarî û bêberpirsyariya saziyên dewletê qewimiye. Em hemû hêvî dikin ku li vî welatî cardin karesatên bi vî rengî neqewimin. 

Partiya me li dijî şer û komkujiyan, dê bibiryar her hewl bide pireke palpiştî û biratî û aştiyê di nav gelan de ji Rojhilata Navîn heta Balkan û Qefqasyayê ava bike. 

Ez ji ber vê tawanê xemgîn im û cardin sersaxiyê dixwazim. 

Figen Yuksekdag

Partiya Demokratîk a Gelan

Hevseroka Giştî

20 Kanûn 2016