Mithat Sancar: Yekdestiya hêzên rêveberiyê wek kêrekê dê civakê parçe parçe bike
Parlementerê me yê Mêrdînê Mithat Sancar di hevdîtinên Komîsyona Guherandina Qanûna Bingehîn de axivî û got “yekdestiya hêzên rêveberiyê dê civakê parçe parçe bike”.

Sancar li ser xetereya Qanûna Bingehîn a ji aliyê AKPê ve tê pêşniyarkirin axivî:

Di pêşniyara Qanûna Bingehîn de hêza rêveberiyê ya Serokkomar hatiye pêşxistin û beranberê vê yekê rola parlemanê gelek qels maye. Her wiha darêzgêrî ya ku roleke girîng e ji bo rêveberiya serokkomariyê û rêveberiya parlemanê û divê bêteref be, lê ji bêterefiya xwe bi dûr ketiye. Eger hûn dixwazin darêzgêrî bêteref be, pêşiya her tiştî divê serxwebûna darêzgêriyê hebe. Eger serxwebûna vê tine be, em nikarin bibêjin û bawer bikin ku darêzgêrî bêteref e.

Darêzgêrî dê bibe çavkaniya xetereya li ser aşitiya civakî

Eger darêzgêrî bikeve bin kontrola îktîdarê vê demê hêza darêzgêriyê dê dibe hêzeke tehdîdê li ser aşitiya civakî. Di demên dawî de em vê yekê bi awayekî zelal dibînin. Divê armanca darêzgêriyê ev be ku aşitiya civakî pêk bîne, lê em dibînin ku darêzgêrî bi temamî di kontrola îktîdarê de ye.

Bo nimûne; eger darêzgêrî azad nebe û ne cihê baweriyê be, deynên şexsî û xîlafên li ser danûstandinê jî di nav de, gelek meseleyên şexsî dê li darêzgêriyê çareser nebe. Ev mesele dê li cihên din werin çareserkirin. Em bînin bîra xwe, pergala ku me navê “mafyaya çek-senetê” lê kiribû çawa bû tiştek wisa ku gel ji darêzgêriyê zêdetir diçû cem wan mafyayan da ku meseleyên xwe çareser bikin. 

Birînên ji destê darêzgêriyê zû bi zû pak nabin

Wek demekê me bi çavên xwe dîtin, birînên ku ji neheqiyên ji aliyê darêzgêriyê hatine kirin zû bi zû pak nabin. Em civakeke wisa ne ku di paşeroja xwe de me gelek bûyerên bi êş û birînên kûr dîtin. Li şûna ku em wan birînan derman bikin, rêveberiya heyî israra vekirina birînên nû dike. Mixabin, ev birîn dê bibe mîrata nifşên nû û hisaba wan birînan jî dê ji zarokên me, zarokên me bê pirsîn.

Çi qas hêzdar dibe ev was serokatiyê dixwaze

Pêşniyara Qanûna Bingehîn a 2007an bînin bîra xwe. Wê demê Erdogan Serokwezîr bû û heyeteke zanyaran pêşniyarek amade kiribû. Armanc ev bû ku hikûmetek li ser sîstema parlemanê were avakirin. Lê em dibînin ku Erdogan çi qas hêzdar dibe, ev qas daxwaza sîstema serokatiyê dike. Lê ji bo çi? Bi rastî jî bersiveke zelal nîn e. AKP dibêje ji bo “îstikrarê” lê hûn çi qas hêzdar dibin îstikrar ev qas kêm dibe. Hûn bi tena serê xwe hikûmet bûn. Di çend salên dawî de tecrubeya me ya koalîsyonê jî tine bû. Çima îstikrar pêk nehat vê demê? Çi li ber vê îstikrarê bû? AKP hêzeke pir mezin bi salan di destê xwe de girt lê çima nekarîn îstikrara ku hûn niha daxwaz dikin bînin? We çima welat bi pêş nexist? Çi bû asteng?

Yekdestiya rêveberiyê dê civakê parçe parçe bike

Hewcedariya me bi pîrozkirinê û avakirina sîstemekê li gorî şexsiyetan nîn e. Tirkiye vê gavê ji gelek aliyan ve meseleyên mezin dijî, berberîtiyeke mezin ketiye nav civaka Tirkiyeyê. Sîstema serokatiyê dê van meseleyan û vê berberîtiyê mezintir û dijwartir bike. Pêşniyara AKPê ya Qanûna Bingehîn yekdestiya rêveberiyê ye. Sîstema ku AKP pêşniyar dike dê civakê parçe parçe bike. Yekdestiya hêzên rêveberiyê wek kêrekê ye û dê civakê bike du parçe.

30 Kanûn 2016