Ji Mijdara 2002an heta Mijdara 2016an di dema Hikûmeta AKPê de 18.287 mirov di tawanên karî de wefat kirine

Parlementera me ya Sêrtê Besîme Konca, di axaftina xwe ya Komcivîna Budçeya 2017an de behsa karesata Xizxêra Sêrtê û tawanên karî yên li sertaserê Tirkiyeyê kir û bîlançoya giran pêşkêş kir. Konca di axaftina xwe de got: Ji bo ku em budçeya 2017an baş fêhm bikin û encamên baş jê derxînin, divê  em berî her tiştî aboriya rantê, dizî û talanê baş gengeşe bikin. Ku ev babet neyê ronîkirin, ne pêkan e ku budçeyeke li gorî esasên parastina siruştê, kedê û çavkaniyên mirovî were çêkirin. Em baş dizanin ku li ser van esasan nebe, gengeşekirina vê babetê ne kêrhatî ye û bi vî awayî pêşvebirina Tirkiyeyê jî ne mimkun e. 

Madem li vir budçeya 2017an tê gengeşekirin, divê îro Hevseroka me ya Giştî Fîgen Yuksekdag jî di vê Komcivînê de bûya. 

We hem bizavên qanûndanînê daye sekinandin û hem jî keseke ku îradeya 6 milyon mirovî temsîl dike, wek rehîne girtiye. Eger hevseroka me li vir bûya dê li vir axaftina xwe bikira. 

Vekolîna Madenê, di nav beşên karan de beşa herî xeternak e. Hikûmet van tawanên karî wek daxwaz û teqdîra Xwedê dibîne û dibêje ew hezaz ji ber baranê hilweşiya ye. Lê em baş dizanin ku ev yek zêdetir ji bêtevdîrî û xemnexuriyê ye, ne ji ber baranê û ji daxwaza Xwedê ye. Divê wezaretên ku berpirsên vê qadê ne, tevdîran bigirin. Di karesata Xizxêrê de ti tevdîr nehate girtin. Çar sal berê li Mereş-Elbîstanê hezazek çêbû û bersûcê wê kana madenê, li Xizxêrê hate rayedarkirin. Li wir jî hê 9 kes di bin erdê de ne û ew kan bûye goristana wan karkeran. Derbarê wê lêpirsînê de îro ti geşedanek nîn e, mehkemeya wan hê jî  dewam dike û bersûcê wê niha li Xizxêrê li ser wezîfeyê ye. Ji bo avakirina budçeyeke baş, divê em behsa vê talan û rant û bêedaletiyê bikin. 

Ji Mijdara 2002an heta Mijdara 2016an di reveberiya AKPê de 18.287 mirov di tawanên karî de wefat kirine. Divê hesabê vê bihata dayîn û divê yan wan bi xwe îstîfa bikira yan jî dadgehan ew darizandibana. Em îro hemû kesên ku di 15ê Tîrmehê de hatî kuştin, bi bîr tînin û em ê her tim bi bîr bînin. Ev tiştên ku em behs dikin, ew jî wek derbeyekê ye û gellek mirov di wir de jî hatine kuştin.

Tirkiye di tawanên karî de li Ewropayê yekem, li sertaserê dinyayê jî di rêza sêyem de ye. Ev îstatistîk û daneyên  saziyên civakî yên sivîl in. Dema mirov li şert û mercên kar ên ne nîzamî û qanûna koletiyê ya vê dawiyê derketÎ dinihêre, ev pratîk li her derê pirr berbelav bûne. Ku lêkolînek derbarê vê babetê de were kirin, hejmarên ku em behsê dikin, dê zêdetir bibin. Ez di roja Kankeran a Cîhanî de 18.287 karkeran, bi rehmet û hurmet bi bîr tînim. Hikûmet divê kesên di bin hezazê de mayî demildest derxe. 

08 Kanûn 2016