Partiya min a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartina 7ê Pûşpera 2015an de ji 6 milyonan zêdetir deng wergirt û benda hilbijartinê ya ji %10ê derbas kir û bi 80 parlementeran di Meclisê de hate temsîlkirin. Her wiha bi rêbaza siyaseta demokratîk û bi hêza sindoqê, nehişt ku AKP bi tena serê xwe bibe desthilatdar û bi tena serê xwe Makeqanûnê damezirîne. Recep Tayyîp Erdoganê ku di riya avakirina rêjîmeke “tek mirovî“ de her celeb pratîkên derqanûnî li ser xwe ferz kirî, ti rêz li encamên vê hilbijartinê negirt û avakirina hikûmetên koalîsyonê asteng kir û cardin hilbijartin li ser vî welatî ferz kir. Her wisa, di riya pêkanîna ‘emelên xwe de, ji ber ku bi kêrî wî nedihat “prosesa aştiyê“ ya ku 3 salan meşiya xilas kir û ev welat xiste nav atmosfereke şerr û pevçûnê.

Ji ber rewşa şerrî, hemwelatiyên me bi awayekî asayî, ketin nav endîşe û tirsa ewlehiyê. Her wisa di vê atmosfera tirs û xofê de hilbijartineke ji dûrî qayîdeyên yeksan/adil, hate kirin û di encamê de AKP cardin bû desthilatdar. 

Recep Tayyîp Erdogan, piştî encamên hilbijartina 7ê Pûşberê, kete nav haleteke panîk û endîşeyê û hebûna parlemento û hikûmetê piştguh kir, saziya darêzgêriyê û temamiya çapemeniyê xiste bin hikmê xwe û li vî welatî derbeyek pêk anî. Her wisa bi xemnexurî hebûna Makeqanûnê nas nekir û bi awayekî fîîlî rejîm guherand û biryarên Dadgeha Makeqanûnê bi aşkere nas nekir û dest danî ser dezgehên dewletê. 

Derbarê Erdogan de ta ji dewra wî ya Serokweziriyê îdiayên wek rişwet, dizî, fihêlkirina pereyê reş, çalakiyên derqanûnî yên li gorî ambargoya navdewletî ya li ser Îranê ya bazirganiya zêran û gellek tawanên cidî yên alîkariya çekdarî ya bo komikên terorîst ên li Sûriyeyê hene. Ji ber ku wî, saziya darêzgêriyê xistiye bin kontrola xwe, lêpirsînên derbarê van îdiayan de niha nikare were kirin. 
Erdogan baş dizane, heta hemû hêz û desthilatiyê nexe bin hikmê xwe, nikare bi awayekî mayînde, xwe ji van lêpirsînan rizgar bibe. Aşkere ye ku ji bo pêkanîna vê yekê, dê her tiştên deraqilî li ser xwe ferz bike. Wî ev welat xistiye wek gola xwînê û bi şandina cenazeyên li her çar aliyê Tirkiyeyê ve hestên neteweperest û şovenîst dermale kiriye û rabêja nefret û nijadperestiyê zêde kiriye. Her wisa bi derewa “welat di bin xetereya parçebûnê de ye“ girseya mirovan a li derdora xwe komkirî, li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û ber bi armanca xwe ve diçe. 

Bi tenê Partiya Demokratîk a Gelan dikare rê li ber vê armanca wî ya rejîma dîktayê ya ku wek Serokatî tê formulîzekirin, bigire. Ji ber ku partiya me di 1ê Mijdarê de jî benda hilbijartinê derbas kir û bi 59 parlementeran hate temsîlkirin, cardin Erdogan nikare bi tena serê xwe Makeqanûnê biguherîne. Her ji ber wê; ew dixwaze ku bi hilbijartineke pêşwext an ya navberê, komeke AKPê ya girêdayî wî ya ji 367 parlementeran pêk tê ava bike. 

Partiya me, polîtîkayên xwe li gorî struktura Tirkiyeyê ya ku li ser esasên pirr-çandî, pirr-zimanî û pirr-bawerî hatî avakirin, rêkûpêk kiriye û di nav xwe de nûnerên hemû nasname û baweriyan dihewîne. Em wek Tirk, Kurd, Ereb, Ermen, Tirkmen, Siryan, Mihelmî û gellek komên etnîk ên ku dilsozê demokrasî û pêkvejiyanê ne, hêvî dikin ku li Tirkiyeyê jiyaneke yeksan û adil mimkun e û ev jî bi riya demokrasiyeke plûralîst (piranîxwaz) û demokrasiya herêmî ya qewî û bi xweseriyan, pêkan e. 
Partiya me HDP, xwedî li têkoşîna rizgarî û azadiya jinê derdikeve. Partiya me, beşdarbûna yeksan a jinê ya siyasetê misoger dike û heta niha li Tirkiyeyê rêjeya herî bilind a temsîla jinê ya di nav siyaseta parlementerîzmê de pêk aniye. Rakirina parêzbendiya parlementerên me yên jin, li Tirkiyeyê gef û derbeyeke li dijî têkoşîna jinê ye. 

Em li dijî her celeb tûndûtûjiyê ne û bi raya me divê hemû kêşeyên me bi riya diyalog û mizakereyan bêne çareserkirin. Lewre HDP, ji bo Erdoganê ku dixwaze faşîzmeke tek mirovî, tek zimanî, tek mezhebî ava bike, wek “gefeke“ îdeolojîk tê fêhmkirin. 

Ji ber van sedeman, partiya me HDP, ji destpêkê heta îro, her tim bûye hedefa êrîşên Erdogan. Wî bi dek û dolaban û bi muameleyên derqanûnî û bi bombebaranê di hilbijartinan de serederî bi partiya me re dernexist û niha jî parêzbendiyên me li dijî qayîdeyên Makeqanûnê û Rêznameya Navxweyî ya Meclisê rakir. Ew êdî kesekî bêteref û serbixwe nîn e û qaşo dê me bi riya darêzgêriyê dadgeh bike. 
Hikûmeta AKPê parêzbendiyên me rakirin û li şûna wê zirxa parêzbendiyê li artêşê kir û ew dixwaze ku bi vê yekê leşkerên ku li bajarên Kurdan gellek kiryarên derqanûnî kirine, ji dadgehkirinê biparêze. Artêşa ku di 14ê Tîrmehê de ev zirxa parêzbendiyê lê hatî kirin, di 15ê Tîrmeha 2016ê de dest bi teşebisa derbeya leşkerî kir. Hikûmeta AKPê ji 7ê Pûşperê heta niha bi siyaseta şerr û pevçûnê û bi piştguhkirina siyaseta demokratîk û bi polîtîkayên şerrî hêz da artêşê û ew rayedar kirin da ku Meclisê jî bombebaran bikin. Piştî teşebisa derbeya têkçûyî, delîveyên pêkanîna aştiya civakî li dor prensîbên demokratîk mimkun bû, lê Erdogan û Hikûmeta AKPê biryar da û rewşa awarte li ser vî welatî ferz kir û ev welat bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de yên ku ji aliyê Lijneya Wezîran ve tên derxistin, îdare kir. Divê piştî teşebisa derbeyê riya demokrasiya bihatiba vekirin, lê ew pêk nehat û berevajî wê qonaxeke derbeyê ya din dan destpêkirin. Tayînkirina qeyûman a bo şaredariyên hilbijartî, îxraçkirina bi hezaran mamosteyan û derxistina Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de, nimûneyên herî konkret ên rejîma derbeyê ne. Berî hilbijartina 7ê Pûşperê bi polîtîkayên şerr, Erdogan û AKPê bi xwe zemîn û bingeha teşebisa derbeya 15ê Tîrmehê ava kir. Xuya ye ku konsepta antî-demokratîk a ku piştî 15ê Tîrmehê di merîyetê de ye, dê riya şerrê navxweyî veke û zemîna wê xurt bike. Aşkere ye ku encax bi riya xurtkirina siyaseta demokratîk û bi têkbirina wesayeta rejîma sivîl-leşkerî ev rewşa nearamî û kaotîk dê têk biçe. Lê berevajî wê, îro ev nayê kirin û em bi xemgînî dibînin ku muameleyên ku dê me bi dehan salan paşve bibe di merîyetê de ne. 

Em nûner in û ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Em ne xwe, her wekî din gelên ku me bijartî jî temsîl dikin. Ez niha jî wek endamekî yasadanînê û endamekî meclisê yê xwedî parêzbendî li hemberî we me. Ez ê ti carî rê nedim ku bêrêzî li vê nasnameyê û îradeya gelê min a ku ez temsîl dikim, were kirin.
Ez her amade me ku hesab bidim dadgeheke bêteref û adilane û ez ê ti carî jî xwe jê negirim. Li welatê me prestîja darêzgêriyê di nav dest û piyan de ye û ez ê ti carî qebûl nekim ku bibim kirdeyê darêzgêriya siyasî ya ku cibeyên xwe yên bêbişkok diqefaltînin. Ti teredûta min û bêrêziya min ji bo şexs û kesayetiya we nîn e. Lê ez qebûl nakim ku bibim fîgûranê şanoya darêzgêriyê yê ku bi fermana Erdoganê ku di rabirdûya xwe ya siyasî de xwedanê gellek gemariyan e. 

Ez ê ti bersivî nedim pirsên we û ez bawer nakim ku hûn ê bi awayekî adilane min dadgeh bikin. Ez bi awayekî derqanûnî li vê derê me. Muxatabên siyasetmedaran ne ne dozger û dadger in, siyasetmedar bi xwe ne. Divê hûn wek mensûbên darêzgêriyê ti carî van lîstokên siyasî û dek û dolaban qebûl nekin û dilsoz û girêdayî peymanên navdewletî bin ên ku xwe dispêrin qayîdeyên hiqûqa demokratîk û gerdûnî û Tirkiyeyê bi xwe jî wek teref ew îmze kirine. 

Heta ku li welatê me rejîmeke plûralîst a demokratîk ava bibe û aştî û aramî pêk bê, em ê têkoşîna xwe ya siyasî bibiryarî bidomînin. Em ê li dijî berberiyê, pêkvejiyaneke yeksan, li dijî tundûtûjiyê têkoşîna siyasî ya demokratîk, li dijî tekparêziyê, pirrdengiyê, li dijî faşîzmê, demokrasiyê, li dijî polîtîkayên mezhebperestî/nijadperestiyê, azadiya bawerî û ûjdanê, li dijî cudakerî û gotinên nefretê, wekhevî û helbet hemû mafên Kurdan ên netewî biparêzin. Her wisa em ê piştgiriya daxwazên Elewiyan ên hemwelatiya yeksan, azadiya baweriyê ya kêmîneyên dînî, beşdarbûna jinê ya jiyana civakî/siyasî/aborî bikin û li dijî talana kapîtalîst, parastina siruşt û ekolojiyê bikin, li dijî arezûya sermayeyê ya karkirinê, kedê û mafên karkeran biparêzin. Em li parlemenê jî bin, li girtîgehan jî bin, em ê van ramanên xwe biparêzin û ji bo vê yekê jî em ê her û her têbikoşin. 

Bi ser navê Serokatiyê sîstemeke faşîst li ser welatê me û gelê me tê ferzkirin, lê bi baweriya me, em ê ji vê sîstemê rizgar bibin. Zû yan dereng em ê di têkoşîna bo demokrasiyê de bi ser kevin. Di şexsê Erdogan de ev rejîma kevneperest û paşmayî dê têk biçe. 

Ti daxwaz û hêviya min ji we nîn e. Ji ber bizavên min ên siyasî, bi tenê gelê min dikare min dadgeh bike.