Osman Baydemîr: 16ê mehê roja mehkemeyê ye

Ez we hemûyan bi hesreta azadî û wekhevî û aşitiyê silav dikim Gever. Mala we hezar caran ava be ji bona germahî û tifaq û serbilindahiya we. Serê we her daîm bilind be.


Ez bawer im tê bîra we, ku ti carî ji bîra min neçûye. Di Newrozê de hezar silavên Selahattîn Demirtaş li we heye. Ji zindanê, dilê xwe tevlî dilê dayikên aşitiyê û ciwanên Geverê dike. Hezar silavên Selma Irmak, hezar silavên Nîhat Akdogan û Abdullah Zeydan li we heye. Hezar silavên wan li ewladê we, li girtiyên azadiyê, xebatkarên rûmetê, xebatkarên aşitiyeke bi rûmet heye. Bi îzin û qeweta Xweda, wê roj were, ew ê li gel we bin. Wê di nava we de û destên dayikên xwe maç bikin û heval û hogirên xwe hembêz bikin.


Dilê Geverê, bi qandî mezinahiya, Amed, Mehebad û Hewlêrê ye

Tê bîra min, min û Selahattin Demirtaş di Newrozê de ji bo Geverê gotibû “Ameda biçûk.” Lê ez dibînim ku min xeletiyek kiriye. Gever ne Ameda biçûk e. Hûn bi bîr û bawer bin, dilê Geverê, bi qandî mezinahiya, Amed, Mehebad û Hewlêrê ye. Em careke din bi we serbilind in. Bi sekna we û bi xwedîderketina we serbilind in.

Niha li gel me nexweşxane heye. Di nexweşxaneyê de ji bo şîfayê nexweş hene. Em gişk ji Xwedayê bi şev û rojan hêvî dikin û dibêjin “Ya rebbî tu derdê wan derman bikî, tu birîna wan derman bikî û şîfayeke xêrê bidî hemû nexweşên di nexweşxaneyê de.” Hemû alem û cîhan bila bizanibe ku derdên 40 milyon kurd û derdên Geverê heye. Lê em baş dizanin ku dermanê Gever û 40 milyon kurdan azadî ye, aşitî ye, wekhevî ye. Bi îzin û qeweta Xweda, em ê bi tifaqê pêk bînin.

Niha çavên hemû cîhanê û çavên hemû dostên we li Geverê ye. Çavên xêrnexwazan jî li Geverê ye. Mesaja ku ji Geverê derbikeve, hûn bi bîr û bawer bin, mesaja we mifte ye, mifte. Yanî kilîd e û ew kilîd di destê we de ye. Bi îzin û qeweta Xweda em ê gişk bi hevdu re careke din deriyê xêrê li gelê xwe, li axa xwe vebikin. Azadî, aramî, aşitî û wekhevî para gelê me ye.


Nemrûd û Fîr’ewnên û Sedamên vî çaxî wê bibin qurbanê zilma xwe 

Niha dixwazin ku bendavê derxin ji sedî 50 û naxwazin ku kurd rêveberiyê bi dest bixin. Ev fikriyata Sedam e. Ev fikr û ramanê Nemrûd e. Nemrûd bi kelmeşekê mir. Sedam bû qurbanê zilma xwe. Wê Nemrûdên vî çaxî, Fîr’ewnên vî çaxî, Sedamên vî çaxî jî wê bibin qurbanê zilma xwe.

Îro sersala Komkujiya Enfalê ye li Başûrê Kurdistanê. Wek hûn dizanin bi hovane, li Helebceyê 5 hezar zar û ciwanên me kuştin. Li devera Barzan, 8 hezar zar û jin û dapîr qetil kirin. Li Enfal 200 hezar însan qetil kirin. Paşiya paşî, ev serencam, ev keder bû sedema têkçûna zaliman. Zalim Sedam, bû qurbanê zilma xwe. Sedam li dadgeha got “ez dixwazim ku bi awayekî adil werim darizandin.” Heyeta mehkemeyê li Sedam vegerî û got “em ê te bi qanûnên te darizînin.”


Em ji zilm û komkujî û qedexekirina nasname û zimanê kurdî re dibêjin NA


Dixwazin ku ew zilma ku li vê axê kirine, bi vê pakêtê tesdîq bikin. Banga min li hemû kurdan û li Geverê ye. Em biçin ser sandoqan û mohra xwe li NA bixin. Bila dengê NAya we here Enqereyê û têkeve kerika guhê Erdogan. Careke din em ê ji zilmê re, ji komkujiyê re, ji şer û pevçûnê re, ji qedexekirina nasname û zimanê gelê kurd û Kurdistanê re em dibêjin NA.

Ev pakêta çîroka gur û rovî ye


Paşiya paşî em tên ser çîroka gur û rovî. Rovî û hovî bi hev re tifaqek kirine. Ev tifaqa, tifaqa guran û roviyan e. Şahidê rovî jî dêla rovî ye. Şahidê wan jî ev pakêta wan e. Rovî gava ku birçî dikeve, bi defterê kevn dikeve. Wezîrê wan gotiye ku “me çar dîwar da wan, çawa dixwazin bila pişta xwe bispêrinê.” Li welatekî azadî, edalat û jiyaneke bi biratî tine be, ew welat ji xwe wek zindanekê ye. Ti xêra rejîmeke bi zilmê hatî avakirin tine ye. Lewma em ji pakêta gur û roviyan re em dibêjin NA.


Bi mohra NA, deriyê zindanan wê vebe


Îradeya gelên Geverê, şaredar û parlementerên Geverê ye. Ew çi dikin? Îradeya me zindan dikin. Hûn bawer bikin, mifteya zindanê di destê gelê Geverê de ye. Roja 16ê mehê ku me mohra xwe li NA xist, wê deriyê zindanê vebibin. Wê careke din hewceyî kurdan bibin û herin giravê û herin li gel Birêz Abdullah Ocalan û wê careke din mecbûr bimînin ku deriyên silhê were vekirin. Dixwazin ji hemû cîhanê re bibêjin “kurd ji dewaya xwe vegeriya ye.” Bi îzin û qeweta Xweda, kurd ti carî ji doz û dewaya xwe nenagerin. Heya ku silheke xêrê û azadî pêk were, wê kurd bi xwe axa xwe ava bike. Çawa ku di Şerê Cîhana Duyem de Japonya û Elmanya hilweşiya û paşê bi tifaqê xwe ava kir, Gever jî wê xwe bi tifaqê, bi wehkeviyê ava bike û xwe nû bike.

Dengê we wê biçe sandoqan


Maşallah Gever va ye rabûye ser piyan. Em ji we cesaret û feyz distînin. De ka werin, em bi hevdu re bi dengekî bilind bang bikin. Ji bo xatirê ku bila Enqere fehm bike. Ji girtina Selahattîn Demirtaş, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan û Hevşaredaran re, ji qeyûman re, ji zaliman re, ji tang û topan re, ji OHAL Û KHKyan re û ji qedexekirina zimanê me re NA. Bi îzin û qeweta Xweda wê dengê we biçe sandoqan.

16ê mehê roja mehkemeyê ye


Ez ji gelê Geverê yeko yeko rica dikim. 3 rojên me ma. Em mal bi mal li cîranên xwe bigerin û ji wan re bibêjin roja 16ê mehê, sandoq mehkeme ye. Ew kesên ku bajarên me şewitandin, em biçin mehkemeyê û biryara xwe bidin. Bila cardin Gever rekor bişikîne. Bila Gever cardin nîşanî wan bide ku ev gela li hember zilmê ti carî serê xwe netewand û wê netewîne.

16 Avrêl 2017