Kerestecioğluyê peyama Serokkomarê Kibrisê li Parlamentoyê xwend

Cîgira Serokê ya grûbê Filiz Keresteciogluyê, peyama Serokkomarê Kibrisê Mustafa Akinci ya li ser lînçkirina modenas Barbaros Şansal li parlemanê xwend. Keresteciogluyê giranî da ser gotina wî ya ku dibêje “çanda lînçkirinê barekî giran e ku welatê me nikare wî barî hilgire” û axaftina xwe wiha domand:

Her kesî xwest ku bi hêviyên mezin bikevin sala 2017an lê mixabin ewên ku van êrîşên xedar pêk anîn, xwestin ku em dîsa di atmosfera sala 2016an de bimînin. Mirovan hêviyên xwe bi êşê rapêç kirin û ketin sala 2017an. Em nikarin berpirsyariya îqtidara siyasî û berpirsyariya Wezîrê Karûbarên Navxweyî înkar bikin. Lewre bi gotinan yekîtî û pevrebûn pêk nayê. Mirovên ku wan bixwe jî di Komkujiya Pirsûsê de nas û dostên xwe binax kirin, xwestin ku ji bo bîranîna însanên ku di Komkujiya Reinayê de hatî qetilkirin qirnefilan deynin ber deriyê Reinayê û hew ji ber danîna qirnefîlan jî hatin binçavkirin. Bi vê şermê nayê jiyîn.

Em hêvî dikin ku dilxwaziyên Akinci li Tirkiyeyê jî bêne derbirrîn

Ez dixwazim ku metnekê ji we re bixwînim. Serokkomarê Bakurê Kibrisê Mustafa Akinci metneke bi sernavê “Çanda lînçkirinê barekî giran e ku welatê me nikare wî barî hilgire” nivîsî û balê dikişîne ser azadiya ramanî û derbirrînê:

“Jiyana civaka pirrdeng, pişta xwe dide azadiyan û ramanên ji hev cihê. Rast yan xelet, di derbirrîna hemî raman û fikran de divê rêz hebe. Lê tundrawiya berteka li şêweyên derbirrînê û lînçkirinê nayê pejirandin. Li welatê me di demên dawî de berberiyeke xeter her ku diçe mezintir dibe û em vê yekê bi metirsî temaşe dikin. Çanda lînçkirina siyasî barekî giran e û welatê me nikare wî barî hilgire. Divê her kes bi hişmendiya berpirsyariyê tevgere û ji mezinkirina pevçûnan dûr bikeve. Serokkomar Mustafa Akinci”. 

Erê, ez dixwazim ku ev hêvî û dilxwazî li vî welatî jî pêk werin. Lê azadiya ramanî û fikrî li hêlekê, hevserokên me jî di nav de 12 parlamenter ev 60 roj in ji ber derbirrîna fikrên xwe zindanîkirî ne. Em ê ti carî vê yekê ji bîr nekin û em ê ti carî nedin jibîrkirin. 

3 Rêbendan 2017