Kerb û kîna di dilê civakê de her zêde dibe

Hilbijartin ji bo çi tê kirin û sindoq ji bo çi tê danîn? Ji bo ku bê zanîn ka gel dixwaze ku kî bibe iqtidar. Erdogan, li bajarên şaredariyên me, di her hilbijartinê de, hemû derfetên dewletê bi kar anî.
Me beyannameya hilbijartinê belav dikir, wan pere belav dikir, lê dîsa jî bi ser neketin. Em bi gellek astengî û zehmetiyan re rû bi rû man, lê dîsa jî di sala 1999an de 26 şaredariyên me hebûn, îro ev hejmar 102 ye.

Dibe ku di warê xizmetguzariyê de kêmasiyên me jî hebin. Helbet kêmasî û xeletiyên me jî hene, lê tiştê esas di vir de îradeya gel e. Şaredariyên me, li gel kêmbûna budceyên xwe, hewl didin ku xizmetê bidin gel. Gel vê yekê dibîne ku li şaredariyan xwedî derdikeve.

Li budceya Enqere û Stenbolê û li ya şaredariyên AKPê binihêrin. Dibe ku bi awayekî fermî terxankirina budceyê li gorî nifûsê ye, lê şaredariyên AKPê ji BOTAŞê bi deynî gaza sirûştî dikirrin û bi pêşîn jî difiroşin.

Pereyê ku ji gel werdigire, nade BOTAŞê. Dîsa jî kes wan heciz nake. SSK deynê xwe nade, çimkî ew partiya desthilat e. Her wekî din, projeyên wê, ji Banka Bajaran, bi rehetî tê pesendkirin.

Bexş û hibeyên ji Ewropayê tên, bi rehetî tê pesendkirin. Lê ji %40ê pereyê ku ji xazîneyê bo şaredariyên me tê şandin, bi hinceta ku deynê me heye, tê birrîn. SSK û bac bi rêkûpêk tê dayîn. Bi pereyê mayî jî xizmetguzarî bo gel tê kirin.

Geh Serokkomar û geh jî Serokwezîr tim dibêje, ew bucdeya şaredariyê bo çiyayê dabîn dikin, eger di we de piçek ûcdan hebe, piçek exlaqê siyasî hebe, vê yekê îspat bikin, ku hûn îspat bikin, em ê îstîfa bikin. Ev vir û derew e.

Mimkûn nîn e ku ji bucdeya şaredariyê, misqalek pere neqlî çiyayê bibe. Ev bi temamî derew in. Mufetîş, tim û tim vê yekê tetkîk dikin, lê nikarin ti tiştî bibînin.

Jixwe îro hinceta desteserkirina hevşaredarên me ne ev e. Firat Anli, di vekirina DÎSKÎyê de qurdeleyekê dibirrê û fotografê wî tê kişandin, lê vê yekê wekî merasima vekirina kaniyeke goristana li çiya nîşan didin.

Kesên ku vê yekê dikin, ji komputer û teknolojiyê fêhm nakin. Ma di nav we de kes ji komputerê fêhm nake? Ma di nav we de kesekî/e aqilmend nîn e? Madem di destê dozger de belge hene ku nîşan didin pere bo çiyayê hatiye şandin, çima wan dernaxin?

Eger hevşaredarekî/e me jî pereyê xelkê xwaribe û dêrz kiribe, em ê bi xwe wî ceza bikin. Lê nikarin hevşaredarekî/e me jî bi van tiştan tawanbar bikin.

Ku eger mesele alîkariya bo terorê be, berî her tiştî berê xwe bidin Serayê. Li Serokwezîr, wezîr û şaredarên xwe binihêrin. Wisa ne bi dizîka û ne bi şermokeyî.

Madem cimaeta Fethullah Gulen bi raya te “terorîst” e, te çima wisa bi elenî û bi aşkera got “çi ji me xwestin, me da wan”? Gelo dozgerek maye ku lêpirsînekê ji bo van gotinan veke? Na. Hemû darêzgêrî xistin bin hikmê xwe. 3.300 dadwer û dozger, di nav hefteyekê de ji wazîfeyê bi dûr xistin.

Em îro li vir diaxifin, lê kes nîn e ku vê axaftinê biweşîne û çap bike. Çar roj in înternet nîn e, bank û servîsên nexweşxaneyan û dermanxane kar nakin.

Ev çar roj in her tiştî reş dikin û naweşînin. Madem gel ji me aciz e, ev çi tirse ketiye dilê we. Bihêlin bila gel me bi tenê bihêle.

Ji Xerpêtê ta Meletiyê, ji Wanê ta Dîlokê, ji Rihayê ta Hekariyê, ti derê înternet nîn e. Ji vir ti agahî neqlî derve nabe û ji derve jî ti agahî nayê wergirtin.

Nexweş nikarin derman bikirrin, çimkî sîstem hatiye wergirtin. Madem gel ji HDPê aciz e, rakin vê dorpêçê û înternetê vekin ku bila gel bertekên xwe nîşanî me bide.

Ew dikarin ji xwe pergaleke portatîf û demdemî ava bikin, lê kerb û kîna di dilê civakê de her zêde dibe, em jî nizanin dê kengî biteqe.

Ma ev zilm bi tenê li me tê kirin? Na. Teşebiseke derbeyê çêbû, rast e. Parlamento hate bombebarankirin. Yên ku meclis bombebaran kirin, bi aşkera sûcdar in û divê werin darizandin û cezakirin. Lê, bi salan e, ji ber ku hin kes çûne dersxaneyên cimaetê, mirov ji kar têne avêtin û mesele ji vê yekê pêk nayê.

Hin kes ji ber ku ji bankê kredî kişandine, dest datînin ser xaniyên wan. Dadwer, dozger û esnaf… zordestiyeke bêhed û bêhisab heye.

Hemû mal û milkê wan ên ku bi salan e qurûş bi qurûş kom kirine, ji dest wan tê wergirtin.

Di girtîgehan de êşkence tê kirin. Ew zatê li Serayê jî derdikeve û dibêje “ti kes ne mexdûr e, mexdûr filan tine ye”. Tabî, tu eger tu ji Serayê binihêrî mexdûr filan tine, çimkî li Serayê mexdûriyet nîn e.

Dest danîn ser 20 kanalan ku dixwazin nîşan bidin li Tirkiyeyê ti mexdûriyet nîn e, kanalên mayî jî hatin bêdengkirin. Dibêjin qey Tirkiye seyrangehek e û her kes ji AKPê û ji Erdogan xweşhal e. Lê rastî ne ew e.

Li Tirkiyeyê kîn û nefret di merheleya herî bilind de ye. Cudahî û dabeşbûn di asta herî bilind de ye. Mirovan berê, wextê ku merhebatî didan hevdu, lê nedinihêrin ku ew ji kîjan partiyê ye. Lê Seray û hevkarên wî, bi şev û roj, bi zimanekî dabeşker û cudaker, rewş anîn vê dereceyê.

Meseleya qeyûman jî, yek ji parçeya vê zordestiyê ye. Dê şaredariyan desteser bikin, qeyûman lê tayîn bikin. Ma heta hetayê gelo qeyûm dê bikaribin li wir bimînin? Gelo tu yê dîsa hilbijartinan pêk bînî yan na? Gelo sibehê sindoq werin danîn, tu yê di wan sindoqan de berze nebî. Ma gelo ew roj dê qet neyê?

Em ê van rojên zext û zilmê û van rojên faşîzmê bi awayekî asayî derbas nekin. Li seranserî Tirkiyeyê rewşeke stembarî heye, bes ne bo Kurdan. Lê bi tenê dengê Kurdan derdikeve.

Hêviya mirovan bes em in. Em ê bêdeng nemînin li ber vî halî. Rê û rêgeha me aştî, wekhevî, azadî û dadmendî ye. Em ê ji bo vê yekê bi şev û roj mal bi mal, kargeh bi kargeh bigerin.

Bînin bîra xwe, berê înternet tinebû. Ma berê înternet û telefon hebû? Ew nikarin bi astengkirinan me ragirî bigirin. Eger wisa bawer bikin, dê têk biçin. Her yek ji me, televîzyonek e, telefoneke smart/zîrek e.

Em ê wiha bixebitin. Bila hemû hevalên me yên partiyê, wek rayedarekî/ê tevbigerin. Li Amedê, Li Stenbolê, li Îzmir û Edeneyê… Em ê li her derê bixebitin.

Ew dibêjin qey kablo û înternetê bibirrin, dê her tişt safî bibe. Na bira na. Tu dikarî kabloyan bibirrî, lê jiyan di kuçe û kolanan de ye. Gel piştgiriyê bide kî, ew ê bi ser keve. Me rojên teng û tarî yên ji îro girantir jî dît. Bi destûra Xweda, em ê van rojan jî derbas bikin. Baweriya min bi sekna gel heye.

Heta ku ev zext û zilm ji holê rabe, em ê her xebatên xwe berdewam bikin. Wan berê soza demokrasî û aramiyê didan, lê mêze bikin niha di destê wan de bes cop hene.

Berê dikaribûn hinek be jî mirovan qanih bikin, lê niha di destê wan de bes cop hene. Dîktator dixwazin ku bi tirs û xofê li ser piyan bisekinin, lê ev nîşana têkçûna wan e. Gelê me li ser xwe ye, û bi kerb û kîn e.

Roja ewil, karkerên şaredariyê bertek nîşan dan û gilêş kom nekirin, lê paşî nehiştin ku seyareyên şaredariyê yên gilêşê, ji “makîne îkmalê” derkeve.

Em ti carî naxwazin ku gelê me şerpeze bibe, hevalên me dê îro bi walîtiyê re biaxifin. Em hêvî dikin ku ev mesele îro were çareserkirin.

29 Cotmeh 2016