Hevserokên Me yên Giştî


Figen Yuksekdag

Di sala 1971ê de li Yumurtalıka Edeneyê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li Yumurtalıkê, lîse jî li Lîseya Ceyhanê ya Edeneyê temam kir û hê wan salan di nav tevgera jinan de dest bi xebatan kir. Yüksekdağ ji ber ku di sala 1992ê de beşdarî çalakiyên 1ê Gulanê bûbû, hate girtin û salekê di girtîgehê de ma. Di salên xwe yên lîseyê de û demên piştî wê de, di nav damezrîneriya Yêkîtiya Xwendekarên Lîseyî (Liseli Öğrenciler Birliği), Yêkîtiya Jinên Kedkar ên Lîseyî (Liseli Emekçi Kadınlar Birliği) û Yêkîtiya Lîseyiyên Demokratîk (Demokratik Liseliler Birliği) de bi cih girt. Di van salên xwe de her wekî din, di kovarên wekî Özgür Gençlik, Atılım û Sosyalist Kadın de nivîskarî û edîtorî kir û di nav damezrîneriya Komeleyên Xwendekarên Zanîngehê (Üniversite Öğrenci Dernekleri) de bi cih girt. Di sala 1998ê de daxilî lijneya weşanê ya Rojnameya Atılımê bû.

Yuksekdag bi awayekî çalak, di sala 2002ê de di Platforma Sosyalîstên Bindestan (Ezilenlerin Sosyalist Platformu) de dest bi siyasetê kir. Di heman salê de wekî Berendama Mebûsa Edeneyê ya serbixwe ya platformê, beşdarî hilbijartinê bû. Di sala 2004ê de dest bi Berdevkiya Navendî kir û heta operasyona Gayeyê ya 21ê Îlona 2006ê ya ku di çarçoveya vê operasyonê de hatibû girtin, ev wezîfeya xwe bi cih anî. Yuksekdag salekê di girtîgeha Gebzeyê de ma û piştî wê di proseya avakirina Komeleya Jinên Kedkar (Emekçi Kadınlar Derneği) de cih girt. Di heman demê de her wekî din di edîtoriya kovara Jinên Sosyalîst (Sosyalist Kadın) kir. Di sala 2009ê de, ji ber ku beşdarî merasima cenazeyê Kutsiye Bozoklarê bûbû cardin hate girtin û 6 mehan di girtîgehê de ma. Piştî ku ji girtîgehê derket, di sala 2010ê de di proseya partîbûna Platforma Sosyalîstên Bindestan de, di Kongreya Avakirina Partiya Sosyalîstên Bindestan de, wekî seroka giştî ya yekem ya partiyê hate hilbijartin.

Yuksekdag, yek ji endama damezrîner a tevgera Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG) a ku di 15ê Cotmeha 2011ê de hatibû avakirin de bi cih girt. Di avakirina KDGê de û di proseya partîbûna PDGê (Partiya Demokratîk a Gelan) de, Partiya Sosyalîstên Bindestan (PSB) di dereceya serokatiya giştî de temsîl kir. Di 22ê Pûşpera 2014ê de di Kongreya 2yem a PDGê de li gel Selahattin Demirtaş, wekî hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan hate hilbijartin.


Selahattin Demirtaş 

Di sala 1973ê de li navçeya Paliya Xerpêtê ji dayik bûye û dibistana seretayî û lîse li wir temam kiriye. Piştî xwendina lîseyê li Zanîngeha 9 Eylülê, li Dibistana Bilind, di beşa Rêveberî û Kargeriya Behrî de dest bi xwendinê kir. 2 salan di wê beşê de xwend û piştre ji ber sedemên siyasî bi mecbûrî xwendina xwe temam nekir. Piştî wê, cardin li Zanîngeha Enqereyê, di Fakulteya Hiqûqê de dest bi xwendina xwe kir. Piştî temamkirin û îcazegirtina Fakulteya Hiqûqê, heta demekê parêzerî kir. Piştî wê jî li Komeleya Mafên Mirovan, di Rêveberiya Şaxa Amedê de cih girt. Ji ber ku serokê Komeleya Mafên Mirovan a wê demê Osman Baydemir, wekî şaredarê Amedê hate hilbijartin, piştî wê, ew wekî Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan hate hilbijartin. Komele bi serokatiya Demirtaş, polîtîkayeke çak û çalak a derbarê kujernediyar (failî meçhûl) de meşand. Dîsa di wan deman de di nav damezrîneriya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (Türkiye İnsan Hakları Vakfı) û Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) ya Şaxa Amedê de bi cih girt. 

Demirtaş di sala 2007ê de di Partiya Civaka Demokratîk (PCD) de, bi awayekî çalak dest bi siyasetê kir û di hilbijartinên 2007ê de ji lîsteya Amedê ya PCDê û hêzên demokrasiya Tirkiyeyê ya hevbeş a bi navê ‘Berendamên Hezar Hêvî’(Bin Umut Adayları) wekî mebûsê dewra 23yem hate hilbijartin. Di Koma PCDê ya Parlemana Tirkiyeyê de bi cih girt û di 34 saliya xwe de cîgiriya serokê komê ya partiyê kir. 

Di sala 2009ê de piştî girtina PCDê, mebûsên PCDê derbasî Partiya Aştî û Demokrasiyê (PAD) bûn û di Kongreya Awarte ya sala 2010ê de Selahattin Demirtaş û Gülten Kışanak, wekî hevserokên PADê hatin hilbijartin. Di hilbijartina giştî ya 2011ê ya Tirkiyeyê de, di Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ya ku 18 tevgeran û PADê ava kiribû de, wekî mebûsê bajarê Hekarî yê dewra 24em hate hilbijartin. 

Di vê dewra dawî ya qonaxa agirbest û aştiyê de jî dîsa di PADê de wezîfeya hevserokatiyê pêk anî. Di Pûşpera sala 2014ê de di proseya partîbûna Kongreya Demokratîk a Gelan de ya ku yek ji pêkhateyên wê jî PAD bû, li gel Figen Yüksekdağ wekî hevserokê  Partiya Demokratîk a Gelan hate hilbijartin.