Kê, bi çi hincetê îfadeyên Kurdî, Ermenkî û Siryanî ji tabelayan rakir?
Parlementerê me yê Wanê Nadîr Yildirim, derbarê tabelayên şaredariyan ên pirzimanî yên ji aliyê qeyûman ve hatî rakirin de, pêşniyaznameyek amade kir û arasteyî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu kir: 

Rêveberiyên Herêmî, li gorî taybetmendiyên sosyolojîk ên civakên herêmî hatine avakirin û dahatên wan û budçeya wan a taybet hene. Ew rêveberî ji aliyê wan gelên herêmî ve têne hilbijartin û rêziknameya wan a girseyî heye û li gorî pêdiviyên herêmî tevdigerin. Bi van taybetmendiyên xwe ve, Rêveberiyên Herêmî, stûnên rêveberiya demokratîk pêk tînin û di warê xizmetguzariyê de xwedî roleke karîger in. Berî çend rojan, qeyûm li şûna îradeya gel li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate tayînkirin û piştre tabelayên Kurdî-Tirkî guherand û navê Diyarbekirê yê Kurdî “Amed” ji tabelayê derxist. 

Berî çend rojan jî, dîsa qeyûmê ku li şûna îradeya gel li Şaredariya Sûra Amedê hatî tayînkirin, îfadeyên bi zimanê Ermenkî û Siryanî yên di tabelaya 4 zimanî yên li avahiya şaredariyê de dardekirî, jê derxist. Dîsa di çapemeniyê de hat destnîşankirin ku polîsan gef li wan esnafên ku di tabelayên xwe de Kurdî bi kar tînin, xwarine û daxwaz ji wan kirine, da Kurdî ji tabelayan derxin. Bi heman rengî qeyûmê li Şaredariya Rêya Armûşê hatî tayînkirin jî, di tabelaya aîdî şaredariyê ya Parka Jinê ya Şengalê (Şengal Kadın Parkı) de navê “Şengalê” ya li ser tabelayê girt an reş kir. 

Di Avrêla 2015an de Şaredariya Erdîşê ya Wanê, derbarê tiriyên Erdîşê de yên ku ji dema Ûrartûyan ta îro navdar bûn, projeyeke bi navê “Rezên Tiriyan” da destpêkirin û di çarçoveya wê projeyê de tirî li erdekî 28 hezar metreçargoşe hate çandin û navê “Rezên Biratiyê” bi zimanê Kurdî, Ermenkî, Tirkî li wan rezan hate kirin û tabelayeke 3 zimanî hate daliqandin. Qeyûmê ku li şûna îradeya hilbijartî hatî tayînkirin, “biratî” ji wê tabelayê rakir û bi zimanê Tirkî “1 Nisan Üzüm Bağları” (Rezên Tiriyan ên 1ê Avrêlê) lê da nivîsandin. Dîsa qeyûmê ku li Şaredariya Artemêtê hatî tayînkirin, ji tabelayan îfadeya bi zimanê Ermenkî yê li navenda navçeyê “Hûn bi xêr hatin” rakir. 

Her ji ber wê;

1- Li gorî kîjan bingehên qanûnî, navê Kurdî yê Diyarbekirê “Amed” ji tabelaya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku ji aliyê gelê herêmî ve hatî hilbijartin, hatiye derxistin? 

2- Qeyûmê ku li şûna şaredarê hilbijartî li Şaredariya Sûrê hatî tayînkirin, li gorî kîjan hincetan, îfadeyên bi zimanê Ermenkî û Siryanî yên di tabelaya 4 zimanî ya li avahiya xizmetê ya şaredariyê de daliqandî, jê rakirine? 

3- We derbarê polîsên li Sûrê de yên ku gef li esnafan xwaribûn û ji wan re gotibûn “eger hûn navên Kurdî ji tabelayan ranekin, dikanên wê dê bêne girtin” lêpirsînek daye destpêkirin an na? Ku we dabe destpêkirin, gelo ew lêpirsîn di çi merheleyê de ye? 

4- Gelo kê û bi çi hincetê navê “Şengalê” ji tabelaya Parka Jinê ya Şengalê (Şengal Kadın Parkı) ya aîdî Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê reş kiriye an girtiye? 

5- Gelo kê û bi çi hincetê peyva “Biratiyê” ji tabelaya “Rezên Biratiyê” ya bi zimanê Kurdî, Ermenkî û Tirkî ya ji aliyê Şaredariya Erdîşê ve di Avrêla 2015an de li rezên 28 hezar metreçargoşe hatî çandin rakir û li şûna wê bi yek zimanî û bi Tirkî “1 Nisan Üzüm Bağları” (Rezên Tiriyan ên 1ê Avrêlê) lê kir? 

6- Gelo kê û bi çi hincetê tabelayên bi zimanê Ermenkî yên li navçeya Artemêta Wanê ya bi biryara Meclisa Şaredariya Artemêtê ve, li hin derên navenda navçeyê hatî daliqandin, rakir? 


24 Rêbendan 2017