Li gundê Xerabê Bava, çi diqewime? Em dixwazin ku demildest bi esehî werin agahdarkirin

Ev 9 roj in ti agahî ji gundê Xerabê Bava yê girêdayî Nisêbînê, nayê wergirtin. Piştî ku li wir derketina qedexeya derve hat ragihandin, şebekeyên elektrîk û telefonê jî hatin birrîn û lewma ti agahî ji niştecihên wir nayê wergirtin.

Di medyaya civakî de, ew wêne û vîdyoyên ku wek “dîmenên ji aliyê leşkeran ve hatî kişandin” û îdiayên ku behs li ser in, pirr xeternak in. Tê îdiakirin ku li gundê dorpêçkirî, telefonên hemû gundiyan hatine desteserkirin û di malekê de zext û îşkence li hemû gundiyan tê kirin û hindek kes jî bi îşkenceyê hatine înfazkirin.

Destûr nehat dayîn ku heyeta ji parlementerên me pêk dihat doh biçe wî gundê dorpêçkirî. Heyeta me xwest ku li gund wan îdiayan piştras bike, lê nehiştin ku ew têkevin gund. Ev muamele jî wan îdiayan xurt û piştras dike. Her wisa, parlementerên me xwestin ku bi Wezareta Karûbarên Navxweyî û Walîtiyê re biaxifin, lê ti encam wernegirtin. Niha jî parlementerên me li wê deverê ne û ji hewldanên me ti encamek nehatiye wergirtin.

Ku eger ev îdia rast bin, li wir rewşeke dermirovî rû dide. Tiştên ku em ji salên 90an dizanin û pratîkên ku di 2 salên dawî de me dît, metirsiya me ya derbarê vê meseleyê de xurt û qewî dike. 

Em bangî hemû hêzên demokrasî û aşitiyê û sazî û dezgehên navdewletî dikin da ku demildest van îdiayên li gundê Xerabê Bava vekolin. Divê li hemberî vê hewldana qetlîam û zextê bêdeng nemînin.

 

Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDPê

19 Sibat 2017

Etiketler: #xerabê bava