Beyannameya çareserkirina kêşeya kurd

Hevseroka me ya Giştî Pervîn Buldan, dê di 23ê Gulanê de li Amedê derbarê çareserkirina kêşeya kurd de, beyannameyekê ji raya giştî re deklare bike. 

Ji bilî destkeftî û mafên gelê kurd, îro hemû nasnameyên cuda jî di bin êriş û dorpêçkirinê de ne, lê rêkeftina AKP-MHPê, bi hilbijartina pêşwext dixwaze ku desthilatiya xwe tekez bike.

Li dijî vê yekê HDP dixwaze ku ligel hemû hêzên opozisyona Tirkiyeyê, tifaqa herî berfireh a gelên Tirkiyeyê pêk bîne û têkoşîna xwe bidomîne. Her wekî din, HDP stratejiya xwe li dor çarçoveya yekîtiya neteweyî ya kurd a ku hemû aliyên siyasî, civakî û çandî yên curbicur şimûl dike  pêk aniye û dixwaze ku polîtîkayên înkarê berteref bike.

Xebatên tifaqê yên ku kêşeya kurd û kêşeya bêstatûya kurd a ku li ser xetên siyasî yên cuda, fikr û baweriyên curbicur ên taybetmendiyên xwe parastine hatî avakirin, li dor têkoşîneke hevpar, ji bo çareserkirina meseleyê hatiye merheleyeke nû.  Hevdîtin û gengeşeyên ji bo çareserkirina meseleyê pir baş derbas bûn û li dijî polîtîkayên înkara gelê kurd, gelek aliyên siyasî, komên baweriyan û rêxistinên civaka sivîl, bi rihekî yekîtiyê biryardariya xwe ya têkoşîneke hevpar nîşan dan. Her wisa di demeke wiha de ku kurd rastî êrişên giran ên sîstematîk tên, kîjan kom û aliyên siyasî li derveyî vê vê rihê yekîtiyê bimînin, dê di din webaleke dîrokî û giran de bimînin.  

HDP tenê ji bo tifaqa hilbijartinê li vê meseleyê nanihêre. Ji bo me her tifaqa ku ji xwe re çareserkirina kêşeya kurd û demokratîzekirina Tirkiyeyê kiriye armanc, gelek giring e û divê ev tifaq mayînde be. Lê tifaqên demdemî jî li gorî reel polîtikayê gelek giring û hêja ne. 

HDP derbarê çareserkirina kêşeya kurd de xwedî tecrubeyeke giring e. Ji bo HDPê kêşeya kurd, kêşeyeke taybet û giring e. Bi baweriya me, heta ku kêşeya kurd çareser nebe, ti kêşeyeke demokrasiyê ya Tirkiyeyê jî çareser nabe. 

Ji bilî Beyannameya Hilbijartina 2018an a ku di 14ê Gulanê de hatibû deklarekirin, ji bo vê mijarê jî me beyannameyeke taybet amade kir. Ev metna ku em demek e dirêj e li ser dixebitin, dê 23ê Gulanê saet 11:00an de li avahiya me ya Bajarê Amedê ji aliyê Hevseroka me ya Giştî Pervîn Buldanê dê bê deklarekirin. 

Bi vê wesîleyê em careke din bangî hemû fikr û siyasetên cuda yên kurd dikin da ku li dijî polîtîkayên înkar û tifaqa dijî kurdan, werin di HDPê de bibin yek. Em bangî hemû aliyên kurd dikin da ku piştgirî û hêz bidin deklarasyona me ya 23ê Gulanê. 

 

DEKLARASYONA KÊŞEYA KURD
TARÎX: 23Ê GULANÊ, ROJA ÇARŞEMÊ
SAET: 11:00
CIH: AVAHIYA BAJÊR A AMEDÊ 

 

22 Gulan 2018

Tags : #kêşeya kurd, #Pervîn Buldan