Feleknas Uca: "Bila ev pêngav bibe bingeha avakirina yekîtiya me ya siyasî"

Parlementera me ya Êlihê Feleknas Uca, di Komxebeta Zimanê Kurdî de derbarê parastin û pêşvebirina kurdî de axaftinek kir. 

Nivîskarekî Fînlandiyê bi navê Antti Jalava wiha dibêje:

“Zimanê min ê dayikê wekî çermê min e, zimanê min ê biyanî jî wekî cilûbergê min e.”

Belê, ev rastiya ku Jalava behs kiriye, têkiliya zimanê mirov û hebûna mirov û anatomiya mirov bi awayekî zelal aşkera dike.

Mêvanên hêja, 2 hefte berê, 9 rêxistin û partiyên Bakurê Kurdistanê, ji ber êriş û zextên li ser zimanê kurdî û asimilasyona sistematik a bi salan li hev kom bûn. Ev hewldan, di demeke wiha dijwar de gelek hêja ye. Ez keda her rêxistin û partiyan pîroz dikim û hêvî dikim ev hewldan, têkoşîna me ya ziman xurttir bike.

Polîtîkayên li dijî zimanê me, xwe di polîtîkayên li ser kurdî de nîşan dide

Belê, wek hûn dizanin, di 2-3 salên dawî de asîmîlasyon, zext û qedexeyên sîstematîk ên nû li ser zimanê kurdî zêdetir bûne. Helbet zimanê kurdî ji serê sedsalê heta niha rastî gelek êrişên bi vî rengî tê û asîmîlasyon, qedexe û zextên li ser zimanê me, ne nû ye. Em dikarin bibêjin ku, polîtîkayên li ser gelê me, beriya her tiştî xwe di polîtîkayên li ser zimanê me de nîşan dide. Ewên ku hebûna kurdan qebûl nakin, beriya her tiştî êrişî zimanê kurdan dikin û zimanê kurdî qebûl nakin.

Li hemberî polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê, têkoşîneke bêhempa jî hate dayîn

Em baş dizanin ku ji serê sedsalê heta niha, zimanê kurdî ji aliye dewletê ve hate qedexekirin, polîtîkayên asîmîlasyonê bi awayekî sîstematîk kete meriyetê. Polîtîkayên zimankujî û çandkujiyê bi awayekî dijwar hate meşandin. Li ser zimanê kurdî ev polîtîka hatin meşandin, lê li hemberî van polîtîkayan jî berxwedaneke mezin, têkoşîneke hêja û bêhempa hate dayîn û zimanê me li ber xwe da. Yanî çiqas êriş, zext û qedexe hebin, ewqas berxwedan û têkoşîn heye. Ev diyalektîk îro jî li ber çavan e. Ev têkoşîn beriya her tiştî li malan dest pê kir. Têkoşîna dayikên me pêşî li ber tunebûna zimanê kurdî girt. Ji bo zarokên ku siberoja me ne, em beriya her tiştî deyndarên dayikên xwe ne. Lê ev têkoşîn bi tena serê xwe têrê nake û ji bilî têkoşîna dayikên me yên ku nehiştin ev ziman bê kuştin, berpirsyariyeke me ya aliyên siyasî û partî û saziyan heye. 

Tifaqa kurdofobîk, bi fitaqa AKP-MHPê berdewam dike

Ximê asîmîlasyona ku îro bi awayekî sistematik tê meşandin, ji sere sedsalê dest pê kir û bi planên Şark İslahatê ev asîmîlasyon, bi komkujiyan hate kûrkirin. Niha heman plan ji tifaqa AKP-MHPê, bi vê tifaqa kurdofobîk ve tê meşandin. Ev plan desthilatdar û ewên ku xwe wek xwediyê dewletê dibînin, vegerandin kodên wan ên serê sedsalê û ev polîtîka hatin kûrkirin. Mesela piştî ku pêvajoya aştiyê hat bidawîkirin û şaredariyên me hatin desteserkirin, zext, qedexe û pêla asîmîlasyonê ya nû jî bi destê qeyûman ve hat destpêkirin. Zimanê me ji sazî û dezgehan hate bidûrxistin, navên kedkar û xemxwerên zimanê kurdî ji tabelayan û ji parkan hatin derxistin. Tabelayên kurdî hatin rakirin, navê mezinên kurdan ên wekî Ehmedî Xanî, Cigerxwîn, Mehmed Uzun li kurdan hatin qedexekirin. Êdî gav bi gav nav bi nav kes bi kes dixwazin kurdî bikujîn.

Berpirsyariya me ya partiyên siyasî, ji doh zêdetir e

Êrişên ku îro li hemberî kurdan tên organîzekirin li hemberî hebûn, ziman û jiyana kurdewar e. Hedefa wan ji asîmilayonê jî zêdetir e. Dixwazin kurdî di mêjiyên kurdan de bikujin. Ger ku em van êrişan qebûl bikin em ê îxanetê li dayika Taybet bikin, em ê îxanetê li Cemîleyê, Ceylanê bikin, em ê îxanetê li Ehmedî Xanî, Cigerxwîn, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, li seydayên mezin bikin. Kurd îxaneta li hemberî hebûna xwe û çanda xwe, li hemberî zimanê xwe qebûl nakin. Qebûlkirina vê yekê ji bo nasnameya me û rûmeta me mirin e. Di vî warî de berpirsyariya me ya partiyên siyasî, ji doh zêdetir e.

Êrişkar dibin yek, em çima nebin yek

Rêxistinên kurd, civaka kurd li hemberî van êrişan gavekî dîrokî avêtin. Di 29’ê Cotmehê de 9 partiyên kurd hatin cem hev û li hemberî asîmîlasyon û êrişan yekitiya zimanê kurdî ava kirin. Yekitiya civaka kurd dê li ser ziman bilind bibe. Em wekî miletekî mazlûm dikarin bên cem hev. Hêzên êrişkar ligel hemû cudahiyên xwe dikarin li hemberî me bibin yek, ma çima em nikarin yekitiya xwe ava bikin. Ev yek ji bo me ne qeder e.

Bila ev pêngav bibe bingeha avakirina yekîtiya me ya siyasî

Parçebûna civaka kurd her çiqas rastiya civaka kurd be jî di heman demê de propagandayeke neyartiyê ye. Ji me re dibêjin hûn nikarin tifaqa xwe li dar bixin, hûn nikarin xwe bi rê ve bibin. Em jî bi vê gavê îlan dikin ku em ji bo berjewendiyên gelê xwe neçarî yekitiyê ne, em mecbûr in ku yekîtiya xwe pêk bînin û hêvî dikim ku ev pêngava me ya zimên, bibe bingeha avakirina yekîtiya me ya siyasî. Di vî warî de tişta ku em ê esas bigirin berjewendiyên rêxistinî nîn in, berjewendiyên civaka kurd in. Zimanê me jî di vî warî xercê civaka me ye û em bi xwedîderketina zimanê xwe, dikarin bibin mîmarê dîwarê xwe.

Zimanê kurdî berpirsyariya her kurdekî/ê ye

Ez naxwazim axaftina xwe dirêj bikim. Lê divê em zanibin meseleya parastina ziman tenê meseleya rêxistinên siyasî jî nîn e. Her kurdek ji vê yekê berpirsiyar e û di vî warî de bangewaziya me li gelê me ye. Mil bidin vê yekitiya ziman, mil bidin yekitiya gelê kurd, werin em bi hev re di bin siya zimên de rûmeta neteweya xwe bilind bikin. Tu şik û fikara me tune ye ku em ê bi ser bikevin, em ê azad bibin. Gelê kurd dê bi azadiya zimanê xwe di nav malbata mirovahiyê de cihê xwe bigre.

Ez careke din vê hewldanê pîroz dikim û hêvî dikim ev hewldan bibe bingeha avakirina yekîtiya me ya siyasî û neteweyî.

 

9 Mijdar 2018

Tags : #Feleknas Uca