Noel û Cejna Yeldayê Pîroz be…

Em Cejna Noelê (Zayîna Pîroz) ya Alema Mesîhiyan û Cejna Yeldayê ya gelên Rojhilata Navîn û Sersala nû bi dil û can pîroz dikin û hêvî dikin ku sala nû bibe wesîleya aştî, wekhevî û azadiyê. 

Em hêvî dikin ku mafê hemû welatiyên me bi awayekî wekhev were dabînkirin û hemû nasname, kultur, bawerî û zimanên dayikê bi awayekî yeksan werin tanzîmkirin. Di vê heyama ku li her aliyê cîhanê, berberiyên dînî û mezhebî zêde dibe de, em ê her hewl bidin da ku hemû mirovahî di nav dahatûyeke aştî û aramî de bi hev re bijîn. 

Li Rojhilata Navîn, di vê heyama dijwar de, milet û komên dînî yên cuda berdêlên mezin didin. Em hêvî dikin ku ev cejn hestên biratî û piştevaniyê xurt bikin. 

Nimetullah Erdogmuş,
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê û
Parlementerê Amedê
24 Kanûn 2016