Komkujiya domdar: Em Jenosîda Êzidiyan û silsileya fermanan şermezar dikin

Di 3’ê tebaxa 2014’an de rûpeleke reş û tarî li dîroka vê axa qedîm hat zêdekirin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji aliyê dewletên deverê û hêzên emperyalîst ve tên piştgirîkirin, êrîşî Şengalê kirin û jin, zarok, kalemêr-pîrejin jî di nav de ji 5 hezaran zêdetir Kurdên Êzidî qetil kirin. Bi hezaran kes dîl girt, bi sed hezaran kes koçber kir û komkujiyeke mezin pêk anî.  Piştî komkujiyê bi hezaran jin li bazaran wek kole hatin firotin.

Ev êrîşa hovane ya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hat kirin, bi xisareke mirovî ya mezin, texrîbateke wijdanî û koçberî û penaberî encam da û rûxandineke mezin bi xwe re anî. Bi vê êrîşê re rûpeleke reş li dîrokê hat zêdekirin û ev êrîş wek Fermana 73’yemîn di hişûbîra gelê me yê Êzidî de bi cih girt.  Gelê Êzidî yê ku li Mezopotamyaya qedîm bi hezaran salan e dijî, di dirêjahiya dîrokê de her û her rastî komkujiyan û koçberî û penaberiyê hat. Lê li dijî van silsileya fermanan û komkujiyan, gelê Êzidî tim li baweriya xwe, li ziman û çanda xwe û li hebûna xwe xwedî derket û dê ji îro şûnde jî derkeve.

Êrîşa di 3’ê tebaxa 2014’an de pêk hat, ji aliyê Parlemana Ewropayê ve wek “Jenosîda Êzidiyan” hat naskirin. Sazî û dezgehên navneteweyî di raportên xwe de ev êrîş wek “sûcên li dijî mirovahiyê” pênase kirin, lê desthilatiya siyasî ya li Tirkiyeyê ev komkujî bi awayekî fermî şermezar nekir û helwestek li dijî wê nîşan neda. Komîsyona Lêkolîna Serbixwe ya Neteweyên Yekgirtî, daxwaz ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî kir da ku vê qetlîamê wek “jenosîd” binase. Piştî wê jenosîdê, Êzidiyên ku bi neçarî li Tirkiyeyê bi cih bûbûn, rastî zext û cudakariyê hatin. Kampên ku bi piştgiriya şaredariyan hatibûn vekirin, ji aliyê qeyiman ve hatin girtin û Êzidî cardin hatin koçberkirin.

Di ser êrîşên 3’ê tebaxa 2014’an re 5 sal derbas bûn, lê birînên Êzidiyên Şengalê hê jî nehatine dermankirin. Îro jî gefên koçberiyê û dagirkirinê li Êzidiyan û li Şengalê tên xwarin û dixwazin ku Şengalê bikin cihekî bê Êzidî û bê Kurd. Mixabin îro jî Êzidî bi xetereya komkujiyan re rûbirû ne. Hin dewletên herêmê dixwazin ku fermana 73’emîn a ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû destpêkirin, bigihînin armancê û wê temam bikin. Divê hemû hêzên navneteweyî li dijî vê xetereyê bêdeng nemînin û bi berpirsyarî tevbigerin. Em nahêlin Şengal ji Kurdên Êzidî bê paqijkirin. Divê şert û mercên mirovî yên Şengalê bên başkirin û Êzidiyên ku ji wir koçber bûne vegerin ser axa xwe ya qedîm û fikarên ewlehiyê yên wan ji holê bên rakirin. 

Di 5’emin salvegera Komkujiya Şengalê de, ku wek fermana 73’yemîn di hişûbîra Êzidiyan de cih girtiye, em hemû qurbaniyan bi rêzdarî û bi dilekî xemgîn bi bîr tînin. Û banga têkoşîna li dijî komkujiyê li tevahiya mirovahiyê dikin. Em bangî hemû mirovahiyê dikin, da ku li dijî jenosîd, komkujî û qetlîaman bisekinin û têkoşîna xwe bilind bikin.

 

Azad Bariş

Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê û Cîgirê Hevserokê Giştî

3 Tebax 2019

Etiketler: #azad bariş