Kê ew dîmen kişandiye? Ew kesê ku di dîmenan de talîmatê dide wê keçikê kî ye û wezîfeya wî çi ye?

Parlementerê me yê Rihayê Osman Baydemîr, derbarê dîmenên li Sûra Amedê hatî kişandin de pêşniyaznameyek da Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylu. Osman Baydemîr di pêşniyaznameyê de got ku “di wan dîmenên bi îdiaya ku li Sûra Amedê hatî kişandin de, bi megafonê talîmat tê dayîn ku keçikek cilûbergê xwe derxe. Piştî belavkirina van dîmenan bi rêya medyaya civakî, raya giştî toq bûye.” Herwisa Osman Baydemîr, derbarê van dîmenan û muameleyên kirêt ên li ser zarokan ji Suleyman Soylu pirs kir; 

1- Ew zaroka ku di dîmenan de xuya ye, kî bû? Dîmen kengî û li ku hatiye kişandin? 

2- Kê ew dîmen kişandiye? Ew kesê ku di dîmenan de talîmatê dide wê keçikê kî ye û wezîfeya wî çi ye? 

3- Ew megafona ku di dîmenan de dengê wê tê, aîdî seyareke zirxî ye yan na? Ku wisa be, cureya wê seyareya zirxî çi ye? 

4- Gelo bi raya we, di wan dîmenan de muameleyên biçûkxistinê hene yan na û îstîsmara zarokan nahewîne? 

5- Gelo nasnameya wan kesên ku ev dîmen servîs kirine hatiye tesbîtkirin yan na? Ku hatibe tesbîtkirin, derbarê wan de lêpirsînek hatiye vekirin yan na? Ku hatibe vekirin, encama lêpirsînê çi ye?