Komîteya Pêwendiyên Derveyî ya Parlemana Inglistanê serdana partiya me kir
Şandeyeke ji Komîteya Pêwendiyên Derveyî yê Parlemana Inglistanê, li navenda me ya Giştî, li gel Cîgirê Hevserokê me yê Giştî û Berpirsê Pêwendiyên Derveyî Hişyar Ozsoy, Berdevkê Partiya me Ayhan Bilgen û parlementera me ya Amedê Feleknas Uca, hevdîtinek pêk anî. Serokê Komîteyê Chripsin Blunt, serkirdetî ji şandeya Komîteya Pêwendiyên Derveyî re kir. 

Şandeyê di serî de ji ber zindanîkirina Hevserokên me yên Giştî û parlementerên me û polîtîkayên zext û zordestiyê yên li ser partiya me, peyama xwe ya palpiştiyê araste kirin. 

Hevdîtin teqrîben saetek dewam kir û temayên wek proseya OHALê, gotûbêjên Qanûna Bingehîn û referandûma mihtemel, çareserkirina kêşeya Kurd a bi rêkên siyasî û demokratîk û geşedanên li Sûriyeyê hatin nirxandin.