Leyla Birlik: Em şahide Cizîrê ne
Danişîna dewaya li dijî parlementerê me yê Şirnexê Ferhat Encu ya ku derbarê di dema qetlîamên li Cizîrê de ji ber daxwaza Encu ya bo çûyîna Cizîrê hatibû vekirin, di 3yemîn Mehkemeya Eslî de pêk hat.

Encu bi rêya SEGBİSê ji Girtîgeha Kandirayê beşdarî danişînê bû. Parlementera me ya Şirnexê Leyla Birlik û parlementerê me yê Mêrdînê Ali Atalan jî li mehkemeyê amade bûn. Danişîn ji bo 27ê Nîsana 2017an hat taloqkirin, lê Birlik li ber adliyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Birlikê got:

Îro li Adliyeya Cizîrê em bûn şahidê tişteke wisa ku li ti derê cîhanê dê neyê dîtin. Parlementerekî me, ji azadiya hatin-çûna bajarê ku lê hatiye hilbijartin mehrûm maye û ji bo ku li dijî tehdît, heqeret û êrîşan bêdeng nemaye tê darizandin. Ferhat Encu sûcdar nîn e, lê şahid e. Em hemû şahidên bûyerên Cizîrê ne. Ew ên ku niha wek sûcdar tên dîtin dê rojekê wek şahidan îfadeyê bidin. Ew ên ku ji me re dibêjin li kursiya sûcdaran danişin, dê rojekê li wan kursiyan rûnin û hisabê van kar û kiryaran bidin.

Parlementerên me nêzikî du meh in bi awayekî derhiquqî, dijî hevpeymana Mehkemeye Mafên Mirovan a Ewropayê û ji heqên xwe mehrûm bi tena serê xwe tên girtin. Bi van bêhiquqiyan ev welat nayê birêvebirin. Hikumetê welat anî ber devê şerekî, ev yek zilm e.

Divê demildest hevalên me bên berdan. Cihê wan Meclis e, divê li zindanan neyên girtin.

Ti kes nikare heqîqetê reş bike. Ne zindan, ne kuştin ne jî tehdît. Em ê li her derê heqîqetê biqîrin. Bi piştevaniya gelê me, em ê van rojên dijwar derbas bikin û bi berxwedanê em ê bi ser kevin. 

12 Rêbendan 2017