Li Tirkiyeyê ji pêşdibistanê bigire heta zanîngehê, divê di her qadê de perwerdeya pirzimanî serbest be.

Namzetê me yê Serokkomariyê Selahattin Demirtaş, derbarê geşedanên dawî û naveroka xebatên kampanyayê de ji E-rojnameyê re axivî. 

Hevserokê HDP’ê yê berê û namzedê serokkomariya Tirkiyeyê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di nav şert û mercên zehmet de xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, ji rojnameya me re axivî. Demîrtaş bersiv da pirsên ku me bi rêya parêzerên wî jê re şandibûn û diyar kir ku divê ji pêşdibistanê bigere heta zanîngehê perwerdeya pirzimanî bê dayîn û xizmeta perwerdeyê radestî rêveberiyên herêmî bê kirin. Demîrtaş êrîşên li hemberî şexsê xwe yên serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan jî nirxand û got ku Erdogan dibîne ku piştgiriya ji bo wî her roj zêde dibe û bi armanca ku pêşiya vê piştgiriyê bigire êrîşî wî dike. Demîrtaş her wiha têkildarî mafê xwe yê propagandayê yê ji bo TRT’ê jî axivî û destnîşan kir ku berovajiyê namzedên din bi tena serê xwe tev li weşana TRT’ê bibe û çend gotinan ji TRT’ê re bibêje. 

Gelo danezanên hemû namzedên serokkomariyê û partiyên siyasî gihîştine ber destê we? Heke danezan gihîştibin ber destê we, hûn van danezanan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

Hevalan raporên nirxandinên têkildarî danezanan ji min re şandin, min xwe bi van raporan gihand danezanan. Di tu danezanekê de pêşniyara demokrasiya radîkal tune ye. Ji ber ku danezana AKP’ê fiyasko û belgeyeke topavêtinê ye, ne hewce ye ku mirov wê binirxîne. Danezanên muxalefetê jî ji ber ku li şûna guhertineke wêrek, reformeke bi tirs esas digirin qels mane. Dîsa HDP di mijarên mîna nasnameyên bindest, bawerî, çînî, zayendî, rêveberiyên herêmî û di demokrasiyê de rêgeza beşdarbûnê, hawirdor û hişmendiya ekolojîk û azadiya jinê de bi awayekî radîkal nêzîkatiyek serkeftî nîşan daye. Dîsa jî ji ber ku muxalefet di serî de der barê pirsgirêka kurd û pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê de dest bi pêşxistina gotara siyasî kiriye, ev helwesta dikare bi awayekî erênî bê nirxandin. Bêguman pir kêm e lê di aliyê pêşxistina nîqaşê de sûdwer û girîng e.

Di danezana de cih nedane perwerdehiya zimanê kurdî. Tenê Temel Karamollaoglu û Partiya Saadetê behsa perwerdehiya kurdî kirine, hûn vê samîmî dibînin gelo?

Samîmiyet tenê dikare bi pratîkê bê testkirin. Di siyasetê de ji bo pîvana samîmiyetê rêyeke din tune ye. Lê wekî min li jor jî qal kiriye nîqaşkirina van mijaran a di qada siyasî de girîng e. Dema ku civakên eleqedar jî tev li van nîqaşan bibin, perwerdeya zimanê zikmakî jî di nav de, der barê hemû mijaran de proje û pêşniyarên siyasî dikarin di qada siyasî de bên bipeşxistin. Di vir de samîmiyeta Saadetê ne girîng e, ya girîng pêşxistina nîqaşkirina vê mijarê ya ji aliyê kurdan ve ye. Girîng e ku kurd vê nîqaşê wergerînin destkeftiyekê. Mafê kurdan ê zimanê dayikê Saadet û partiyên din dê nedin; serkeftina di vê mijarê de dê rexistinbûyîna daxwazên kurdan diyar bike.

Li gorî we divê pirsgirêka perwerdeya bi zimanê zikmakî çawa bê çareserkirin û gumanên li dijî vê yekê divê çawa ji holê bên rakirin?

Li Tirkiyeyê ji pêşdibistanê bigire heta zanîngehê divê di her qadê de perwerdeya pirzimanî serbest be. Divê her welatî xwediyê mafê girtina perwerdeya bi zimanê dayikê be. Divê xizmeta perwerdeyê radestî rêveberiyên herêmî bê kirin û tenê koordînasyona perwerdeyê li Enqereyê bê kirin. Her wiha divê her kes zimanê fermî tirkî jî hîn bibe, lê divê li herêman ji bo zimanên din jî fermiyet bê nasîn. Ji bo ku di vê mijarê de pêşdarazên mirovan bên şikandin. Destpêkê pêdivî bi rewşeke aram a bê pevçûn heye. Bi avêtina gavên biçûk ên pratîkî dê di nav civakê de hêdî hêdî bawerî çêbibe. Dema ku civak bibîne perwerdeya bi pirzimanî bi feyde ye, dê ev yek berbelav bibe. Her wiha pêwîst e ku her ziman teqez di jiyana aboriyê de bersiva wî hebe û derbasdar be. Heke ev nebe, her çiqasî bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn jî bi demê re otantîk bibe û vegere xebateke folklorîk û bitemire.

Herî dawî we di hevpeyvîneke xwe de diyar kiribû ku ji bo hînkirina zimanê kurdî pirtûkên rêzimana kurdî dixwînin, gelo hînbûna we ya kurdî niha di çi astê de ye?

Bi rastî niha kurdiya min ne baş e. Ez her roj hinek li ser zimanê kurdî dixebitim. Di zindanê de pratîka axaftin û nivîsê jî dikim. Ez û hevalê Evdilla carcaran kurdî diaxivin. Ev jî ji bo min gelekî baş dibe. Ez dixwazim li vir, ser zimanê zikmakî bixebitim. Ez bawer im heta derkevim dê kurdiya min baş dibe.

Ji hilbijartinê re demeke kurt ma û gelek nîqaş li ser namzediya we û HDP’ê tên kirin. Hûn anketên ku tên amadekirin çawa dinirxînin?

Dengê min û partiya min HDP’ê bi awayekî paralel wek hev in. Dengê ku HDP bigire dê ji bo hebûna sazîbûna me diyarker be. Dema ku HDP di bin bendê de bimîne tu qîmeta dengekê ku ez zêde bigirim namîne. Ji ber vê yekê dirûşma me ‘Dengek ji HDP’ê re, dengek ji Demîrtaş re’ ye. Divê HDP bendê derbas bike. Lê divê armanc tenê ne derbaskirina bendê be, bi rêjeya dengekî bilind HDP biçe meclisê. Di hilbijartina serokkomariyê de jî divê em dengekî ku karibe min derbasî tûra duyemîn bike, bigirin. Heke em ji tûra duyemîn re nemînin jî, dengê ku ez û HDP bigirin divê di tûra duyemîn de diyarker bin û destê me ji bo tifaqeke ber bi demokrasiyê ve xurt bike.

Wekî ku tê angaştkirin heke HDP bendê derbas neke û hemû parlamenterên wê bigihîjin partiyên din hûn ê polîtîkayeke çawa bimeşînin?

Dê HDP bi tu awayî belav nebe. Encama hilbijartinê çi dibe bila bibe, dê têkoşîna demokratîk a siyasî bidome. HDP dema ku nekeve parlamentoyê, taybetmendiya xwa ya partiya siyasî winda nake. Li derveyî parlamentoyê wek partî têkoşîna xwe ya siyasî bidomîne. Lê em ê teqez meşrûiyeta paralementoyeke ku bi vî rengî bê avakirin jî qebûl nekin. Em ê têkoşîneke ku ji bo rakirina benda hilbijartinê û pêşîlêgirtina hilbijartinên pêşwext bigire, bidin pêşiya xwe.

Li gel ku destpêkê der barê namzediya we de serokkomar Recep Tayyîp Erdogan tu şîrove nedikirin lê di rojên dawîn de namzediya we şîrove dike û di gelek mijaran de we tewanbar dike. Hûn vê helwesta Erdogan a li hemberî xwe çawa dinirxînin?

Dibîne ku piştgiriya ji bo min her roj zêde dibe, dixwaze pêşiya vê yekê bigire. Angaşt dikir ku ez di siyasetê de bêpertav bû me û HDP jî miriye. Niha jî cebanî (hortlak) dibîne û bi panîk dest bi êrîşî me kiriye.

Dê ekîbek ji TRT’ê bê girtîgeha Edîrneyê û ji bo mafê we yê axaftinê yê ji bo propagandayê dîmenê we bikişîne. Hûn vê biryarê çawa dinirxînin û heke ekîba TRT’ê bê girtîgehê hûn ê wan çawa pêşwazî bikin?

Mafê propagandayê yê di TRT’ê de ne qenciyek e, mafekî qanûnî ye. Lê rewşa min a desteserkirî ya siyasî asteng dike ku ez vî mafî bi rêk û pêk bi cih bînim. Namzedên din dê hemû amadekariyên xwe bikin û bi ekîbên xwe yên şêwirmendiyê re biçin TRT’ê û kişandinên xwe pêk bînin, ez jî ya li girtîgehê bi tena serê xwe û ya jî li TRT’ê bi tena serê xwe beşdarî weşanê bibim. Dîsa jî li ser navê gelê xwe tişta ji destê min bê, ez ê bikim. Helbet çend gotinên min jî dê ji TRT’ê re hebin.

Di hilbijartinê de heke hûn bi ser nekevin û neyên hilbijartin, ji ber ku hûn ne namzedê parlementeriyê ne jî dê bi awayekî fermî endamtiya we ya parlamentoyê bi dawî bibe. Di rewşeke wiha de hûn ê çi bikin, hûn ê endamtiya xwe ya HDP’ê bidomînin, an terka siyasetê bikin?

Peywirên min ên aktîf bi dawî dibin, lê ez ê teqez têkoşîna xwe bi mekanîzmayên cuda, sazî û peywirên din bidomînim. Ne siyaset ez ê tenê dev ji rêveberiya partî û parlamenteriyê berdim.

Di pirtûka we ya çîrokan Seherê de jî hebû, çûkên ku li ser sivêrnekên girtîgehê hêlîn çêkirine ku hevaltiya we jî bi wan re heye, di der barê hilbijartinê de çi dibêjin? Ew ji bo we kampanyayeke çawa dimeşînin?

Bawer bin di van rojan de pir çalak in. Îzocam û stroforê di bin serban de perçe perçe dikin û davêjin hewşa bêhnvedanê. Em jî her tim paqij dikin. Bawer im hêlînên xwe fireh dikin, kî dizane, belkî jî hêlînên xwe vediguherînin buroyên hilbijartinê. Hemze jî li gorî salên berê efendî bûye. Hewaya hilbijartinê bandor li wî jî kiriye.

13 Hezîran 2018