Lezgîn Botan: Kîjan çalakiyên Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê û Kurdî-Derê ji bo ewlehiya netewî tehdîd in?
Parlementerê me yê Wanê Lezgîn Botan, derbarê girtina Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê û dezgeh û komeleyên din ên Kurdî yên ku hatî girtin de pêşniyaznameyeke nivîskî da. 

Di OHALê de bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de, gellek kom û civakên din jî di nav de, girtina dezgeh û komeleyên Kurdî yên ku ji bo bergiriya asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî hatibûn avakirin -ku zimanê Kurdî bingeha kêşeya kurdî ye jî- muesir bûn. Di encamê de rojnameyên Kurdî û kanalên TVê, dibistanên Kurdî yên perwerdeya zimanê dayikê didan, Yekîtiya Nivîskarên Kurd a ku gellek berhemên Kurdî dabûn û Kurdî-Dera ku bi mebesta lêkolîn û pêşvexistina zimanê Kurdî hatibû vekirin, hatin girtin. Girtina Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê jî her wekî din, wek reftareke dawî tesîra xwe li ser zimanê Kurdî kiriye. 

Wek tê zanîn, bi salan e li ser zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê û li ser gelê Kurd jî polîtîkayên înkarkirinê tê meşandin. Her ji ber wê, kêşeya Kurd, di rastiya xwe de wek kêşeya zimanê Kurdî derketiye meydanê. Ji ber ku dewletê polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê ranewestand û di wan polîtîkayan de her birijd bû, Kurdan bi delîveyên xwe dezgehên Kurdî vekirin. Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê jî di salên dijwar ên 90an de ji aliyê ronakbîrên wek Musa Anter, Feqî Huseyn Sagniç û Îsmaîl Beşîkçi, di 18ê Avrêla sala 1992an de hat avakirin. 

Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê, di serî de ji ber astengiyên yasayî xwe wek “komele” organîze kir, lê ji bo parastin û pêşxistina ziman û kultura Kurdî, ferhengên wek Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî, kitêbên rêziman, kitêbên ji bo fêrbûna zimên û gellek berhemên derbarê ziman û tarîx û edebiyata Kurdî de çap kir. Ji bilî wê, ji aliyê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ve derbarê ziman û kultura Kurdî de heta niha bi dehan sempozyûm, panel, semîner û konferans hatine lidarxistin. Xuya ye ku girtina dezgeh û komeleyên ku ji bo pêşxistina zimanê Kurdî hatî vekirin, dê asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî kûrtir bike. 

Her ji ber vê;

1 – Di serî de Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê û Kurdî-Der û gellek dezgeh û komeleyên ku ji bo parastin û pêşxistina ziman û kultura Kurdî kar û bizavan dikin, li gorî kîjan qayîdeyên hiqûqî hatin girtin? 

2 – Di serî de Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê û gellek dezgeh û komeleyên ku bi salan e li ser ziman û kultura Kurdî xebatan dikin, li gorî kîjan qayîdeyên yasayî û qanûna bingehîn û çawa ji nişka ve ji bo ewlehiya netewî wek tehdîd hatin dîtin? Ku wisa be ev dezgeh û komele çawa 25 sal in kar û xebatên xwe meşandine? 

3 – Kîjan çalakiyên Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê û Kurdî-Derê ya ku bi mebesta parastin û pêşxistina zimanê Kurdî hatî avakirin, ji bo ewlehiya netewî tehdîd in? 

4 – Gelo girtina Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê û Kurdî-Der û Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger û pêşdibistanên di bin banê şaredariyan de perwerdeya zimanê Kurdî didan, xizmeta asîmîlekirina Kurdan dikin yan na? 

5 – Gelo girtina dezgeh û komeleyên ku bi mebesta parastin û pêşxistina ziman û kultura Kurdî hatî vekirin, gotinên Serokkomar Birêz Recep Tayyîp Erdogan a ku digot “êdî polîtîkayên redkirin, înkarkirin û asîmîlekirinê xilas bûn” tekzîb nake?  

6 – Ji ber ku kêşeya Kurd, di rastiyê de kêşeya zimanê Kurdî ye, girtina van dezgeh û komeleyên ku bi mebesta parastin û pêşxistina zimanê Kurdî hatî vekirin, gotinên Hikûmeta we ya ku her dibêje “kêşeya Kurd êdî nemaye” tekzîb nake? 

7 – Piştî girtina dezheh û komeleyên ku bi mebesta parastin û pêşxistina ziman û kultura Kurdî hatî vekirin, we ji bo zimanê Kurdî kîjan tevdîr wergirtine? 

8 – Gelo ji pêşdibistanan heta zanîngehan ji bo gelê Kurd xebateke we ya ji bo perwerdeya zimanê Kurdî heye yan na? 

9 – Di halê heyî de gelê Kurd, bi zimanê dayikê perwerdeyê nabîne, wek makeqanûnî nehatiye naskirin û hê jî xwedî statûyekê nîn e. Di rewşeke wiha de sedemên gotinên we yên ku dibêjin “polîtîkayên înkarkirin û asîmîlekirinê xelas bûne û kêşeya Kurd êdî nemaye” çi ne? 

4 Rêbendan 2017