Kongreya neteweyî bo kurdan wek nan û avê pêwîst e

Li ser pirsa; Tu referandûma serxwebûnê çawa dinirxînî? Ji îro bi şûnde di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumate Iraqê de wê pêvajoya diyalogê despê bike? Di vê rewşê de, dê helwesta Tirkiyeyê çawa be? Baydemir wiha bersivand:

"Li Herêma Kurdistanê, xwesteka pêkanîna referandûmê ku dê îradeya gelê kurd derxîne holê, xwesteka bikaranîna mafekî demokratîk ê rewa bû. Lewra mafê çarenûsa diyarkirina qedera xwe a neteweyan, mafekî gerdûnî ye. Li gel vê yekê di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Bexdayê de, demeke dirêj, li ser bikaranîna mafên di makezagonê de heyî qeyranên cidî hebûn, kêşe hebûn. Di çareserkirina van qeyran û kêşeyan de mixabin hikumeta Malikî û hikumetên din hesasiyeteke pêwist nîşan nedan. Niha li vê derê meseleya bingehîn ev e: Referandûma li Iraqê, li ser madeya 140. a di makezagonê de hatiye birêxistin. Ji ber vê jî, ew îradeya gelê wê derê eleqedar dike. 

‘EM VÊ YEKÊ DIJMINATIYA LI HEMBER GELÊ KURD DIBÎNIN'

Ji ber vê jî, aciziya cîhana derveyî wir û bi taybet jî aciziya hikûmetên dewletên cîran a ku ji ber îradeya gelê kurd di sindoqan de diyarbûye derketiye holê, em wê yekî wekî dijminatiya li hember gelê kurd dibînin. Wekî mînak heke ne Herêma Kurdistanê lê Birêveberiya Herêma Tirkmen bûya û ew çûbûna ser sindoqê û îradeya xwe li wir nîşandabûna û bi awayekî wisa mezin belê derketiba, gelo wê helwesta hikumeta Enqereyê wisa bûya? Helbet dê ne wisa bûya, berovajî vê hewldana parastina wir bikira. Ji ber vê jî xala ku esas aciziyê dide gotin û helwestên dijminane ku hikumete Enqere û Tehranê nîşan didin. Niha li wir çûna gel bo referandûmê rewaye. Encamên hilbijartina ku di referandûmê de bi zelalî û awayekî demokratîk pêşveçûye, teceliya îradeya gel in û divê herkes li hember encaman rêzê bigre."

‘NE TENÊ KURD ÇÛN SER SINDOQAN Û DIVÊ HELWESTA TIRKIYEYÊ WERE GUHERTIN'

Baydemir di berdawamiya axaftina xwe de got ku, "Wekî gava duyem jî bi vê îradeya gel ku derketiye holê re, divê hikumeta Bexdayê be divê hikûmeta Herêma Kurdistanê be û divê hemû pêkhateyên sîyasî yên li wir bin, divê her gava ku baivêjin derveyî şidetê be û bi rêya diyalogê çareserkirina kêşayên be ku di heman bingehê de bighine hevûdu û em jî alîgiriya vê yekê dikin. Divê şidet ne axife, diyalog biaixife. Wekî HDPê em ê gelekî mennûn bibin ku, mafên ji madeya 140. dertên bi rêya dîyalogê derkevin holê werin meşandin. Lê di encamê de gelên ku li Kurdistanê çûne ser sindoqan, binerin nabêjin gel, dibêjim gelên. Lewra ne tenê Kurd çûne ser sindoqan.Ermenî, Suryanî, Ereb, Tirkmen jî çûne ser sindoqên û di heman demê de îradeya xwe nîşan dan. Ji ber vê jî divê ji vê îradeyê re rêz were girtin û ji bo qebûlkirina vê îradeyê em difikirin ku divê gavên pêwist werin avêtin. Divê helwesta Tirkiyê be, divê helwesta Îranê be were guhertin ku hewl didin qeyrana di vê wateyê de li Iraqê heyî kurtir bikin. Lewra em tev bi hevre dibînin ku, ji reaksiyona ku Iraq nîşan dide bi 10 qatan zêdetir Tirkiye reaksiyonê nîşan dide. 10 qatan jê zêdetir rejîma Îranê nîşan dide. Ev jî tenê bi peyvekê tê rave kirin: Dijminatiya Kurdan. Heke Enqere û rejîma Tehranê di polîtikayên xwe de guherînan pêk neyînin û van polîtikayên xwe yên ku kêşeyê girantir dikin bidomînin, ne tenê ji bo Iraqê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn ku ji xwe erdnigariyeke têra xwe xwedî kêşeye, dê bibe sedemên kêşeyên hîn mezintir. Ji ber vê jî hêviya ji hikûmeta Enqereyê ew e ku, ji van gotinên xwe yên dijminane û helwestên xwe yên dijminane biqere."

Bi raya te rûdanên siyasî û civakî ên li Rojhilata Navîn, daxwaziyên kurdan ên serxwebûnê dê li siyaseta Tirkiyeyê tu guherînan pêk bîne? Ger bîne dê guherînên çawa pêk bîne? 

Baydemir got:

"Beriya heri tiştî dema em li tabloya heyî a li Rojhilata Navîn binerin, bo ku guherîn û vegûherîn demokratîk bin, bo ku çanda demokrasiyê jî bihundirîne divê ev pergal li ser zemîna edalatê bipêşve biçe.

‘PEYMANA SYKES-PÎCOTÊ GELÊ ME KIR 4 PARÇE'

Hewcedarî bi pergaleke nû heye ku hemû pêkhateyên cûda hebin di nava edaletê hebandibe. Yanî ji kurdan re edalat, ji Ermeniyan, ji Elewiyan, Ji Sûryanan, Ji Tirkmenan, çiqasî pêkhateyên cûda hebin, ji hemû hemû pêkhateyan re di nava pirdengiya demokrasiyê bihûndirîne. Ew edaleta ku ev 70-80 sal e ku tuneye û hewcedarî pê heye. Dema em wek kurd li Sykes-Picotê binerin, wê peymanê gelê me kiriye 4 parçe, erdnîgariya kurdan kiri 4 parçe. Lewra bo ku demokrasî were Rojhilata Navîn, divê bo kurdên hemû parçeyan pergaleke ku hem mafê kurdan ên weke etnîk û nasnameyî bêne qebûlkirin hem jî bi awayekî demokratîk û adîlane kurd tevî hemû rêveberiyên îdarî, bajarî û hemû rêveberiya welatî bibin, hewcedarî bi vê yêke heye."

‘NE MIMKÛNE KU KURD TUNE BÊN QEBÛLKIRIN' 

Di vê babetê de, li tu welatê ku heç ku kurd tune bêne qebûlkirin ne mimkûne ku ji demokrasiyê, ji aştiyê behs bête kirin. Eger bi rastî jî li Rojhilata Navîn pergaleke demokratîk bête avakirin, pirsgirêka kurdan, mafê kurdan ji ber ku kurd gel in bêne naskirin û di nava pergala makezagonê de bêne tescîlkirin mimkûn dibe. Ji ber ku mafên ku têne dayîn li ser kaxizê nemînin divê îcrakar û şixûlbar bin. Tam de di vir de, gerek li Sûriyeyê û gerek li Îranê bo ku em ji aştiyê behs bikin divê ew ji mafê kurdan re rêzdar bin, encex wisa deriyê aştiyê vebe.

Di van 3 salên dawiyê de dema em li hevpeymanên hikûmetê yên li Sûriyeye dinerin, em dibinin ku kurdan kî êrîş biriye ser kurdan hikûmetê bi wan re hevkarî kiriye. Ev yek ne tenê neyartiya Tirkiyeyê a li hemberi kurdan e, di heman demê de neyartiya li hemberî Sûriyeyê heta neyartiya li hemberî hemû kurdên dinyayê ye. Herwiha ev yek teqez dike ku Hikûmeta AKPê ku pêşengiya neyartiya kurdan dike dê neyartiya xwe de berdewam be. Ta îro AKPê li Bakurê Kurdistanê bi rêjeyeke bilind ji kurdan jî deng distend. Di demên pêş de di mijara ku kurd dê dengê xwe bidine kî li ber veguherîneke mezin e. Bi gotineke din, AKPê li Kurdistanê ber bi wê yekê vê diçe ku bibe partiya ku bi tenê tabelaya wê heye. Ji hêla din ve Parlementerê Partiya Gelan a Demokratik (HDP) careke din li Tirkiyeyê di avakirina pergaleke demokratîk bibe partiyeke girîng. Bi awayekî aşkere dixwazim bibêjim ku li Rojhilata Navîn, kîjan partî dibe bila be, kîjan pergala siyasî dibe bile be, ger bixwaze pergaleke demokratîk ava bike, teqez divê di esasên demokratîk, wekhev û azad de bi kurdan re tifaqê bike. Encex wisa bi ser keve. Siyaseta ku neyartiya kurdan bike, bi tu awayî li erdnîgariyaya Rojhilata Navîn û bêguman li Tirkiyeyê di avakirina pergaleke demokratîk hîç şensê wê tune ye."

Ger derfeta diyalogê pêk neyê, pêvajoyeke çawa li pêşiya kurdan e? 

"Em wekû HDPê di mijara çareserkirina pirsgirêkan de rêyeke ku em jê venegerin heye, ew jî diyalog e. Bi diyalog, muzakere û bêguman di nava çarçoveya demokrasiyê de pirsgirêkan çareser bikin. Dema ku em vê helwestê nîşan didin, bo kurdên ku Kurdistanê yan jî li Rojhilata Navîn dijîn, bo hewcedariyên wan, bo çareserkirina pirsgirêkên wan rê û rêbaza çareseriyê divê diyalogeke hevpar û hevseng pêk were. Lewra li gorî her kurdên her parçeyekî di bestxisitna mafan û tatmîna wan de noqteyên cûda hebin, û hene jî, bo nimûnê gelê Herêma Kurdistanê çû ser sindoqan û gelî ji sedî 93 gotin serxwebûn. Lê ji rexê din ve li Rojava gel çû ser sindoqan û gotin federasyon. Dîsa gelê Bakur xweseriyê pêşkêş dike. Wekû xuya dike, di taybetmendî û di daxwaziya pirsgirêka her parçeyî bi awayekî xwezayî cûdatî hene, çimkî heqîqet li ser vê yêk ava dibe. Eger em bixwazin rasteqîne bin, şert û mercên li Herêma Kurdistanê ne weke şert û mercên Tirkiyeyê ne her wiha şert û mercên Rojava jî moda mod ne weke yê Îranê ne. Ji ber hindê divê her hikûmet divê guh bide kurdên xwe, bi gotineke din divê guh bide dengê welatiyên xwe yên kurd. Bo nimûne hikûmeta Tehranê an jî hikûmeta Enqerayê ji dêvla ku pêkhatinên Kurdistana Iraqê weke tehdîdeteke li hemberî xwe bibîne guhê xwe bide dengê kurdan û bo ku rejîmeke demokratîk ava bike ku mafê kurdan jî biparêze û bihundirîne dê ji bo pêşeroja dewletan dê karekî bi xêrtir be. Bi vê yekê, yek ji xususiyetên demokrasiyê dê pêk were û bêgûman bo aştiya gava herî girîng dê bê avêtin."

‘EM ÇAWA DIYALOGÊ BO BEXDA Û HERÊMA KURDISTANÊ DIKIN, EM LI HIKÛMETA SÛRIYEYÊ JÎ DIKIN'

Baydemîr got: "Çûna ser sindoqan a Gelê Roja bi vîna xwe ya azad hilbijartina rêverberên herêmî pêwistiyeke demokrasiyê ye û her wiha tescîlkirina vîna gel e jî. Ya rastî ez dixwazim bibêjim ku hem pêkhatinên li Başûrê Kurdistanê hem jî yên li Rojava, ev hemû pêkhatinên li Rojhilata Navîn wekû waheyekê ye, hêviyeke mezin a demokrasiyê ye. Çawa berxwedan kartêkar a kurdan a li hemberî DAIŞa barbar bû hêviya kurdan û hemû dinyayê. Di heman demê de bo ku li Rojhilata Navîn demokrasî bicî bibe jî girîng e. Em heman rêbaza diyalogê çawa ku pêşniyarî Bexdayê û Herêma Kurdistanê dikin di mijara Rojava de jî em heman pêşniyariyê pêşniyazî hikûmetê dikin. 

‘DIVÊ GUH BIDIN DENGÊ KURDAN'

Herwiha Baydemir wiha pê de çû: "Em vêya weke xeteke têkoşînê adabte dikin û birêve dibin. Çimkî em li hemberî şîddetê ne û bi baweriya me divê pirsirêk ne bi şer lê bi rê û rê bazên aştiyane bên çareserkirin. Di vê babetê de em pêşniyar dikin ku guh bidine dengê kurdan. Niha esil mesele ev e: Ji bera berê de û ta niha ji hikûmetên navendî bi bêbaweriyeke kurdan heye. Bo nimûne, dema hewce kir, li Tirkiyeyê di despêka Şerê Xilasiyê (Kurtuluş Savaşi) kurdan û tirkan bi hev re têkoşiyan. Mistefa Kemal têkoşîna xwe ji erdnîgariya kurdan da destpêkirin. Û bi weada otonomiyê, xweserîyê despêkiribû. Lê kengî her tişt ket rêya xwe, piştî hêzên derve hatine berterefkirin tevî ku ev weadên kurdan bicî nehatin, Qiyama Şêx Seîd, Koçgirî û Zîlan pêk hatin. Tabîr caîz be dîroka komkujiyan destpê bû. Ev yek di bîra kurdan de cî girtine û pisgirêka pêbaweriyê heye. 

‘PAŞXISTINA PIRSGIREKA KURDAN HÊVIYA WAN DIŞKÎNE'

Baydemir eşkere kir ku, "Paşxistina pirsgirêka kurdan piştî têkçûna bi temamî a DAIŞê li Rojava dê baweriya kurdan bêhtir bişkîne. Lewra ya ku bê kirin divê mafê kurdan bê teqez kirin û ev yek jî di divê di bin banê garantoran de pêk were. Divê mijara de gavê bavêjin avêtin dê bi xêr be."

Cenabê te têkoşîna Rûsyayê a li hemberî DAIŞê çawa dibîne? Tu polîtikayên Rûsyayê yên li Herêmê yên li ser kurdan çawa dibîne? Rûsya, bi israr xwest ku PYD tevlî muzakereyan bibe. 

"Di hedefa DAIŞê û organîzasyonên weke DAIŞê de berî her tiştî mirovahî û neyartiya hemû ferdên mirovahiyê ne. Di heman demê de neyartiya kurdan jî heye. Lewra ger kî bi DAIŞê û yên weke DAIŞê re têbikoşe em weku HDPê vê rast, meşrû û dicî de dibînin. Binerin, bi tenê ji Herêma Şingalê ji 5 hezarî zêdetir xwişk û birayên me yên dîl hate girtin û di bazaran de hatin firotin. Bi tenê bo vê yekê jî hêj qaye ku mirov bi vê rêxistina barbar re têbikoşe. Ez li ser navê xwe kî li hemberî DAIŞê û yên weke DAIŞê têbikoşe rêzdar e, ya ku ez dibînim ez dibêjim. Li vir pirsgirêka bingehîn ev e: Kîjan hikûmet, kîjan welat, dema ku gelê kurd weku tune ye hereket bike, li hemberi gelê kurd ku dixwaze bi nasnameya xwe tevî rêveberiyê bibe bisekine, helwesta ku gelê kurd dixwaze qedera xwe tayîn bike qebûl neke, ev ne sekneke adîl e. Piştî DAIŞê aştiyeke mayinde bê xwestin hewcedarî pergaleke ku mafê kurdan dide heye, encex ev bibe çare. Di vê mînvalê de divê kurd tevlî hemû pêvajoyan bibin. Ji xwe ji ber ku kurd tevlî organîzasyon û partiyên siyasî tevlî pêvajoyên çareseriyê nakin encam nayê girtin. Û ta îro Enqera bû ku nehişt kurdên Sûriyêyê tevlî civînên Cenevreyê û Astanêyê bibin, reaksiyona herî xurt hikûmeta Enqereyê nîşan dan. Lewra yek ji berpirsyarên vê astê Hikûmeta Enqerê ye. Itaata ji vê yekê heta hetaye dê bibe zemîn îsti ji hêzên weke DAIŞ û yên weke DAIŞê ên radîkal. Lewra, dema ku li Sûriyeyê çareseriyeke mayîndê bê xwestin teqez divê di jinûveavakirina Sûriyeyê de hetta di biryardana şeklê birêvebirinê de jî kurd xwedî gotin bin. Ev dê dûbarekirina Sykes-Picot ji holê rake.

Civîna Kongreya Neteweyî mimkûne gelo? Dê çi karîgeriya wê li kurdan bibe? 

Baydemir li ser mijara civîna kongreya neteweyî jî da zanîn ku xisûsên ku heya niha em axifîne, rexneyên li ser nerîna dewletên cîran ku kurdan wekî xetereyekê, wekî gefekê dibînin bû. Lê belê yek ji handîkapên herî mezin jî ewe ku kurd di navbera xwe de nebûne yek, tifaqek pêk neanîne û ev jî kêşeyeke. Wekî mînak îro hema beje hemû hêzên cîhanê, li ser paşeroja Rojhilata Navîn xwedî stratejiyekê ne, an jî pergalên navneteweyî ji bo paşeroja wê li ser Rojhilata Navîn xwedî stratejiyekê ne xwedî hesabekî ne. Baş e çima stratejiyeke hevpar ya gelê kurd ku ji 40 milyonî pêk tê nebe ji bo paşeroja wî. Havaye ji bo ku ev stratejiya hevpar pêk were tekane şert ew e ku Kurd di nav diyalog û tifaqekê de bine.

‘SAZKIRINA MEKANÎZMAYEKE WISA DÊ BO KURDAN AZADÎ BO EREB FARIS Û TIRKAN JÎ DEMOKRASÎ BÎNE' 

Baydemir wiha pê de çû: Pêdivî bi mekanîzmayekê heye ku vê diyalogê vê tifaqê mayinde bike heye. Diyaloga di navbera kurdan de, tifaqa kurdan û tiştekî wekî kongre ku vê mayinde bike ne dijberiya tu gelan e. Wekî mînak qetiyen ne dijberiya gelê faris e, ne dijberiya gelê tirk e, ne dijberiya gelê ereb e, berovajî vê tifaqeke wisa, sazkirina mekanîzmayeke wisa dê li Rojhila Navîn ji bo kurdan azadî, ji bo ereb, tirk û farsan jî dê demokrasî û aştiyeke bi rûmet bîne. Bi vê boneyê ji bo kurdan tifaqe neteweyî, kongre an jî avakirina mekanîzmayeke din wekî nan û avê pêwiste. Ev ji bo demokrasiya Rojhilata Navîn û gelên bira elzeme û pêdiviyeke mezin e.

 

03 Cotmeh 2017