Kes nikare şaredariyên me bi alîkariya bo terorê sûcdar bike


Di serî de ez ji ber helwesta we ya berxwedêr a li dijî van muameleyên derqanûnî, we hemûyan pîroz dikim.

Ev 2 roj in li Kurdistanê înternet tine, hemû kanalên TVê jî hatine desteserkirin. Nûçegihan rewşa vir neql dikin lê kes naweşîne.

Nûçegihan li vir bi zehmetî rewşa vir neqlî navendê dikin, lê navenda nûçeyan ji tirsa Serayê wan naweşîne.

Em ê mal bi mal bigerin û li çavên gel binihêrin. Madem kanal reş kirine em ê li çavên gel binihêrin, ma dê çavên me jî reş bikin.

Kes azad nîn e ku tawanan bike, lê divê darêzgêriyeke adilane û azad hebe ku, em bi dilrehetî biçinê. Em ji darizandinê natirsin, lê darêzgêriyeke çak û çalak nîn e. Ma komîsyona dadmendiyê ya AKPê çima me muhkeme dike?

Kes nikare şaredariyên me bi alîkariya terorê sûcdar bike. Hûn li şaredariyên xwe binihêrin, li Kadir Topbaş binihêrin, nîvê Enqere û Stenbolê dane Fethullah.

Hûn nikarin îspat bikin ku qurûşekî şaredariyê wek alîkarî neqlî çiyê bûye. Eger hûn vê îspat bikin, ne bi tenê Gültan Kışanak û Fırat Anlı, me hemûyan bigirin. Lê ev bi temamî vir û derew in.

Ji bo şaredariyên me dibêjin "baregehên terorê". Rêxistina terorî ya herî mezin hûn bi xwe ne. We alîkarî da DAÎŞ û El Nûsrayê!

Em wekî te di mitîngan de bi belaşî doner belav nakin! Ji bo ku gel dernekeve kuçe û kolanan tu her tiştî dikî.

Em wekî te pere nadin kesên ku beşdarî mitîngan dibin. Em wekî te wan tespît nakin û kar û şixul ji bo wan terxan nakin.

Rojnamevanên wan ên xwefiroş –biborin min got rojnamevan- dibêjin ku “gel şaredarî terikandin.”

Digotin “werin em hilbijartina pêşwext” pêk bînin, lê em tartale û talaneke wisa qebûl nakin. Eger hûn bi xwe bawer bin, me behsa hilbijartina pêşwext kir, me got qayûman tayîn nekin, lê ditirsin. Êdî hilbijartina pêşwext tine, divê hûn pêşî îradeya gel a ku we radest kiriye, îade bikin.

Dibêjin ku şaredaran qanûn îxlal kirine. Binihêrin, niha destûr nadin ku endamên meclisê têkevin avahiya şaredariyê. Polîs bi tena serê xwe lêgerînê di avahiyê de dikin. Tiştê derqanûnî ev e û tu qanûnê îxlal dikî. Ma şaredarî wiha tê tetkîkkirin? Em nizanin ku wan çi danî şaredariyê û di avahiyê de çi kirin. Ev muameleyeke derqanûnî ye.

Ji bo 5 rojan hevdîtina parêzeran a li gel şaredaran qedexe kirine. Hin hevalên me 19 roj in hatine desteserkirin, hê jî pirsek li wan nekirine. Ew qanûnan nas nakin û exlaqê siyasî yê wan tine. Em neçar nîn in ku kesekî wiha qebûl bikin.

Ew dixwazin ku em çong deynin û berdêlê bidin, lê ew dizanin. Em ji bo azadiya xwe li ber xwe didin, lê tu yê têk biçî. Yê neheq tu yî û yê qanûnan binpê dike, tu yî!

Di dadgehan de tiştê ku herî kêm tê peydakirin edalet e, lê dîsa jî em ji darizandinê natirsin. Em naxwazin ku bi feraseteke siyasî bêne darizandin. Ku eger edalet hebe, werin em bi hev re bêne darizandin. Eger dadger dê pirsa qûtiyên pereyan, çekên di tiran de hatî dîtin, mirovên li nav sikakan hatî kuştin li te bikin, were em bi hev re bêne darizandin.

Me bi şev û roj hewl da ku aştiyê pêk bînin. Em hatin dawiyê û me got ku bila mirov nemirin, dayik û bavên wan hene û em vê kêşeyê bi axaftinê safî bikin. Va ye hûn dibînin, em dixwazin ku mitîngan bikin û bi riya siyasetê encamê bi dest bixin. We rê li ber vê girt. Lê em ê her û her bixwazin ku bi riya siyasetê vê meseleyê çareser bikin. Ku eger Hikûmetek aqilmend be, dê hemû riyên siyasetê veke, hevserokan negire û riya diyalogê veke da ku şidet û çek karîger nebe.

Belkî em ê jî berdêleke mezin bidin, lê bawer bikin, ev rewşa deraqilî dê di dawiya dawî de têk biçe.

Tirkiye ji aliyê dinyayê ve wekî welatekî DAÎŞî û serokê wî jî wekî xelîfeyê DAÎŞê xuya dibe. Sebebê vê yekê ne em in.

Ew dikarin OHALê (rewşa awarte) wekî hincet nîşan bidin. Ma we OHAL li dijî dewletê û li dijî derbeciyan/derbekaran ranegihandibû? Binihêrin li vir gel heye gel, derbecî tine ne. Divê her kes li her derê bi awayekî demokratîk û aştiyane, vê yekê prostesto bike û hîç teredud neke.

Biborin, hûn serê me jî jêkin, em serî natewînin. Ew ji Serayê gefan li me dike, lê ma em ê li ber wî serî bitewînin?

Kî bi çi hêzê dikare derkeve kolanan, dê derkeve. Heta dawiya dawî. Em li kuçeyên 81 bajaran, li ku bikaribin derkevin, em ê derkevin kolanan. Em ê ti carî ji vê helwestê nevegerin.

Em ê ti carî xwe nespêrin tundûtûjiyê, lê muameleyên we yên ku jinan di erdê re kaş dike jî derqanûnî ye.

Çawa ku di 15ê Tîrmehê şeva derbeyê de, gel ji bo îradeya xwe derket kuçe û kolanan em ê jî derkevin û ew mafekî rewa ye.

Her kes ji partiyê ye û dê mal bi mal bigere. Em li dijî OHALê û li dijî kesên ku destdirêjiya îradeya me dike kampanyayekê dimeşînin. Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin. Eger rojekê demokrasî û aştî were vî welatî, em ê wê bînin û bi berxwedanê bi ser kevin, ne bi serî tewandinê!

27 Cotmeh 2016