Nursel Aydogan: Beşdarbûna cenazeyê ne sûc e
Parlementera me ya Amedê Nursel Aydogan, bir riya SEGBİSê tevlî rûniştina doza ku li Dadgeha Cezaya Giran a 2êmîn a Amedê bû.

Doza ku parlementerê me yê Amedê Ziya Pir û endam û rêvebirên me yên Rexistina Bajar a Amedê şopand, taloqî 13ê Rêbendanê hat kirin.

Aydogan, wiha axivî: 

Wekî tê zanîn, roja 20ê Gulana 2016an parêzbendiyên me hat rakirin. Ji ber vê sedemê me gotibû em ê tevlî dozên derheqê me de hatî vekirin, nebin. Tirkiye dewleteke hiqûqê ye.Derbarê kî de doz hatibe vekirin ewên di dadgehên serbixwe de bêne darizandin. Reftarên derhiqûqiya yên derheqê me de hê berdewam dikin. Girtîbûna min nîşaneya wê ye. Biryareke Dadgeha Qanûna Bingehîn a kevn heye ku derheqê parlementerên girtî de ye. Li gorî vê biryarê, dadgehê wisa biryar daye ku parlementer nikarin wek girtî werin darizandin. Hêmana girîngtirîn a dewleteke hiquqê ya demokratîk cûdatiya hêzan e. Girîngtirîn hêz a ji wan jî darêzgerî ye. Ez dixwazim angaştên derheqê xwe de bibersivînim. Yek ji îthamên di angaştnameyê de meş û daxuyaniya çapemeniyê ye ku di 16ê Gulana 2011an li ber saziya li taxa 5 Nisanê ya navçeya Baxlarê dest pê kiriye û Parqa Koşuyoluyê dom kiriye.

Bêriya hilbijartina 7ê Pûşperê bû. Wê demê Amed pir aloz û tevlihev bû. Şer kêm nedibû. Partiya me biryarek dabû. Biryarê digot divê em ji bo sekinandina şer û pêkanîna hawira aşitiyê hewl bidin. Ji bo vê jî bi hevalên dinê ji partiyê em hatin cihê çalakiyê. Meş hatibû qedexekirin. Di vê çalakiyê de Altan Tan jî demeke kurt axivî bû. Çalakiyeke din jî li Sumerparka Amedê pêk hatibû. Armanca wê jî protestokirina îşkenceya li dijî girtiyan û bûyerên agirberdena laşên xwe yên girtiyan bû. Em tevlî vê çalakiyê bûn lê di vê çalakiyê ti rewşeke awarte pêk nehat. Jixwe mudaxele jî nehat kirin. Nêzî 100-150 kes tevlî çalakiyê bûn. Ez jî wekî namzeteke parlementeriyê tevlî bûm. Min propaganda nekir. Ez diyar dikim ku di vê çalakiyê de hêmana sûcekê rûnedaye. Wekî din di angaştnameyê de çalakiyeke derbarê merasîmên cenazeyan de cî digire. Wê wextê ez namzeta serbixwe ya parlementeriyê bûm. Divê em jî tevlî merasîmen cenazeyan bibûna, ji ber ku malbatên wan kesan dengê xwe didan me. Armanca tevlîbûna me parvekirina êşa wan bû. Divê ez bînim ziman tevlîbûna cenazeyan ne sûc e. Jixwe beriya niha 4-5 salan, derheqê kesên ku beşdarî merasima cenazeyan bûne de bi hinceta propagandayê ti doz an jî lêpirsîn nehatiye vekirin. Bi taybetî ez dixwazim diyar bikim ku beşdarbûna merasima cenazeyan wekî propagandayê nayê nirxandin. Ez beraata xwe dixwazim, eger hûn wisa nefikirin, biryarên dadgehên din ên derheqê min de hene ku 3 sal taloq kirine. Dixwazim ev babet jî ji aliyê dadgehê ve bê nirxandin.

3 Rêbendan 2017