Nameya Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ji bo Nêçîrvan Barzanî

Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê,

Gelê Kurd li Rojhilata Navîn, di qonaxeke girîft û manûnemanê de, têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bi rêkên rewa û aştiyane dimeşîne. Di vê qonaxê de hêvî û bendewariya gelê Kurd, ji me nûnerên Kurd heye; lewma em pabendê vê daxwaza gelê xwe ne û berpirsyariyeke dîrokî li ser me heye. Geşedanên li devera me, kavdanên girîng ên li cîhanê, ji duh zêdetir yekîtî û piştgiriyê li ser tevahiya layenên Kurdan ferz dike. 

Têkoşîna ji bo bidestxistina mafên sereke û statûya gelê Kurd, heta niha tûşî zext û fişarên curbicur bû. Dewletên serdest her û her daxwaza azadiyê ya gelê Kurd piştguh kirin û ji bo têkbirina mafên sereke yên gelê Kurd, di navbera xwe de yekîtiya xwe pêk anîn û xilaf û nakokiyên xwe piştguh kirin. Ev rastiya dîrokî, hin berpirsyariyên dîrokî li ser hemû layenên Kurdan jî ferz dike, da ku ligel hemû cudahî û nakokiyên xwe, ew rêkên danûstandinê di navbera xwe de ava bikin û bi diyalog û gotûbêjan yekîtî, piştevanî û hevgirtina xwe qayîm bikin. Yekîtî û aştiya di navbera Kurdan de dê kartêkeke mezin li aştî û aramiya Rojhilata Navîn jî bike. Geşedanên ku li devera me rû didin, erka me ya li dijî gelê me û dîrokê cardin tîne bîra me û yekîtî û palpiştiyeke teqez li ser me ferz dike. 

Em amaje pê dikin û dûpat dikin; geşedanên li devera me, miqabilî destwerdana dewletên serdest, ji duh zêdetir îro pêwîstî bi avakirina tifaq û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û piştevanî û palpiştiya gelan dike. 

Birêz Serok Nêçîrvan Barzanî, 

Di van rojên dawî de, em bi xemgînî dibînin ku, desthilatiya Tirkiyeyê, li herêma Kurdistanê, ku cenabê te serokatiya wê dike, dixwaze lêkdan û berberî û nakokiyên nû derxe meydanê û desthilatiya xwe qayîm bike. Mixabin li Kampa Mexmûrê ku bi dehhezaran Kurdên ji Bakur lê niştecih in, îro di bin gemaroyeke mezin de bi gelek xetereyan re rûbirû hatine hiştin. Mexmûrî, hemwelatiyên cenabê te ne jî. Em hêvîxwazin in ku gelê me yê Mexmûrê miqabilî vê rastiyê miamele û reftaran bibîne. Nemaze piştî şewb û pandemiya COVID-19’ê, gelê me yê Mexmûrê, îro zêdetir di bin xetere û metirsiyeke mezin de maye. Lewma em tikadar in û hêvî dikin ku bi belavbûna pandemiyê re, polîtîkaya li ser Mexmûrê, gemaro û goşegîriya li ser gelê me yê Mexmûrê dubare bê hilsengandin û mafên wan ên bingehîn û jiyanî bê misogerkirin. 

Payeya Serokatiya Herêma Kurdistanê, payeyeke girîng e ji bo tevahiya gelê Kurd. Ev paye û erk, ji cenabê Kek Mesûd Barzanî hatiye wergirtin û berpirsyariyên dîrokî li ser cenabê te jî ferz dike. Em hêvîxwaz in ku hewldan û keftûlefta te ya ji bo avakirina aştî û aramiya di navbera Kurdan de, dê îro şûnde jî bidome û kartêkeke mezin li ser yekîtiya Kurdan û pêkvejiyana gelên li devera me bike.

Rêz û silavên germ,

Pervîn Buldan - Mîthat Sancar

Partiya Demokratîk a Gelan

Heveserokên Giştî

19.04.2020