Kurdan bang li HDPê kir: Bila şêr ji meydanê venekişin û rovî nekevin cihê wan

Me li hemberî derbeya qeyûman deklarasyona xwe aşkera kir. Di civînê de beşdarvanan nêrînên xwe anîn ziman:

Ji Dayikên Aştiyê Raîfe Ozbey: 

Bila şêr ji meydanê venekişin û rovî nekevin cihê wan

Merheba ji we re, hûn tevahî bi xêr hatin, înşella tiştekî xweş û bi xêr derkeve înşella. Me bi salan e dest bi têkoşînê kiriye û em dibêjin biratî, wekhevî. Em çiqas xweşî dixwazin ew dibêjin asîmîlasyon. Divê em yekîtiya xwe ava bikin. Îro her kes, dinya dibîne li ser me çi zor û zehmetî tê kişandin. Parlamenterên me şaredarên me tên girtin. Qeyûman diavêjin, wan davêjin girtîgehan. Em bi salan nagihîjin girtiyên xwe. Şerekî didin meşandin. Em dibêjin bila her kes li hemberî vî şerî derkeve. Her kes bila fikra xwe daynin ortê bila kurd li çar parçeyan bibin yek. Bi salan e xwe paşde nekişîne, bila înşella ev şer biqede, bila kes neyê girtin bila hestirên dayikan nerije. Ez li ser navê xwe dibêjim bila şêr ji meydanê nekişin û rovî nekevin cihê wan. Li ser seran li ser çavan bila biryara we li ser xêrê be. 

Hevseroka Şaredariya Cizîrê Berîvan Kutlu:  

Ez ji deryaya evînê, ji warê Bêrîvanan, ji Cizîra Botan dibêjim; merheba ji we re, hûn hemû bi xêr hatine, ser seran ser çavan re hatine. 

Di hilbijartina 2014’an de, namzetên hevşaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (PHD-DBP) li Cizîrê ji sedî 82 deng girtin û bi ser ketin. Lê bi biryareke siyasî û bi zorbetiyê, di Îlona 2016’an de qeyûm dest danî ser îradeya gelê Cizîrê. Ev li ber çavên cîhanê pêk hat. Dema ku qeyûm hatin êrîşî nirxên gelê kurd, nirxên jinên kurd kirin. 

Dibêjin qeyûman cara yekemîn ji peywir hatine girtin, ji dizîtiyê hatine girtin. Ji ber ku berjewendiyên nehate avakirin. Qeyûmên duyemîn êrîşî nirxên jinê kir. Jin mamosteya jinê ye. Wan êrîşê nirxên jinê kir. Me ola xwe ji AKP'ê negirtiye. Em bi hezar salan e misliman in em dizanin ka em ê bi çi bawer bikin. Meseleya qeyûman ne HDP ye, meseleya wan vîna gelê kurd e. Cizîra Botan kesên wek Ehmedê Xanî, kesên wek Bedirxanan afirandin. Gelê Cizîra Botan tu car li ser sekna xwe paşve gav neavêtiye.

AKP li hemberî gelê kurd neyartiyê dike!

Gelê Cizîra Botan li ser piyan e tu caran teslîmî wan nebûye. Tiştekî bi vî awayî nabe. We deyn kir belê. Hemû derfetan ji şaredariyan stendina dewrên saziyên cuda kirine. Avahiya ku şaredariyê lê kar dimeşand dewrî ewlekariyê kirine. Dibêjin em li hemberî vîna gelê kurd, çanda kurd in. Em jî vê yekê dibînin. Em tu car vê berûmetiyê qebûl nakin. Serokê AKP'ê Erdogan tenê dikare îdiayan bike. Tenê dikare bibêje şaredariyên HDP'ê pere xwarine lê belgeyeke wan tune ye. Em bi belgeyan diaxivin. 550 milyon pere tune ye, dibe ku 250 milyon kar kiribin lê 300 milyon TL tune ye. Tişta ku li Şaredariya Cizîra Botan hatiye kirin ev e. Me bi dehan caran got, tiştên ku li Cizîrê bûye li deverên din jî pêk hatine. Ew bi eşkere li hemberî me neyartiya xwe dikin. Dibêjin em nahêlin hûn wekî kurd xwe bi rê ve bibin. 

Ecdadê we nikariye me bike tirk, hûn ê jî nikaribin me bikin tirk!

Lê em dibêjin em ê li her derê xwe bi rê ve bibin. Li Cizîrê rewşa awarte didome. Lê gelê me paşve gav neavêtine. Ew nikarin bi çeteyên xwe bi ser bikevin. Wan sebî kuştin gotin terorîst e, kalê 80 salî hate kuştin gotin terorîst e. Em sivîl in, lê hûn bi hezar tank û top û çeteyên xwe bi ser me de tên. Em soz didin wekî gelê Cizîra Botan heya dawiya emrê xwe em serî natewînin. Di 29'ê mehê de dema salvegera damezirandina komarê de Erdogan çeteyên xwe şand û şaraderî desteser kirin. Di cejna komarê de qeyûm avêtin ser Cizîrê, xwestin me bi hêz bikin. Ev yek me xurt dikin. Em bang li rojnameyên wan, li rewşenbirên wan dikin. Hûn nikarin bibêjin kurd. Dibêjin tirk. Em kurd in, em wekî kurd hatin dinyayê û em ê wek î kurd jî bimirin. Ecdadê we nikariye me xilas bike hûn ê jî nikaribin me xilas bikin.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk:

Ez jî di destpêkê de hemû mêvanên hêja silav dikim û dibêjim hûn bi xêr hatine. Di hemû nirxandinên xwe de ne tenê HDP, hemû muxalefetê nav li vê pergalê kirine. Navê vê pergalê faşîzm e yekperestî ye. Ji destpêka komarê heya niha ev feraseta yekperestiyê dewam dike. Ji bo ku hikumet vê yekperestiyê bidomîne, lewma li hemberî gelê kurd êrişan dike. Ev qeyûmên ku hatine avêtin, ev li hemberî gelê me ye, ev yekperestî ye. Îro şaredarî ji aliyê Erdogan an ji Bahçelî ji me re nehatiye bexşkirin. Gelê kurd berdêlên giran dan. Gelê me ji bo ku wan qeyûman bişînin Enqereyê, kedeke mezin da. Erdogan dixwaze em şaredariyan teslîmî wan bikin. Kengî Erdogan pastûya xwe bibîne em ê şaredariyên xwe û îradeya xwe teslîmî wan bikin. Heya ku pirsgirêka kurd çareser neke tu kes di ewlehiyê de nîn e. Erdogan em carekê dinihêrin rojekê li Washingtonê rojekê li Moskovayê ye. Li wan deran li hemberî gelê kurd bazaran dike. Derdê we çareserî be, Îmralî nêzîk e, navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e. Heya ku hevdîtin bi Ocalan re pêk neyê çareserî pêk nayê. Em ê rexnedayîna xwe jî bidin. Şaredarî îro hatine dagirkirin. Gel îradeya xwe daye van hevşaredaran. Erka wan e ku li vê îradeyê xwedî derkevin. Serkeftin ya gelê me ye, ya gelê Rojhilhata Navîn e. Ez careke din li ser navê Kongreya Civaka Demokratîk we hemûyan bi rêzdarî silav dikim.

20 Mijdar 2019