Hevdîtin: Bircan Yorulmaz

Asya Abdullah: DAIŞ, ya ku dixwaze em bêjin bi zihniyeta xwe sîstemekê çêbike, esas sîstema dîmoqratîk xiste hedef. Destkeftiyên dîmoqratîk ê Rojavayê Kurdistanê xiste hedef. Ji bo wê jî, her tim, êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikir. Mesela berî ku DAIŞ êrîşî ser Kobaniyê bike, ev navçeyên Sûrî yên dora Kobaniyê ketin bin qontrola DAIŞê. Reqqa Minbic, Cerablus, Tel Abyad… Piştî ku ev navçeyan ketin destê DAIŞê, temamiyê wan li ser Kobaniyê çemberek çêkirin. Hem di warê çûyîn û hatina sivîlan da, hem jî di warê aborî da çemberek çêkirin. Demê ku ew herêm ketin destê DAIŞê, ceyrana Kobaniyê, ava Kobaniyê û hemû navendên wan herêman tev qut kir ev 2 sal e. Ji bo wê jî, demê ku DAIŞê êrişî Kantona Kobaniyê kir, di demekê da gotin DAIŞ Mûsil girt, Şengal girt, gelek herêmên Sûrî girtin, gelek cih em bêjin hewaalanî (balefirgeh) girtin, gelek navendên leşkerî girtin. Di demekê da em bêjin DAIŞ kete kur, ew der girtin.  Û bi vê quweta xwe, bi van teknîkên xwe esas êrîşî Kobaniyê kir. Ji bo demê ku êrişî Kobaniyê kir, gotin ev îmkanên ku heye, çend rojan em Kobaniyê bi temamî dagir dikin.Gotin emê xelkê wê vala bikin û emê sîstema ku li Reqqa û Minbicê li ser gelê Sûrî çêkirine, emê li Kobaniyê jî çêkin. Feqet berxwedana ku li Kobaniyê meşiya, îradeya ku derket pêş, li Kobaniyê esas şerê jiyana azad û zihniyeta paşverû ye. Şer ji bo jiyana azad li hember faşîzma DAIŞê bû. Şer şerê wê bû. YPG em bêjin di nava mehekê da bi tenê li derveyî Kobaniyê û li nav Kobaniyê bi îmkanên xwe şer kir. Yanî tiştê ku li Kobaniyê ser ket, ew îradeya ku li hember DAIŞ, gav paş da neavişt. Bêteredut berxwedan kir, bêteredut em bêjin şehît ket û bêteredut çalakiyên fedayane kir. Gelê Kobaniyê jî di nava vê Berxwedanê da cî girt. Ji bo wê ev yek, Kobaniyê mesajeke çawa derket? Ku demê em bêjin berxwedan hebe, îradeyeke xurt hebe, berxwedanek ji bo azadiyê hebe, faşîzma DAIŞê ser nakeve û li Kobaniyê viya derket. Ji bo wê jî, ne bi tenê li Kobaniyê li tevahiya herêmê serkeftina Kobaniyê derbeyeke herî mezin e ji bo faşîzma DAIŞê. Serkeftina ku çêbûye hem morelek daye gelê herêmê, hem derbeyeke pirr mezin li DAIŞê ket. Eviya jî êdî qonaxeke nû vekir. Ji bo me jî, em bêjin wekî gelê herêmê, wekî gelê Kurd, esas Kobaniyê noqta danî li hemberî DAIŞê. Heta dawiyê jî hewldanên me wê hebin ji bo ku ev sîstema dîmoqratîk, em bi pêş bixin. Sîstema Xweseriya Dîmoqratîk, bi tenê ne ji bo Kurda, ji bo tevahiya gelê Sûrî jî. Îro esas asta ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê gehiştiyê, diyê Rojava dikare bibe navenda şoreşa Sûrî. Modêla Rojava dikare bibe modêlek ji bo tevahiya Sûrî. Îro viya êdî bala her kesî dikişîne û bandora wê gelek çêbûye. Hem di warê siyasî da, hem di warê dîplomasî û civakî da bandoreke pir mezin a sîstema Rojava niha çêbûye. 

Bircan Yorulmaz: Li Kobaniyê jiyana rojane çawa bû, di demên şer de zehmetiyên herî mezin çi bûn? 

Asya Abdullah: Ya yekê Kobanî ji ber ku 2 sal e di nava çemberê da ye, berê jî gelek zehmetî hebûn. Ema (lê) Kantona Kobanî bi derfetên xwe, bi îmkanên xwe bi rastî xizmeteke pirr mezin li herêmê pêşxistibû. Hem di avakirina saziyan da, hem di warê altyapıya (avahiya bingehî) bajêr da, ji bo pêwîstiya jiyana civakê ya rojane, yanî qurumlaşmayeke (sazîbûn) pirr baş, Kantona Kobaniyê li Kobaniyê ava kiribû. Hem di warê tendurustiyê da, hem di warê xizmetê da, hem di warê perwerdekirina civakê da, avakirina sîstema dîmoqratîk ya civakê da, gelek derfetên baş çêbibûn. Ev şer ji ber ku şerekî gelek giran bûye, şerekî bi teknîka herî giran pêş da çû. Şerê bi tankan, bi sîlehên herî giran, îmkanên ku ji Mûsilê, ji Reqqa, ji Minbic, ji Cerablus… Wan hemû li Kobaniyê bi van sîlehên giran êrîş kirin. 

Hemû hêz, hêzên dîmoqratîk, gelê Kurd, gelê herêmê, kesên ku piştgirî dane berxwedana Kobaniyê, ji bo ku di vê qonaxa nû da jî piştgirî dewam bike, divê acîl niha korîdor vebe. Korîdor venebe, di hundur da Kobanî din av çemberê da ye. 

Bircan Yorulmaz: Hevpeymana Civakî ya Rojava, di nav şert û mercên zehmet de hate amadekirin. Piştî wê hevpeymanê, di jiyana civakî de guhertinên çawa derketin meydanê? 

Asya Abdullah: Peymana Rojava, em bêjin li ser esasên avakirina civaka dîmoqratîk bû. Civak esas e di peymanê da. Îradeya civakê, rêxistinbûyîna civakê û biryara civakê… Ji bo vê jî li Rojava em bêjin gelek şêweyên xebatê hatin pêşxistin. Bi taybetî em bêjin ev sîstema rêxistinbûyîna civakê ji komîn û ji meclîsan pêk dihat. Yanî rêxistina herî jêrîn komîn e. Komîn temelê rêxistina civakê ye. Li ser komînan jî xebatên meclîsan hene û li kêleka wê jî em bêjin, qada civaka sivîl heye. Eviya hatiye orgutlemekirin (rêxistin). Yanî niha gelek saziyên sivîl li kantonan hene. Ewana jî li gorî sîstema xwe xizmeta civakê dikin. Warê aborî jî girîng e ji bo sîstema Xweseriya Dîmoqratîk, sozleşmê (peymanê) da jî ev heye. Çimkî eger civak bi xwe nikaribe pêwîstiyên xwe yên aborî te’mîn bike, pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bike, di warê rêxistinî da jî wê lewaz bimîne. Ji bo wê jî, em bêjin li gorî peymannameyê sîstema civakê hatiye orgutlemekirin (rêxistin). 1- rêxistinbûyîna wê ye, 2- sîstema wê ya pêşxistina aboriya civakê ye. 3- pêşxistina edaleta civakê ye, yanî hemû pirsgirêkên ku hene yên civakê. Di çarçoveya sîstema edaleta civakê da, zanistiya civakê pêşxistin e. Mijara dîtir jî, yanî mijara perwerdeyê ye. Tabî em bêjin ew jî di nava sîstema Rojava da ye. Perwerde xebateke pirr girîng e. Çimkî sîstemek tê avakirin, ew sîstem ji bo civak bi ya xwe hêz bibe, bi zihniyeteke dîmoqratîk, yanî her kes bikaribe bi hev ra jiyan bike, civak ji bo ku bibe hêz, hêza çareseriya pirsgirêkê. Ji bo wê perwerde girîng e, ji bo wê beşeke xebatê yê girîng, niha li Rojava di çarçoveya akademiya da dimeşe. Akademiya em bêjin perwerdeya civakê dimeşe. Li gorî pêwîstiyên civakê em bêjin mesela akademiya jinan, ji bo ku jin di vê sîstemê da pêşengtiyê bike, akademî hinek taybet perwerde dibînin. Dîsa komîn em bêjin perwerde dibîne, meclis perwerde dibîne. Sazî li gorî taybetmendiyên xwe, li gorî tuzuk û programa xwe gorewa (wazîfe) wan li hember civakê çi ne, di wê çarçoveyê da sazî jî perwerdeyê wan ê taybet hene. Yanî di vê çarçoveyê da em dikarin bêjin guhertineke pirr mezin li Rojava çêbûye. Tabî ev guhertin ne bi tenê di warê herêmên Kurda da ne. Sîstemeke hevbeş çêbûye, felsefeya Xweseriya Dîmoqratîk, esas netewa dîmoqratîk e. Ji bo wê jî di aliyê netewa dîmoqratîk da çiqasî pêşketin çêbibe, ewqa îtîfaqa me çêdibe. Wekî gelê Sûrî bi hev ra jiyan kirin çêdibe, biratiya gelan çêdibe. Viya di sîstema kantona da pêşketiye. Nimûneyê vê jî em bêjin niha Kantona Cizîrê ye. Rêvebiriya Kantona Cizîrê, 3 netew in niha. Hem Kurd e, hem Ereb e, hem Siryan e. Wekî wisa em bêjin tevahî di naveroka sîstemê da, ji jêr heta jor ew wisa tê çêkirin. Mesela gundeke Kurd e, Ereb e, Siryan e, komîna gund çêdibe, her kes tê da cî digire. Ew komîn xizmeta gund dike. Dibe ku gelek kes, nêrînên wan ên cuda jî hebe, ema (lê) ev komîn rêxistina civakê ye. Nêrînên siyasî yên cuda jî dikarin tê da cî bigirin. Yanî her kes wekî hemwelatî dikare di komînan da cî bigire. Ev sîstem tecrubeyek çêkiriye niha, asteke baş hatiye girtin. Feqet (lê belê) divê ku viya xurt bibe. Çimkî viya zihniyeteke nû ye. Aliyê zihniyetê da, guhertinê da, tabî girîng e pêşxistina vê. 

Bircan Yorulmaz: Peki askeri açıdan şuanda durum nedir, tekrar bir saldırı ihtimali olabilir mi IŞİD tarafından, savunma durumunuz nedir? 

Asya Abdullah: Yanî heta DAIŞ li herêmê hebe, xetereya wê heye. Li ser Kurda jî heye, li ser tevahiya gelê herêmê jî heye. Îro mixabin gelek herêm di qontrola DAIŞê da ne hem li Sûrî hem jî li Iraqê. Viya xetereya wê li ser Kurda heye. Ê girîng em bêjin wekî Kurd, em bikaribin, bi nêrîneke hevbeş, bi stratejiyeke hevbeş hemû destkeftiyên ku hene, em bikaribin wan biparêzin vê demê. Li hember hemû êrîşên ku hene bi awayekî hevbeş, berxwedanek were meşandin. Yek jî divê zanistiya civakê jî çê bibe. Di warê parastinê da zanistiya civakî jî çê bibe. Di mijarên stratejîk da jî, divê ku em bêjin ne bi tenê asta herêmê Kurda da ne, mesela em bêjin ornek (bo nimûne) niha Sûrî gelek herêm bin qontrola DAIŞê da ne. Wê demê em bêjin, divê ku hemû hêzên ji bo azadiya gelê Sûrî yê leşkerî ku hene, têkoşîn dikin, kar dikin, divê xebateke hevbeş li hember vî hebe. Divê di mijarê da jî em bêjin hevdu temam bikin, yanî îtifaqek hebe. Kurd zaten berxwedanê dikin, ema (lê belê) îtifaqa Kurda, hêzên Kurdî, îtifaqa hêzên dîtir ê li dijî DAIŞê ne, di vê demê da girîng e. Çimkî heta DAIŞ hebe, xeterî hem li ser Kurda heye, hem li ser tevahiya gelê Sûrî heye. 

Asya Abdullah: Hem ji Kurdistaniyan, hem ji gelek rêxistiniyan, kesayetan hemî pêşniyar dibêjin bila Kobanî bimîne, Kobaniyeke nû çêbibe. Yanî li wê derê berxwedaneke mezin çêbûye. Ev berxwedan hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo tevahiya mirovahî bila ji tarîxê ra bimîne. Esas ev pêşniyar, hemî rast in. Li ser van pêşniyaran, niha rêvebiriya Kobanî, wê hinek nirxandinan bike. Yanî nêrînên ku hene tevahî, nêrînên hevbeş, dibêjin bila Kobanî bimîne, Kobaniyeke nû ava bibe. 

Asya Abdullah: Ji bo wê jî serkeftina Kobaniyê esas hêz da hemî gelê herêmê. Niha em bêjin aliyê destek û alîkarî, ji bo ku derbasî Kobaniyê bibe, tabî ji bo Tirkiyeyê ev mijar girîng e. Yanî bangawazî li ser vî esasî ne, ku Tirkiye lazim e, derfet veke, hemî alîkariya ku ji bo Kobaniyê were, hemî sazî ku bixwazin herin û werin Kobaniyê, ji bo ji nû da avakirina Kobaniyê. Tirkiye gerek derfet veke û destek bide. Yanî li ser vî esasî û em pê ra ne, vê demê da, diyalog hebe û danûstandin hebe. Alîkariya ku ji bo Kobaniyê were, divê diyalog û destek û alîkarî heye, em viya jî erênî dibînin. Çimkî li vê derê Kobanî zaten, di hundur da çemberê da ye. Deriyê ku hene a niha bi Tirkiyeyê ra ye. Ne bi tenê em bêjin wekî taleba Kontona Kobaniyê, esas gelek saziyan jî bangawazî ji bo Tirkiyeyê kir. Ji bo ku Tirkiye destek bide, koridorek vebe. Ji bo wê jî nêrîna me ev e yanî, diyalog hebin û di nava van diyalogan da ihtiyacê Kobaniyê çi ne, desteka ji bo Kobaniyê çi ye. Tiştê ku niha lazim e, divê Tirk rê bide. Wekî korîdorekê rê bide ku, alîkarî derbasî Kobaniyê bibe. 

Bircan Yorulmaz: Gelo pêşketina kantonan wê çawa çêbe, derbarê vê meseleyê de fikrên we çi ne?

Asya Abdullah: Kanton berê sîstema wê heye, modêla wê berê heye. Kanton a niha jî li ser sîstema xwe ya berê karê xwe dimeşîne. 

Bircan Yorulmaz: Pirsa dawî (…) Hûn hatin kongreya Tevgera Jinan a 1. Me wêneyên we di eniya şer de jî dît. Jinan li wir çi kir, rêxistineke çawa pêk anîn û di nav tevgerê de cihê wan çi bû? 

Asya Abdullah: Jin li Rojava, ji destpêka şoreşê da esas di hemî warê jiyanê da xwe, ji nû da orgutleme (rêxistin) kir. Hem xweser pêwîstî bi orgutlemeyek (rêxistineke) çawa heye, wekî tevgera jinê Rojava, hem jî ji bo ku pêşengtiya şoreşê, pêşengtiya guhertina ku heye bike, wê çawa xwe rêxistin bike. Ji bo wê jî li ser 2 beşan jinan dikaribû xwe baş rêxistin bike li Rojava. Hem xweser, hem jî em bêjin di nava tevahî rêvebiriya xweser da û ew sîstema civakê da jî xwe bi rêxistin kir. Li kêleka vê em bêjin xebatê girîng ê jinan ê parastinê ye li Rojava. Yanî jin li Rojava dikare di nava sîstema parastinê da jî xwe bi rêxistin bike bi rengekî xweser. Em bêjin YPJ, wekî hêza jin ya parastinê, li hemî êrîşên ku li ser Rojava çêbûne, esas pêşengtî kir. Di berxwedana Kobanî da jî bi sedan jin, li eniyên pêş bûn. Bi rastî jî jin li Kobaniyê bi moreleke pirr mezin berxwedan dikir. Bi israreke pirr mezin di eniyên şer da, her tim, eniyên pêş da jin berxwedan kir. Ji bo wê, viya bandoreke pir mezin kir. Yanî DAIŞ, cihê ku sîstema xwe lê çêdike, li wir, qetlîama jinan dike. Yanî hem di warê fîzîkî da hem di warê çandî da, hem di warê zihniyetê da dîroka jin, em bêjin qetil dike DAIŞ. Feqet (lê) li Kobaniyê, jinên YPJ, dîrokeke nû nivîsandin li hember faşîzma DAIŞê û li hember zihniyeta DAIŞê. Ji bo wê jî, ew berxwedana jin, esas hem ji bo tevahiya jinên Kurd, hem jî ji bo tevahiya jinên cîhanê, moraleke mezin da. Viya çawa diyar bû, di wî warî de pirr destek çêbû. Pirr desteka jinan, rêxistina jinan, çalakiyên jinan… Ji bo YPJ, di vir da jî diyar dibe ku, êdî ev berxwedan, bi rastî moraleke mezin daye. A niha jî em bêjin, bi vê israrê, bi vê moralê, bi rihekî fedayane, çalakiyên fedayî yên mezin di şexsê Arîn Mîrkan da hene. Bi dehan jin bi vî rihî şehîd ketin. Hinek hevalên jin, em bêjin, demê ku êrîşên giran çêbûn, çekên giran dihatin şixulandin, bi moreleke bilind, digotin emê şer bikin heta şehadetê, em gav paş da neavêjin ber DAIŞê û gelek heval wisa şehîd diketin. Ji bo wê, ev bi zanebûn e, ne bi tenê mesele parastin e. Parastina jiyana azad e parastina ku îro jin dike. Parastina felsefeya azadiya jinan e û berxwedana ku li hemberî hemî faşîzma ku li dijî îradeya jinan bû.