Konferansa jinan hat lidarxistin: Ji bo azadiyê, jin rêxistina xwe mezin dikin

Konferansa me ya jinan bi beşdarbûna gelek delegeyên jin li Enqereyê tê lidarxistin. Berdevka Meclisa me ya Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr di destpêka konferansê de axivî û wiha got:

We hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Hevalên hêja ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê li seranserê cîhanê êrîşî deskeftiyên jinan û têkoşîna azadiya jinan dikin. Di vê pêvajoyê de jin li hemberî êrîşan têkoşîna xwe mezin dikin.

Li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’emîn dewam dike

Li Rojhilata Navîn û cîhanê şer hîç nesekinîn. Me demên berê jî gelek caran anî ziman ku mixabin her tim Rojhilata Navîn bûye navenda şer û pevçûnan. Îro li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’emîn diqewime. Gel û jinên vê herêmê li hemberî hêzên serdest şerê bidestxistina demokrasî û azadiyê dimeşînin û guhertinê dixwazin. Li aliyê din jî li dijî polîtîkayên şer û neçareseriyê têkoşîna aştî û diyalogê dimeşînin. Ev têkoşîn di heman demê de li dijî netewe-dewleta zayendparêz, nîjadperest nerazîbûnek e.

Têkoşîna ku li Rojava bi pêş dikeve polîtîkayên dewleta zayendparêz dihejîne

Li seranserê Rojhilata Navîn gel serî radike û her wiha li Îspanya, Yewnenistan û Amerîkaya Latîn gel têdikoşin û di heman demê de li Rojava bi pêşengiya jinan di çarçoveya rêya 3’emîn de ango avakirina siyaseta demokratîk a li ser esasê azadiya jinan û neteweya demokratîk; polîtîkayên dewletên ku hişmendiya ku gel û civakê, demokrasiyê tune dihesibîne û li ser feraseta tekparêz, neteweperest, zayendparêz û kedxwariyê hatiye avakirin ji kokê ve dihejîne.

Bêguman ev hêzên siyasî li hemberî têkoşîn û daxwaza guhertinê bêdeng neman. Ji bo kodên xwe yên avakirin û hebûnê biparêzin bêtir hişk tevgeriyan, serî li derew, manîpulasyon û polîtîkayên populîst dan, faşîzm jinûve zindî kirin û hewld dan mayînde bikin. Li hemberî daxwazên gel û jinan ên demokrasî, wekhevî û azadiyê careke din tekparêzî, înkar û asîmîlasyonê ferz dikin û têkoşîna gelan û nemaze jî têkoşîna jinan hedef tê girtin.

Ev 5 sal in em bi faşîzma AKP’ê re rûbirû mane

Li Tirkiyeyê jî pêvajoyên bi vî rengî hatin jiyîn. Nemaze ev 5 sal in em bi faşîzma AKP’ê re rûbirû mane. Di encama têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de, di çareseriya pirsgirêka kurd de muzakere û çareseriyên demokratîk, pêvajoya çareseriyê, Serhildana Geziyê, têkoşîna kedê, muxalefeta civakî ya jinan û di hilbijartinên 7’ê hezîranê de daxwaza gelên Tirkiyeyê ya siyaseta demokratîk derketin holê. Ev daxwaz li dijî kodên dewletê yên pêkanînên dijdemokratîk, tune hesibandin, neteweperest serî rakirin bûn û temelê ku AKP’a ku li ser esasê rant-talan, nelirêtiyê hatibû avakirin hejand û piştî ku dîtin têk diçin serî li kodên dewletê yên berê dan û hêviya xwe bi pêkanînên faşîzan girêdan.

Di van 5 salên dawîn de di dîroka welat de polîtîkayên faşîzan ku demên darbeyên leşkerî hişktir li ser civakê ferz kirin û AKP ji bo îktîdara xwe li ser pêya bihêle hemû nirxên welat binpê kir.

Di nav 2 salan de Rewşa Awarte (OHAL) 7 caran hat dirêjkirin. Her çiqas OHAL hatibe rakirin jî zext û zordariyên li ser civakê dewam kirin.

Êrîşên li ser siyasetmedarên kurd û jinan bêperva bûn

Di serî de li hemberî siyasetmedarên jin û endamên partiya me û têkoşîna gelê kurd operasyonên komkujiya siyasî bêperva dewam kirin û hewl dan hemû dînamîkên muxalefetê bêbandor bihêlin. Bi hezaran însan hatin binçavkirin, girtin û bi îşkenceyan re rûbirû man. Yanê seranserê welat veguherî pergala rejîma girtîgehê û xwestin bi gefên girtinê civakê dîl bigirin. Tecrîda giran ku li ser li Îmraliyê di şextê birêz Ocalan de pêşxistin, xwestin hemû civakê tecrîd bikin û bi girtina deriyên diyalog û çareseriyê serî li polîtîkayên zextan dan.

Gezî, akademîsyenên aştîxwaz, bijîşk, memûr: Hemû kes di hedefê de ne

Berxwedana Geziyê berxwedana herî demokratîk û aştîxwaz bû û xwestin vê krîmînalîze bikin û der barê gelek hevalên me de bi hinceta ku tevli çalakiyên Geziyê bûne cezayê muebetê tê xwestin. Pêvajoya OHAL’ê wek hincet nîşan dan, dest danîn ser pasaportên gelek memûr, mamoste, akademîsyen, bijîşkan û mehkûmê mirinê hatin hiştin. Gelek sazî û komeleyên têkildarî mafên mirovan, mafên jinan, ekolojî, ked û mafê zarokan dixebitin hatin girtin.

Modela hevserokatiyê û xeta azadiyê jinan hedef hatin girtin

Pergala hevserokatiyê di şaredariyan de li cîhanê cara yekemîn pêk hat û hemû cîhan vê wekî pergala herî demokratîk û wekhev pênase dike û modela xwerêveberiyên herêmî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digire hedef girtin û qeyûm tayînî hema bêje hemû şaredariyên me kirin.

Bêguman di vê pêvajoyê de li hemberî jinên ku li dijî van polîtîkayan derdikevin, muxalefeta civakî birêxistin dikin û pêşengiyê dikin zext û tundî zêde bûn. CEDAW, Peymana Stenbolê tune hatin hesibandin, bi polîtîkayên ku dijberiya jinan dikin ve pirsgirêkên jinan kûrtir kirin û pirsgirêkên girantir kirin. Xwestin bi tepisandina têkoşîna jinan pirsgirêkan bêçare bihêlin. 

Zextên li hemberî jinan bûn parçeyek ji jiyana rojane

Li hemberî mafên ku jinan di encama têkoşîna salan de bi dest xistin û misogeriya hiqûqê pêk anîn êrîş zêdetir bûn û xwestin van mafan yek bi yek xesp bikin. Em bûn şahid ku zextên li hemberî jinan bûn parçeyek ji jiyana rojane û xwestin civak vê rewşê bipejirîne. Çawa ku hemû civak çewisandin, xwestin jinan jî biçewisînin û bêzar bikin. AKP wekî îktîdara ku îstîsmara zayendî qanûnî kiriye, derbasî rûpelên dîrokê bû. Kujerên jinan, tacîz û tecawizkar bi nedayîna cezayan hatin xelatkirin û jinên ku li jiyana xwe xwedî derketin û xweparastina rewa pêk anîn bi cezayên muebetê hatin darizandin. Piştî qedexeya kurtaj û girtina saziyên jinan niha jî çav berî nafakaya jinan dane û dixwazin vî mafê jinan xesp bikin.

Me ev êrîş qebûl nekirin û paşve gav neavêt

Em dikarin têkildarî polîtîkayên ku li ser civak û jinan tê ferzikirin bi hezaran mînakan bidin. Em dizanin ku ev polîtîkayên ku cuda xuya dikin, parçeyeke polîtîkayên giştî ne. Yanê li hemberî hemû civakê şer dan destpêkirin, xwestin hemû muxalîfan tasfiye bikin û bi polîtîkayên xwe yên faşîzane tekparêzî, zayendparêziyê, nîjadperestiyê mayînde bikin. Gelo li hemberî vê pergala ku wekî; ‘Serdema faşîzmê ya yekzilamî’ derbasî dîrokê bû, gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û ya herî girîng jî tevgera jinan, têkoşîna azadiyê ya jinan helwesteke çawa nîşan dan? Hikûmeta şer ku li hemberî muxalefeta civakî şer da destpêkirin, li ser esasê parastina xeta azadiya jina, siyaseta demokratîk û aştiya civakê me ev êrîş qebûl nekirin û li dijî hemû êrîşan me paşve gav neavêt.

Rêgeza me ew e ku bi faşîzmê re lihevkirin nabe, li dijî faşîzmê têkoşîn

Partiya me HDP  û tevgera jinan bi rêgeza bi faşîzmê re lihevkirin nabe, li dijî faşîzmê têkoşîn; me bilindkirina asta têkoşînê bersiv da îktîdarê. Em dikarin bi rihetî bibêjin ku ger wek civak em teslîmî polîtîkayên faşîst nebûne û ger me paşve gav li faşîzmê dabe avêtin, ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê hêvî hatibûn afirandin ev di encama israra me ya têkoşînê pêk hatiye.

Li ser piya sekinîn û parastina rêxistinbûyînê tena serê xwe serkeftin e

Destpêkê ev vê bibêjin ku li ser piya sekinîn û parastina rêxistinbûyînê tena serê xwe serkeftineke mezin e. Di serdema rejîma ku kolan û derketina qadan qedexe kir wek jin me kolan terk nekirin. Saziyên me hatin girtin, xwestin bi qanûnan mafên me xesp bikin, jinên ku pêşengiya têkoşîna azadiya jinan digirin hedef hatin girtin û gef li hemû jinan xwarin. Gotin û kirinên zayenparêz ên îktîdarê li malê, li kolanê, li cihê kar hatin rêxistinkirin û bi awayekî bêperva tundî pêk anîn.

Îro mîsogeriya ewlehiya canê tu kesî nîn e

Îstîsmarkirina zarokan, di temenê biçûk de zewicandina zarokan her yek ji bo têkoşîna jinan sedema şoreşê ye. Hikûmetê caran bi bêdengiya xwe û carnan jî bi piştgiriyê bû sedem ku îstîsmarkirina zarokan zêdetir bibe.

Îro li malê, li kolanê, li dibistanê, li girtîgehan di kîjan temenê de dibe bila bibe, ji kîjan pîşeyê dibe bila bibe mîsogeriya ewlehiya canê tu jinê nîne. Pirsgirêkên jinan girantir dibin û her tim bu xespkirina mafên jinan re rûbirû man.

Li dijî polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî jin û zarokan me dengê xwe bilind kir

Ji ber mezinbûna qeyrana aborî jin bêtir xîzan bûn û jin di navbera denklema xizanî û tundiyê de hatin hiştin. Wekî lingekî siyaseta dijminatiya gelan xwestin jinan û têkoşîna jinan krîmînalîze bikin. Piştî ku AKP bû îktîdar bûyerên îstîsmar, tacîz û tundiya li hemberî jin û zarokan pir zêde bûn û me her tim li hemberî van polîtîkayan dengê xwe bilind kir. Nemaze jî ji bo jinan rojên girîng yên wekî; 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de me bi çalakiyên girseyî muxalefeta civakî pêk anî.

Jinan ji bo şikandina tecrîdê pêşengî kirin

Tecrîda li Îmraliyê sûcê mirovahiyê ye û ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê jinan pêşengî bi berxwedana dîrokî re kirin. Têkoşîna jinan bû sedem ku faşîzm paşve biçe. Bi tayînkirina qeyûman xwestin deskeftiyên jinan ji holê rakin û li hemberî vê siyaseta mêtingeriyê herî zêde jinan nerazîbûn nîşan dan.  Her çiqas hilbijartinên 31’ê adarê di rewşeke nehihûqî û newekhev de pêk hatibe jî stratejiya me ya ‘Li Kurdistanê şandina qeyûman, li rojavayê Tirkiyeyê jî têkbirina AKP-MHP’ê’ li dijî siyaseta rantê, bingeha demokrasiyê hat avakirin.

Me qeyûm şandin û şaredariyên xwe teslîmî hevserokan kir

Me li Kurdistanê şaredariyên xwe ji destê qeyûman ên dijminê jinan, êrîşî çand û dîroka gelan dikirin û keda gel ji bo jiyana xwe ya luks bi kar dîanîn, girt û teslîmê hevşaredaran, endamên jin ên meclisa şaredariyê û xebatkarên rêveberiya herêmî ku dê li ser xeta azadiya jinê, demokratik û ekolojîk siyasetê bikin, kirin. Me di hilbijartinên 31’ê adarê ku êdî tahayyula rêşbînî, bêhêvî û pêşerojê nedihat kirin de, bi rêya 3’yemîn hêviyên gelên Tirkiyeyê yên pêşerojê geş kir. Rêya sêyemîn li dijî  du siyasetên çewt, serkeftina bindestan, kesên ku ji faşîzmê re dibêjin raweste, tifaqa dîrokî ya jinan e û di vê merheleyê de êdî serketineke dîrokî ye. Li hemberî yekperestî, mêrperestî û siyaseta ku bi şîdetê gelan tîne beramberî hev, bi pêşengiya jinan dem dema înşakirina siyaseta rêya sêyemîn e.

Di 31’ê Adarê de jin û gel bi ser ketin

Ji ber vê yekê hilbijartinên 31’ê adarê û herî dawî hilbijartina Stenbolê ku bi tifaqa faşîst da windakirin, divê ji çarçoveya vê perspektîfê bê nirxandin. Bloka faşîst di 23’yê hezîranê de tenê hilbijartinên Stenbolê winda nekir. Tenê rant, torpîl û bikaranîna çavkaniyên gel a ji bo berjewendiyên xwe, winda nekirin. Gelê me li dijî polîtîkayên wan ên şer, kavilkirina bajarên me, operasyonên qirkirina siyasî, polîtîkayên zayendperest û dijminê jinan, îxrackirinan, terora dewletê, krîza aborî, bêkarî û li ser zextên azadiya îfadeyê; jin û gelên ku bêyî ji fikren xwe yên azadiyê û demokrasiye tereddut bikin û vîna xwe danî holê, bi ser ketin.

Rêya 3’yemîn di heman demê de li dijî siyaseta mêran siyaseta demokratîk a jinan e

Ji ber vê ; hem partiya me HDP, hem jî meclisa jinan a HDP’ê, tevgerê jinan û bi giştî sekna têkoşîna jinan, bêyî ku di çarçoveya siyaseteke teng de bê fikrandin, di astekî dîrokî de ye. Ji ber ku em û partiya me tevgereke wisa ne ku nabe di nav siyaseta ‘parlamento-hilbijartin-hejmar’ de bên asêkirin. Tabî ev tiştan jî nabe ji nedîtîve bên dîtin û ji aliye dîtbarî û sazbûnê de xalên gelek girîng in. Lê li dijî zîhniyeta ku her çiqas ji aliye bilêvkirinê ve cuda lê ji aliye fikrî ve yek in û li hemberî gelan, jinan û gelemperiya civakê şer daye destpêkirin, bi avakirina rêya sêyemîn; em partî û tevgereke dîrokî û hêviya gelên Tirkiyeyê ne. Di heman demê de tifaqa demokrasîk a jinan û gelan e. Û wekî her carê vê carê jî ji bo bihêzkirina muxalefeta civaka demokratîk û înşakirina rêya sêyemîn, dê jin pêşengtiyê bikin. Ji ber ku di heman deme de rêya sêyemîn li dijî siyaseta yekperestî, tundwar û zayendperest, siyaseta jinan e ku demokrasî, piştevanî û azadiyê ji xwe re kiriye bingeha esasî. Dema me ya ku em di nav xwe de bikevin nav nîqaşeke bê feyde û li gorî aliyekî tevbigerin nîn e.

Gotina birêz Ocalan a; ‘Hişmendiya tifaqa demokratîk a ku di HDP'ê de teşe girtiye, divê nebe alî û paldanka nîqaşên rojane yên hilbijartinê. Girîngiya tifaqa demokratîk û wateya wê ya dîrokî, divê xwe angajî hevrikiyên heyî neke û di xeta xwe de bi israr be’ vê rastiyê bi bîr dixe. Bi vê yekê re hişyariyê dide ku tiştê esasî bê dîtin. Bi vê boneyê; weke muxalefeta demokratîk, hem partî û hem jî weke tevgera jinê ango aktorên bingehîn ên xeta 3’yemîn, mafê me nîne ku em xwe di nava nîqaş û pirsgirêkên teng de bifetisînin û li pey siyaseta rojane bikevin.

Ji ber ku bi her qelsî û valahiyeke di nava birêxistinbuyîn û siyaseta me de, bingeh ji zîhniyeta faşîst û yekperest re tê avakirin.

Bêguman em ji pirsgirêk, rêxistinbûyîna xwe ya ku qels bûye û ji zehmetî û dorpêça siyaseta rojane azade nînin. Lê asta rêxistinbûna me, refleks û pêşxistina perspektîfan a li hemberî van pirsgirêkan, raste rast girêdayî biryardarbûn û girêdana me ya bi muxalefeta demokratîk/siyaseta demokratîk û avakirina wê re ye. Di heman demê de di têkoşîna me ya siyaseta rojane û ya domdirêj de pîvana serkeftinê ye.

Ên ku herî zêde pêdiviya wan bi demokrasiyê heye, em in û dê ev jî bi têkoşîna me pêk were.

Weke hûn hemû jî dizanin, ev konferansa xwebirêxistinkirinê ye. Divê em li gorî vê perspektîfê li konferansa xwebirêxistinkirinê binihêrin. Di heman demê de ev konferans divê bibe konferansa birêxistinkirina biryardarbûn û sekna ji bo bihêzkirina têkoşîn û xwerbirêxistinkirinê. Ev yek hem weke partî û hem jî weke meclisa jinê, peywira me ya dîrokî ye. Ji ber ku yên herî zêde pêdiviya wan bi demokrasiyê heye, em in. Pirsgirêkên civakî û pirsgirêka azadiyê ya jinan tenê dikare bi têkoşîna me bê çareserkirin. Bi vê boneyêye ku karekter û asta birêxistinbûnê ya têkoşîna me, xwedî girîngiyekî jiyanî ye.

Li gorî pêvajoya nû em neçarin ku biryardarbûnên bi hêz bijîn

Weke jinên ku pêşengiya muxalefeta demokratîk û têkoşîna civakî dikin, di nava van her du rojan de em ê rewşa taybet a avaniya xwe li ber çavan derbas bikin. Li gorî pêwîstiyên dema nû, ji bo ku em bikarin ji asta birêxistinbûn û têkoşînê re bibin bersiv, em neçarin ku bihevre biryardarbûnên bihêz bijîn. Muxatabên me, bloka AKP-MHP’ê ye ku xwedî zîhniyeta zilamê serdest û temsîliyeta vê zîhniyetê ya polîtîkin. Ev blok jî dizane ku heta têkoşîna jinan paşnekeve, nikarin armancên xwe pêk bînin. Sedema êrîşên bêperwa yên li ser jinan jî eve. Bi vê boneyê ku di roja me de birêxistinbûna jinan tê wateya azadiya jin û civakê. Em tenê dikarin bi xwebirêxistinkirinê û birêxistinkirina temamiya jinan re ji vê polîtîkayê re bibin bersiv. Tenê sekna me ya birêxistinbûyî dikare rê li ber tundiya li ser jinan, tacîz, desdirêjî, îşkence û xespkirina mafan bigire. Siyaset û piştevaniya jinê ya ku em ê bişopînin dikare rê li ber vê bigire.

Rêhevaltiya me jinan ne tenê li partiyê, li hemû qadên jiyanê heye

Dema ku em dibêjin birêxistinbûyîna jinan, siyaseta jinan û rêhevaltiya jinan, em tenê qala xwebirêxistinkirina di nava partiyê û di mekanîzmayên rêveberiyê de nakin. Ger ku em jinên di nava malê de rastiyê tundiyê tên, jinên ku li atolyeyan keda wan tê xwarin û jinên ku ji ber cil û bergên xwe rastî êrîşan tên jî nebînin û wan jî nekin parçeyeke têkoşîna xwe, ger ku xwegihandina wan em paşve bidin, ev tê wateyê ku di mijara birêxistinkirina siyaseta jinê de kêmasiyên me hene. Ji ber vê yekê jî birêxistinkirina jinê, bi birêxistinkirina yek bi yek bi her jinekê pêkane. Hebûna her jineka ku nehatiye birêxistinkirin, dê weke qelsiya birêxistinbûna jinan bimîne.  

Divê em qala xweparastina jinan bikin û xwe birêxistin bikin

Divê li dijî hemû cureyên tundiyê û polîtîkayên dijminatiya jinan dikin, em stratejiya xweparastinê û pêşxistina wê biaxivin. Herêmîkirina siyaseta jinê, avakirina meclisên jinan ên herêmî û vesazkirina wan û xwegihandina jinan divê bibe xala herî bingehîn a birêxistinbûyîna me.

Me mafên xwe bi têkoşînê qezenc kir, lutfeke zilamê serdest nîn e

Em ji tecrubeyên xwe yên dîrokî dizanin; ne wekî ku lutfeke zilamê serdest ê desthilat mafê me dabi be, me mafên xwe bi biryardarî, rêxistinî û bi hêza têkoşîna azadiya jinê ya ku pêş xistiye qezenc kir. Ne tenê ji bo mafên jinê, di heman demê de em jin di têkoşîna ji bo demokratîkbûyîna civakê û aştiyê jî bûn kirde.

Xeyal û armanca me ji xeyal û armancên desthilatiya îro û desthaltên ku li ser me ferz dike gelekî cuda ye. Li dijî desthilata ku pêşerojek e serî tewandî, mezhebî, yekparêzî û bi nefret, em wekî xwediyên xeyal û armancên civakeke jin lê azad, demokratîk, wekhevîparêz, pircureyî ku diparêzin û em xwe wekî xudiyê wê dibînin, em dibêjin em hene û emê her hebin.

Têr dike ku mirov li berxwedana Leyla Guven û dayikan bînê rê

Li dijî ew atmosfera siyasî ya ku civak dorpêç kiriye û dixwaze ber bi tarîtiyekê ve dehf bide û xwe ferz dike, vegera li têkoşîna jinê têr dike. Ji bo wê jî ne pêwîste ku li têkoşîneke bi sedan û hezaran salan bê nerîn, nerîna li roja me ya îro jî ji bo dîtina hêza me dê bes be.

Dîtina rêzdar Leyla Guven a ku ji bo şikandina Tecrîdê 200 rojî pêşengî ji çalakiya greva birçîbûnê re kiriye û bedena xwe ji greva birçîbûnê re razandiye dê bes be. Her wiha dîtina jin û dayikên li ber deriyên girtîgehan, li kolanan, yên nobet girtin û bi çalakiyên xwe li dijî tectîdê li ber xwe dan û dengê xwe ji cîhanê re ragihandin dê bes be.

Karkerên Flormar ên ku ber ku sendîkaî bûn keda wan ji destên wan hatibûn girtin û ji kar hatibûn avêtin bi berxwedana xwe ya 297 rojan berdewam kir bi ser ketin, dîtina vê berxwedanê bi xwe têr dike. Li dijî qanûna kurtajê, li dijî qanûna îstismara zayendî jinên ku li kolanan li ber xwe da û kolan bi rengê jinê boyax kirin û bi têkoşîna xwe gav bi desthilatiyê şûnde dan avê tin, dîtina vê têkoşîna jinê dê bes be.

Em nîqaşên rêya 3’yemîn û çalakkirina siyaseta jinê bijîn

Me bi şiyara “Em ji bo azadiya xwe rêxistinbûyîna xwe mezin dikin” cibînên herêmî li dar xist.  Lewer em dizanin ku şertê yekemîn ê azadiyê rêxistinbûyîn e. Di vê konferansa ku bi şiyara “Emê Rêxistina Xwe Mezin Bikin” de em ê nîqaşên li ser rêxistinbûyîn xwe ya jinê mezin bikin,  rêya 3’yemîn a siyasetê, siyaseta jinê û çalakibûna wê ya di siyasetê de bimeşînin.

Li dijî faşîzma AKP-MHP a ku tarîtiyê ferz dike û tehrîbatan diafirîne dîsa em ê têkoşîneke bi rûmet a ji bo aştiya civakê bidin. Di têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a li ser bingeheke demokratîk, wekheviya zayendî, ked, hiqûq û mafên civakî, bi kurtasî dê jin di çareseriya hemû pirsgirêkên vî welatî de dê jin rista xwe bilîzî û dê bibe qada ku jin bi wayekî kirde lê têbikoş e.

Qet gumana me tune ye ku dê ev konferansa me fêdeyeke mezin bede asta têxistinbûyîn a têkoşîna li van qadan dê bêdayîn. Lewre em jin dizanin ku; em heta niha bi serketin, em ê ji niha û pê ve jî bi ser bikevin. Bi hêviya ku ev konferansa me ji têkoşîna azadiya jinê re bi be şewq ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim.

29 Hezîran 2019