Kampanyaya Piştgiriya di nav Parlementeran de Gurûgeş Dibe
Kampanyaya ku li dijî rakirina parêzbendiyên 55 parlementerên me ya ku li Ewropayê bi navê Deputies for Deputies (Piştgiriya di nav Parlementeran de) hatibû destpêkirin, bi beşdarbûna parlemanên xweser û netewî gurûgeştir dibe. 

Heta niha ji Parlemana Ewropayê û ya herêmî û netewî ya Frensa, Elmanya, Swîsre, Denmark, Îtalya, Inglistan, Skotlenda, Belçîka û Awistiryayê 382 parlementer, ji bo ragihandina piştgiriya xwe ya bo parlementerên HDPê bi awayekî aktîv beşdarî kampanyayê bûn. 

Parlementerên piştevan ên ku derbarê geşedanên li Tirkiyeyê de her tim têne agahdarkirin, muameleyên derqanûnî yên li dijî hilbijartiyan, dixin rojeva hikûmet, parleman, medya û civaka sivîl a li welatên xwe û hewl didin da ku hesasiyetek li dijî girtinan de were dirustkirin. 

Parlementerên piştgir (birader) car caran ji bo serdana parlementerên HDPê yên li girtîgehan, heyetan ava dikin û têne Tirkiyeyê. Herçend Wezareta Dadmendiyê, destûra serdana girtîgehan nede jî, heyetên piştgir, dê di paşerojê de, bibiryarî hewl bidin werin Tirkiyeyê û parlementerên me ziyaret bikin. 

Tê çaverêkirin ku eger Hevserokên me yên Giştî û parlementerên me di girtîgehan de werin girtin, di serî de welatên dîtir û gellek parlementerên Ewropî, dê bi awayekî aktîv beşdarî kampanyayê bibin û bizavên hevpar ên palpiştiyê zêdetir bikin.